ANALÎZ

BERAMBERÎ AV Û PETROLÊ, RÛBIRÛKIRINA KURDANBERAMBERÎ AV Û PETROLÊ, RÛBIRÛKIRINA KURDAN

Tirkî (AKP-MHP) piştî hilbijartinên serokkomarîyê di 14 û 28 gulana 2023 de û misogerkirina Erdogan ji wergertina kursiya serokkomarîyê re, siyaseta xwe ya nû di milê hundirîn û derve de diyar kiribû . Di milê hundirîn de : Erdogan vegerandina koçberên sûrîyê, başkirina abûrîyê û derbaskirina rewşa li pey erdhejê (6. 2. 2023), xebatkirina li ser bidestxistina hilbijartinên herêmî yê ku dê di adara 2024 de li dar bikevin û xala sereke jî berdewamîya şerê li himber Tevgera Azadîya  Kurdistanê û gelê kurd, ew jî di bin navê tunekirina terorê de, weke armancên bingehîn ji bo sîyaseta hundirîn dest nîşan kirîye.  Di milê derve: Berdewamîya vegerandina têkilîyên Tirkîyê bi derdor û cîhanê re, kêmkirina nakokîyan bi Nato û Amerîka re û berdewamîya lîstina rola pêkanîna hevsengîyê bi têkilîyên xwe yên bi Rûsîya  û Nato re, jixwe xala sereke jî ya sîyaseta Tirkîyê ya derve ew e ku bi hemî derfetên xwe yên diplomasî û bazerganî, dikaribe Tevgera zadîyê û deskeftîyên Bakur û Rojhilatî Sûrîyê ji nav bibe û çi derfetê ji Rûsîya  an Amerîka an jî Îran û rêjîma Sûrîyê bibîne ku êrîşeke bejahî li ser Rêveberîya Xweser pêk bîne, dê winda nake, bi taybet berîya hilbijartinên herêmî li Tirkîyê ku di adara 2024 de dê li dar bikevin. .

Pêkanîna sîyasetên hundirîn: Tevgerên islama sîyasî mîna Ixwanûlmuslimîn û AKP, bikaranîna sîyasetê keysbaz, xapînok û beregmatî ne, hemî derfet û rêbazan ji bo bidestxistina desthilatdarîyê û pêkanîna pirojeyên xwe yên islamî pêk tînin, lewra Erdogan ku koçberên sûrî bi Mûhacrîn ( koçber) û tirk jî bi Ensar (alîgir) bi nav dikrin û çekdarên sûrî weke çete û xwefiroş ji xwe re bikar anî di Sûrîyê, Lîbîya , Nagornî Kerebax û li dijî Xweserîya Demoqratîk û Tevger Azadîyê de, piştî ketina Tirkîyê ya aborî û hewildana başkirina têkilîyên xwe bi dewletên Erebî û cîhanê re, dest bi pêvajoya xwe ya ji wan ruhakirin daye despêkirin û bi şêweyekî nemirovane û ketûber sûrîyan davêje deverên dagerkerî (Efrîn , Girê ipî û Serê kanîyê ) him ji ber tengavîya aborî, bilindbûna asta nijatperestîyê li himber sûrîyan û him jî ji bo guhertina demografîk di deverên kurdî de û ferzkirina hebûna xwe di sûrîyê de, ew jî di bin navê pirojeyên mirovî de. Li himber kurdan jî sîyaseta reşkirina PKK, HDP û tengavkirina sîyasetmedar, rewşenbîr, rojnemevan û pêşengên gelê kurd  û rêvekirina ji Hûda par û hişmendîya islama sîyasî ya radîkal re li Kurdistanê daye pêş.

