Ji morkirina peymana Lozanê ya di 1923 de ku di encamê de gelê kurd xwe belavî çar dewletên nûavabûyî de (Tirkî – Îran – Sûrîyê ) dîtiye, gelê kurd bênavber ji şoreşekê derbasî şoreşeke din bûne û li hember neheqîya Lozanê ji bo bidestxistina azadîya xwe bi sedhezaran şehîd dane.
Şoreşên kurdan ji ber sîyasetên navneteweyî li hember Rojhilata Navîn û Kurdistanê, ji 1923 ta 1991 de bi komkujî, wêrankirin, penaberkirin û talankirina Kurdistanê li herçar perçeyan bi encam bûne. Peyva “dostê kurdan ji çîyan pê ve tune ne”, ji vir hatiye, lê di heman demê de jî peyva ku dibêje Kûrd nabin tiştek û peyva “kew dijminê qewmê xwe ye” jî ne ji ber xwe ve hatine.
Mijara bê dostanîya ji kurdan re, bê guman ta asteke bilind girêdayî sîyasetên navneteweyî, peyman û lihevkirinên ku ji 1923 û şûn ve li ser Rojhilata Navîn û gelê kurd hatine kirin û meşandine ku ew jî ji sedemên sereke ne ku nehiştine kurd bighên mafê xwe û li hember kiryar û hovitîya dewletên ku gelê kurd di nava wan de hatine parvekirin de, xwe bê deng û nebihîstî kirine.
Ji Kurdan Re Derfet
Di 2 tebaxa 1990 de artêşa Iraqê dewleta Kiwêtê dagir kiribû û li ser vê dagerkirinê Hevpeymana navneteweyî ji bo rizgarkirina Kiwêtê ku ji 32 dewletan bi serkêşîya Amerîka hatibû avakirin, dest bi şerê rêjîma Bexdayêkiribû, ev şeraya ji bo kurdan derfetek bû ku li hember rêjîma Bexdayêrabin û di wan rewşan de mafên xwe bi dest bixin bi taybet ku Iraq ji şerê kendavê yê yekem (Iraq û Îran) ve lawaz bibû û di vekişîna ji Kiwêtê artêşeke têkçûyî li pey xwe hiştibû, jixwe hemû texmîn ew bûn ku dê Hevpeymana Navneteweyî rêjîma Bexdayêhilweşîne, lewra di adara 1991 de ji bajrê Ranîyayê ya girêdayî parêzgeha Sileymanîyê li Başûrê Kurdistanê, raperîna gel dest pê kiribû, lê belê di sîyaseta Amerîka û Hevpeymanê de helweşandina rêjîma Bexdayêtune bû, lewra gelê kurd li Başûrê Kurdistanê û şîîa li başûrê Iraqê bibûn qurbanî ji texmîn û hêvîyan re û diktatorîya Sedam Hisên bi hovane êrîşî Kurdistanê kir ku bûye sedema despêkirina koçberîya melyonî ya gelê kurd ber bi sînorên Îran û Tirkîyê ve ku Başûrê Kurdistanê ketibû nava rewşa tunekirinê, lewra û li ser daxwaza Frensayê Encûmena Ewlehîyê ya Navneteweyî biryara 688 di 5 nîsana 1991 de derxist ji bo parastina kurdan, êdî paşê Frensa, Birîtanîya û Amerîka di 17 û 23 nîsana heman salê de qedexeya ezmanî li ser Başûrê Kurdistanê sepand.Bê guman biryara qedexekirina ezmanî û vekîşîna rêjîma Bexdayêji Başûrê Kurdistan , derfeteke ji kurdan zêrîn bû.
Partîyên Kurdistanî Û Herêma Biewle
Kurdên Başûrê Kurdistanê kêfxweşîya xwe bi avabûna herêmeke parastî zû wendakiribûn, rêjîma Bexdayê li Kurdistanê nemabû, lê belê partîyên Kurdistanî li ser pêmayên wî li hev nekirine û li şûna ku herêmeke azad, demokrat û yekgirtî ava bikin, derbasî nava nakokîyan bûne.