Pêkanîna sîyasetên derve:

Piştî hilbijartinên serokkomarîyê, Erdogan fermandarên yekîneya Azofê ya Ukrayînayê  ku di lihevkirineke bi Rûsîya  re Tirkîye ew li ba xwe girtibûn û soza ku wan radestî Ukrayînayê neke, ta şerê bi Rûsîya  re neqede, Tirkîyê ew radestî Ukrayînayê û di civîna Natoyê ya li Lîtwanîya di 11-12 têrmeha 2023 de,  Erdogan daxwaznameya Siwêdê ji bo tevlêbûna di Nato de pejirand û di hemandemê de piştgirîya tevlêbûna Ukrayînayê jî ji bo Natoyê kirîye , ev her du gav dîyar kirine ku Tirkî piştî hilbijartinên serokkomarîyê xwe ber bi Nato û Amerîka de dibe û dê bi Rûsîya  re têkeve nava nakokîyan de ku Erdogan hêvî dike ku dê karibe serokê Rûsîya yê Potîn bide razîkirin, ji ber dosyeyên hevbeş di navbera wan de hene û hewcedarîya Rûsîya bi Tirkîyê di şerê li Ukrayînayê.

Di nava cîhana Erebî de jî Tirkîyê bi Siûdî, Îmarat û Misir re, têkilîyên xwe vegerandinse û hêvîya rakirina aborîya xwe ji van lihevkirinan kirîye, lê belê ji bona Sûrîyê û Iraq  û ji ber hebûna deskeftîyên gelê kurd di van welatan de û hebûna pirojeya “Mîsqa milî”, Tirkîyê sîyaseteke cuda daye meşandin. Sîyaseta Tirkî li himber Sûrîyê, di çarçovaya pêkanîna “mîsaqa milî” de tevgerîya ye, lê belê di paş perdeya ewlehîya Tirkîyê de û parastina yekîtîya axa sûrîyê û şerê bi terorê re, lewra di dema ku Tirkîyê lihevkirina bi rêjîma şamê re berîya hilbijartinên serokkomarîya Tirkîyê tanî ziman û amadebûna xwe ji bo vekişîna ji axa sûrîyê zehmet nedidît, piştî hilbijartinan, nevekişîna ji axa sûrîyê eşker kir û pê re jî baregeh û bendên xwe yên leşgerîyê di deverên dagerkirî de zêde kirin, her wiha rasterast tirkkirina wan deveran daye pêş, nasname û belgeyên sûrîyan ji wan kişandîye û nasname û belgeyên Tirkî li wan belav kirîye, zimanê Tirkî sepandîye û herêmên dagerkirî weke eyaleteke Tirkî pergal kirîye, lê belê di heman demê de jî bi hin dayînên aborî û bazerganî û sozên nejidil, dixwaze Sûrîyê têxe nava sîyaseta xwe ya pêkanîna “mîsaqa milî” û Sûrîyê bikşîne şerekî hevbeş li himber kurdan û Rêveberîya Xweser û hebûna xwe di Sûrîyê de rewa bike.  Di Iraqê de sê armancên Tirkîyê yên sereke hene ku weke stratejîk nêzîkî wan dibe:

  • Nehiştina avabûna dewleteke kurdî di Başûrê Kurdistanê de, cûdakirina Kerkûkê ji herêma Kurdistanê û dîyarkirina çaranûsa Kerkûkê weke herêmeke Tirkemen.
  • Cîbicîkirina baregehên leşgerî di herêma Kurdistanê de û bidestxistina rewabûna hebûna hêzên xwe y leşgerî di herêmê de.
  • Têkbirina Tevgera Azadîyê û beşdarkirina PDK û Bexdayê di şerê li himber PKK de.
  • Tunekirina herêma fedral û amadekirina rewşê ji bo dagerkirina Başûrê Kurdistanê û bi taybet Kerkûk û Mûsil, eger derfetên sîyasî û rewşa dever û cîhanê guncaw bin, ji bo temamkirina “mîsaqa milî”.

Weke em dizanin Tirkîyê herdem dîyar kirîye ku wan PKK ji holê rakirine, naxwe  çima alîkarîya Iraq û herêma Kurdistanê (PDK) dixwaze? Lewra Seredana wezîrê karê derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan li Iraq û herêma Kurdistanê, lidarxistina civînên cûda cûda bi berpirs û rayedarên wan re, daxwazkirina ji Iraq û herêma Kurdistanê ku PKK di lîsteya terorê de bi cî bikin û li himber tevgerê bi Tirkîyê re tev bigerin, rastîya sîyaseta qirker ya Tirkîyê li himber gelê kurd û nerîneke ketî ya Tirkîyê ji Iraq  û herêma Kurdistanê re nîşan daye. Hakan Fîdan bazaran dike  “ hûnê bi me re li himber PKK şer bikin an jî em ê we tî bikin, li himber PKK şer bikin an jî derbaskirina petrola Iraqê di Tirkîyê re wê nebe “! Di bin navê hevbeşîya berjewendîyan , cÎrantî, dostanî, bazerganî û metirsîya ji PKK li ser herêma Kurdistan (PDK), di milekî din de sûdgirtina ji hişmendîya şoven ya hin rayedar û partîyên Sune û Şîaa li himber kurdan û dîyarkirina metirsîya avabûna dewleteke kurdî li ser her du welatan, dixwaze bi alîkarîya Bexdayê pêkanîna “mîsaqa milî” hêsan bike.

Gelo Iraq  û PDK wê daxwazên Tirkîyê bipejirînin?

Piştî helweşîna rêjîma Sedam Husên li Bexdayê di 2003 de, Iraq ketîye bin serwerîya eşkere ya Îranê, ew jî tevî hebûna Amerîka di Iraqê de û avakirina ferwerîyeke weke xwe, çimkî piranîya partî û kesayetên ku cihê xwe di nava ferwerîya Bexdayê de girtibûn, ew bi xwe girêdayî Îranê bûn, her wiha bi derketina Daişê di 2014 de û belavbûna wê di Iraq û Sûrîyê de, derfet li ber Îranê vekir ku xwe di her du welatan de bi hêz bike û bi rêya yekîneyên Heşda Şeebî serwerîya xwe berde ser gelek deverên stratejîk;  him li Sûrîyê û him li Iraqê û di bin navê alîkarî û piştgirîyê de, derbasî nava cihên biryarê di her du welatan de bûye , lewra û dema em dizanin ku di navbera Tirkî û Îranê de; tevî ku dosyeyên hevbeş hene, lê berjewendîyên wan yên stretîjîk di deverê de berevajî hev in,  pêwist e em bizanibin ku xistina PKK di lîsteya terorê de ji hêla Bexdayê eger bike wê ne di berjewendîyên Îranê de be ku naxwaze Tirkî bi rehetî li Iraq û Sûrîyê tev bigere û li ser hesabê Îranê xewnên xwe yên osmanî pêk bîne, her wiha Iraq bi xwe jî PKK teror nabîne him ji ber ku tu metirsîya PKK li ser Bexdayê tineye û tu carî PKK li himber Iraqê neketîye dijminahîyê, her wiha Iraq  giranîya PKK di nava Kurdistan bi giştî de dizane û ne hewcedarî çêkirina dijminekî ye ku Tirkîyê weke dewleta duyem di Nato de zêdeyî 40 salî bi hemî derfetên xwe nikarîbû PKK tune bike û PKK fişareke mezine li himber Tirkîyê ye û ev jî di xizmeta berjewendîyên Iraqê de ye, lê ji ber ku Tirkîyê mijara avê û pitrolê xistiye rojevê li himber dijminahîya bi PKK re, hebe hin alî di Iraqê de helwesteke erênî bi daxwazên Tirkîyê re bidin, lê belê di asta giştî gumana herî li pêş ew e ku Iraq dê nepejirîne. Ji bo herêma Kurdistanê, di 2007 de serokê herêma Kurdistanê yê berê R.Mesûd Berzanî gefa rakirina 30 milyon kurd di Bakûrê Kurdistanê de li himber Tirkîyê dabû, ji ber daxuyanîyên Tirkîyê di derbarê Kerkûkê de û destwerdana Tirkîyê di karûbarên Iraqê yên hundirîn de, her wiha Erdogan jî ku di wê demê de serokwezîrê Tirkîyê bû, destnîşan kiribû ku êdî Berzanî sînorê xwe derbas kirîye û gotibû bela kurdên Başûr  gotinên ku nikarin barê wan hilgirin nebêjin, bela asta xwe nas bikin, dibe ku ji ber gotinên xwe werin perçiqandin !! Hingê dilê kurdên herçar perçeyên Kurdistanê li Başûrbû, sabareke (statû) kurdî ava dibû û Kurd amade bûn di ber wan deskeftîyan de berxwedanê bikin, lê belê Tirkîyê destwerdana Başûr kir, Tirkemen di Kerkûkê de bi hêz kirin, bi dehan baregehên leşgerî li Başûr ava kirin , çîya û gundên herêma Kurdistanê bumbebaran kirin, pêngavên leşgerî di axa Başûr de dan meşandin, ev tev de di bin navê têkilîyên cîrantîyê û berjewendîyên aborî de, lê gelo çima PDK ev sîyaseta Tirkîyê pejirand  ?