Di 1992 de hilbijartinên berlementoya Kurdistanê hat li dar xistin û delegeyên perlemenê nîv bi nîv di navbera PDK û YNK de hatibûn parvekirin, lê belê ji 1994 û ta 1997 de her du alî ketine nava şerekî xwekujîye ku di encamê de her du alîyan alîgirên hev ji herêmên xwe penaber û talan kirinibûn, her wiha zêdeyî 5000 pêşmerge û sifîl jî bûne qurbanî ku her aliyekî ji wan destê xwe daye dewleteke herêmî ku tu carî azadîya Kurdistanê napejerînin, PDK destê xwe daye Tirkîyê û rêjîma Sedam Hisên û YNK jî destê xwe daye Îran, êdî herêma parastî li şûna ku bibe Kurdistan eke azad û bingeheke ji azadîya perçeyên din yê Kurdistanê re, bû qadeke ji nakokîyên malbatî û baregeheke ji saloxgerîya Tirkî û Îranê re ku di encamê de Başûrê Kurdisatnê di navbera PDK û YNK de hatibû parvekirin ku ta roja îro jî herêm du perçe ye û her perçeyek xwedî hêzên taybet û dezgehên taybet in ku tev de jî girêdayî her du partîyane jixwe lihevhatina her du alîyan û rawestandina şer di navbera wan de ne ji bawerîyeke neteweyî hatibş, lê belê ji ber destwerdana Amerîka û Birîtanîyayêbû.
Helwestên Tirkî Û Îranê Li Hember Herêma Kurdistanê
Dewletên ku Kurdistanê di navbera wan de hatiye parvekirin, ji bilî sîyasetên navneteweyî ku gelê kurd û doza wî ji bo berjewendîyên xwe paşguhkirine, van dewletan bi dehan peyman, hevgirtin û hevbendî avakirine ku di nava xwe de kurdan bê vîn û bê deng bikin û wê tune bikin, rast e di nava wan de nakokî û dijminahî jî li ser gelek dose, berjewendî û nakokîyên dîrokî hebû, lê belê bilindbûna asta doza kurdî di çi perçeyî de be nakeve rajeya (xizmt) wan de, lewra avabûna herêmeke kurdî ya azad, bihêz, aram û hevgirtî dikeve rajeya kurdan de, lê ji bo van dewletan metirsî ye, hingê jî heger hêzên Kurdistanî êzingê şerê navxweyî bûn ji 1994 û ta 1997, lê belê ardûya gurkirina van şeran jî Tirkî û Îranê bûn.Bê guman sedemên ku dihêlin Tirkî û Îran bi hesanî destwerdana herêma Başûrê Kurdistanê bikin, nakokîyên van partîya bûn ku xwe dispartin van dewletan, da ku ji hev biparêzin.
Tirkîye:
Komara Tirkîyê ya ku li ser pêmaya osmanî di 1923 de hatiye avakirin, xewna vegerandina herêmên ku di dema osmanîyan de desthilatî lê dikirin û ji ber peymanên navneteweyî ji dest çûye, ji bîr nekiriye, her wiha hebûn û nebûna komara heyî jî bi tunekirina gelê kurd û doza kurdî ve girêda ye, lewra li hember çi destkeftîyên kurdan di çi herêmê de be tevgerîya ye, him li Bakûrê Kurdistanê û perçeyên din yên Kurdistanê û him jî di cîhanê de, di sîyaseta xwe ya tunekirina gelê kurd de, Tirkîyê gavên pir mezin di Bakûrê Kurdistanê de avêtibûn, ji 1925 ta1950 de Tirkîyê Bakûrê Kurdistanê serûbinî hev kiribû ku li ser çand, ziman û dîrok, wêrankirin û komkujîyên bêjimar pêk anîbûn ku ketibû wê bawerîyê ku doza kurdî nema ye û ne jî kurd mane. Cewahir Lal Nehro (serokwezîrê Hidisanê di 1947 de), di derbarê helwesta Tirkîyê li hember kurdan wiha gotibû:”Ew tirkên ku di dema dawî de ji bo bidestxistina azadîya xwe têdikoşin, rastî kurdên ku li azadîya xwe digerin hatin, mirov matmayî dimîne ku neteweyek xweparastî dibe neteweyeke tûndrew û şerê ji bo azadîyê dibe şerê ji bo desteserkirina li ser gelên din “