Bê guman Tirkî dewleteke weha ye ku di qirkirin û têkbirina deskeftîyên gelên kurd de pispor e, hemî rê û rêbazan bikar tîne, eger bi leşgerî nikaribe kurdan têk bibe, sîyaseta xapandinê dike, kurdan tîne li himber hev, pilanan bi dewletên ku Kurdistan di nava xwe de dabeş kirine datîne, bazaran bi dijmin û dostan re dike ku sabareke kurdî ava nebe, jixwe di derbarê Başûrê Kurdistanê de jî sîyaseteke piralî daye meşandin. Piştî tengavbûna Tirkîyê di serwextkirina Amerîka de ji bo avanekirina herêma Kurdistanê û metirsîya ji derketina Başûrê Kurdistanê ji nava pencên wê, Tirkîyê darê zorê daye alî û bi sîyaseta nerm xwe berdaye nava reh û dilê Kurdistanê, bi PDK re ketîye nava têkilîyên aborî, ewlehî û sîyasî de ku Tirkîyê di van têkilîyan de sûd ji rewşa sîyasî li Iraqê bi giştî û bi taybet ji nakokî û dijberîya partîyên sîyasî yên Kurdistanî girtîye, lewra di nava van tevlihevîyan de û ji bo ku PDK xwe weke hêza sereke ya serwerîya Kurdistan dike nîşan bide, Tirkî palpişt dîtiye û Tirkîyê jî PDK weke pira ji bo xwe di başûr de fireh bike dîtîye, dema ku em dizanin ku nepejirandina çi sabareke kurdî di deverê de ji stratejîîya bingehîn ya Tirkîyê ye, pêwist e em bizanibin ka çima Tirkî piştgirîya PDK dike û çima PDK rastîya metirsîya Tirkîyê paşguh dike?

Çima Tirkîyê piştgirîya PDK dike?

  • Li himber Îran û alîgirên wê di Iraqê de, PDK weke kaxeta xwe dibîne.
  • Li himber YNK , PKK dixe tevgerê û dike navbireke di navbera Rojavayê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê de.
  • Ji bo astengkirna bilinbûna hestên neteweyî di nava Beşên Kurdistanê de, ew jî bi rêya PDK nakokîyan di navbera tevgera sîyasî ya Kurdistanî de derdixîne.
  • Kontrolkirina kurdên Rojavayê Kurdistanê bi rêya partîyên kurd di Rojavayê Kurdistanê de ku biryara xwe ji PDK`a Başûr werdigirin (ENKS).
  • Belavkirin û avakirina baregehên leşgerî di deverên di bin serwerîya PDK de, bêyî ku tu astengî ji hêla PDK derkeve û bi rêya van baregehan Başûrê Kurdistan kontrol bike.
  • Sûdgirtina ji tevgera bazerganîyê di navbera Tirkî û Başûrê Kurdistanê de, her wiha belavkirina çanda Tirkîtîyê bi şêwazekî nerm li herêmê.

Çima PDK bi têkilîya bi Tirkîyê re raziye?

Ji bo ku PDK xwe di serwerîya Başûrê Kurdistanê de mayinde bike, hewcedarî aborîyeke xurt û palpiştekî ye, lewra ji Tirkîyê baştir nabîne bi sedemên mîna:

  • Derxistina petrolê di nava axa Tirkîyê re dûrî çavdêrîya Bexdayê.
  • Sûdgirtina ji dergehên bi Tirkîyê re û vebûna herêma Kurdistanê bi ser cîhanê de.
  • Wergirtina razîbûna Tirkîyê bi rêyên têkilîyên aborî û bazerganî ku metirsîya Tirkîyê ji Başûrê Kurdistanê sivik bike.
  • Hebûna nakokîyên PDK bi Bexda, PKK, YNK û tevgerên sîyasî di Başûrê Kurdistanê de û hêvîkirina piştgirîya Tirkîyê li himber metirsîyan. guman herêmeke weke herêma Başûrê Kurdistanê ku erdnîgarîya wê naghêje tu deryayan, di nava çar dewletên ku ta roja îro hebûna doza kurdî û rastîya kurdan napejerînin de, hewcedarîya herêmê bi avakirin û geşepêdanê heye, li ser rêveberîya Başûr disepîne ku xwedî têkilîyên cûr bi cûr be û xwe ji nakokîyên herêmî biparêze, lê belê di nava çi têkilîyan de bijî? Hin xalên sereke hene ku nabe rêveberîya başûr ji bîr bike, mîna:
  • Têkilîyên bi derdorê re ne li ser hesabê doza kurdî li perçeyên din yên Kurdistanê be û eger nikaribe piştgirîya van perçan bike jî, nabe ku li dijî berjewendîyên van perçeyan jî tev bigere.
  • Asta têkilîyan negihêje asta destwerdan û sepandina desthilatdarîya dewletên herêmî li ser herêma Kurdistanê.
  • Di têkilîyan de xwe radestî yek alî neke û hemî hêvîyên xwe li ser yek dewletê ava neke.
  • Têgihiştina stratejî û armancên dewletên ku têkilî bi wan re têne danîn û mebestên sereke yên wan dewletan ji herêmê.

Lê gelo di nava van çarçoveyan de têkilîyên PDK bi Tirkîyê re hatin bi rêve birin? Di nava van têkilîyan de Tirkîye bû xwedîyê gotina sereke di herêmê de, bi taybet di deverên di bin serwerîya PDK de , di 28. 1. 2019 de rojnemeya Elşerq Elewset dîyar kiribû ku zêdeyî 20 baregehên Tirkîyê yên leşgerî li herêma Kurdistanê hene ku bi peymaneke di navbera Hewlêr û Enqerê de di 1995 de hatine avakirin ji wan jî baregeha herî mezin ku di balefirgeha Bamirnî li bakûrî bajarê Dihokê ye, her wiha bi dehan navendên leşgerî û saloxgerî jî hatine avakirin, mîna;  Batûfa, Kanîmasî, Singê, Bîkova, Zaxo, Şêladizê û had. Tevî ku perlemena Kurdistan hebûna van baregehan carcarn redkirîye û ew li dijî zagonên herêma Kurdistanê û destûra fedral nirxandine jî û di 12. 5. 2003 de daxwza derketina Tirkîyê ji Başûrê Kurdistan kirine jî, lê belê baregehên Tirkîyê û hebûna wê berdewam kirîye û zêdetir jî bûne, li gorî  Xalib Mihemed perlementerê kurd ku ji malpera ( Bexdada Elyewm) re di 18. 5. 2023 de  ragihandibû,  zêdeyî 41 baregehên Tirkîyê li Başûrê Kurdistanê hene û tev de jî di herêmên di bin serwerîya PDK de ne! Lewra têkilîyên bi Tirkîyê re ne têkilîyên herêma Kurdistanê ne bi qasî ku têkilîyên PDK ne berjewendîyên herêma Kurdistanê derbas dike, ji ber yek alî ye û ne biryareke ferwerîyeke hevbeş ya herêma Kurdistanê ye û hebûna van baregehan li himber Kurdistanîyan têne bikaranîn. Tirkî rasterast destwerdana sîyaseta herêma Kurdistan  û nakokîyên wê dike û piştgirîya alîyekî li himber alîyekî din yê Kurdistanî dike. Tirkî herêma Kurdistanê weke axa sînorê xwe dibîne û bi rehetî êrîş û pêngavên leşgerî, her wiha bombebarana deverên Başûrê Kurdistanê dike. Tirkî sîyaseta ku dixwaze ferz dike û destwerdana karûbarên hundirîn yên herêmê dike û tevî hemî bangên Kurdistanî û Iraqî jî, PDK bê denge û Tirkîye jî xwe firehtir dike di başûr de. Lewra têkilîyên  bi Tirkîyê re ne li ser bingehê berjewendîyên herêma Kurdistanê pêk hatine, ne li ser biryareke hevbeş ya ferwerîya Başûr hatiye, ne li ser erêkirina tevaya partîyên Kurdistanî hatine, bi tenê PDK razî ye, naxwe hemî mercên têkilîyên rewa bi derdorê re di van têkilîyan de peyda nabe û  ji ber yek alî ne em dibînin ku Tirkîye jî dikare fişarên mezin li ser PDK bike, wê bikşîne nava nakokîyan bi tevgerên kurdî re, li himber Tevgera Azadîyê bide xebitandin û wê bê helwest bihêle.

Di encamê de :

Ji 1991 ve derfeteke zêrîn ji Başûrê Kurdistanê re hatibû, bingeha herêmeke fedral dihate danîn û kurdan dikarîbû sûdê ji rewşa heyî bigrin bi taybet ku hêzên mîna Amerîka, Birîtanîya û Ferensa herêma Başûrê Kurdistanê weke herêmeke parastî ragihandibû li pey koçberîya melyonî ya kurdan li pey êrîşên ferwerîya Iraqê li ser Kurdistanê, lê belê hişmendîya malbatî û desthilatdarîyê, tevgerên kurd xistine nava şerên navxweyî û ta 2003 berdewam kirîye, di 2006 de herêma Kurdistanê di destûra Iraqê de weke herêmeke fedral hate erêkirin, lê belê herêm nebû yek û hişmendîya partîrî û malbatî berdewam kirîye û nakokîyên tevgerên kurdî jî bidawî nebûne, ji bilî nakokîyan jî, nexweşîya desthilatdarîyê û hişmendîya heta heta di serwerîyê de mayîn, hiştiye ku Başûrê Kurdistan bibe mîretiyeke malbatî û tê de bav desthilatdarîya xwe vediguhêze lawan û law jî vediguhêzin nevîyan û ji bo desthilatdarîya xwe cibicîkirinê, ketin nava têkilî û hevbendîyên ku weke kes û malbat sûdê jê digrin, lê belê welatekî jî pê re wenda dikin. Hingê jî serdana Hakan Fîdan wezîrê karê derve yê Tirkîyê ji Iraq û herêma Kurdistanê re û li gor me diyar kir bê çima Iraq  nikare PKK teror bibîne , lê PDK  li ber rewşeke zehmet û tengavîyê deye, di milekî de nikare daxwaza Tirkîyê bipejirîne,  ji ber raya giştî ya Kurdistanîyan û di milekî de jî neçar e li ber Tirkîyê PKK bi teror jî bi nav bike, lê belê wê bi Tirkîyê re tevbigere hebe ne leşgerî be jî, lê belê wê di milê saloxgerîyê, tengavkirina tevgera Gerîla û reşkirina Tevgerê de dê tev bigere û tevgerîya ye jî, jixwe Tirkî jî lezê li avêtina gavan dike, ji ber hewildanên Amerîkî hene ku ferwerîyeke hevbeş, artêşeke pêşmerge hevbeş li ser partîyên Başûrê Kurdistan bisepîne û pêkhatina van xalan ne li gor berjewendîyên Tirkîyê ne.

زر الذهاب إلى الأعلى