Tirkîyê tu carî Başûrê Kurdistanê weke herêmeke kurdî nedîtiye û di nava “mîsaqa milî” de ew beşeke ji xaka Tirkîyê dîyar kiriye û di çi demê de be ew ê –weke ku ew dîyar dikin – dê bi ser Tirkîyê de vegerînin û li ser vê sîyasetê li hember çi deskeftîyên kurdan hebin derketiye,lewra di 2003 de ew li dijî beşdarbûna kurdan di helweşîna rêjîma Sedam Hisên bû û li dijî derbasbûna pêşmerge li Kerkûkê re bû, her wiha di 2006 de jî li dijî fedralîkirina Iraqê bû û carcaran gefên dagerkirinê li Başûrê Kurdistanê kiribû, lê belê bi despêkirina buhara gelan re û pêşketina kurdan di Rojavayê Kurdistanê de, Tirkîyê têkilîyên xwe bi PDK xurt kir, ew jî li ser bingeha têkbirina kurdan ne li ser bingeha cîrantî an jî dostanîyê, jixwe di gelpirsîna serxwebûnê ya ku PDK di 2017 de li darxistibû, Tirkîyê rûyê xwe yê eşkere şanî PDK kiribû û bêrêziyeke mezin jî li kesayetîya serokê berê yê herêmê Mesûd Berzanî kiribû, hingê jî têkilîyên Tirkîyê yên aborî, sîyasî û ewlehîyê bi PDK re demikî ne û girêdayî rewşa kurdan di herêmê de li pey bidawîhatina şerê di Ukrayînya de ye, neserkeftina kurdan di Sûrîyê de û lawazkirina PKK heger bibe, Tirkîyê heta dawî di têkbirina Başûrê Kurdistanê de tev bigere û li tersî wê jî eger kurdên Rojava bi ser bikevin, Tirkîyê dê herêma Kurdistanê bi kar bîne, da ku tu li hev kirin an jî têkilîyên kurdî – kurdî li pêş nekevin, lewra Tirkîyê li hember herêma Kurdistanê siyaseteke keysbazîyî dimeşîne û îro berîya sibe li têkbirina wê digere, di milekî din de jî Tirkîyê li hember pêşketina Îranê li Iraqê, herêma Kurdistanê weke çepereke parastinê ji xwe re bi kar tîne.
ÎRAN:
Di desthilatdarîya li ser Rojhilata Navîn de, dewleteke ji dewletên xwedî dîrokeke dirêj e û xwedî imperetorî bû , Îran jî weke Tirkîyê ji mafê xwe dibîne ku serwerîya xwe li ser herêmê bike , eger weke Tirkîyê ne bi şêwazê dagerkirinê be jî, lê bilê bi rêya alîgirên xwe û avakirina girûp û tevgerên şîî serwerîya xwe fers dike , di Iraqê de piştî têkçûna rêjîma Bexdayê di 2003 de ku weke rêjîmeke sinî dihat binavkirin û bi destxistina tevgerên şîî ji serwerîya Iraqê re li gel kurdan , Îran şaxên xwe berdaye nava sîstem û rêjîma nû û di nava şerê bi Daişê re ji 2014 de yekîneyên girêdayî xwe bi navê Heşdaşabî di nava Iraqê de belav kiriye û li pey gelpirsîna Başûrê Kurdistanê di 2017 de , Heşdaşabî Kerkûk ku dilê Kurdistanê ye, bi fermana Îranê ji destê kurdan girti. Îranê li hember têkilîyên PDK bi Tirkîyê re , têkilîyên xwe bi YNK re xurt kiriye, anku Tirkî û Îran di têkbirina herêma Kurdistanê de him hevbeş in û him jî dijber in û bi rêya her du partîyên kurdî di nava hevrakêşandinê de ne. Hebûna baregehên Amerîka li Başûrê Kurdistanê , metirsîyan ji Îranê re çêdikin bi taybet ku di Sûrîyê de jî Amerîka Îranê tengav dike û gelek şîrovekarên siyasî dîyar dikin ku Amerîka dê rêya di navbera Sûrîyê û Îranê de bibire , hingê jî ne gengaz e ku Îran bê deng bimîne û ji bo derxistina tengavîyan ji Amerîka re, wê li Başûrê Kurdistanê tevgeran bike , çi fişarên aborî , siyasî û diblomasî bin û çi jî leşkerî bin ku herêmê tev li hev bike . Lewra fişarên Îranê li ser Bexda û herêmê ji bo bêçekkirina tevgerên kurdên Rojhilatê derxistina wan ji Iraqê, di milekî de ji encamên hevdîtina wezîrê karê derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan bi wezîrê karê derve yê Îranê Ebdilehîyan re ye ku li ser tevgerkirina li dijî PKK û PJAK li hev kirine, jixwe di milekî din de jî lêgerîna Îranê li pêkanîna fişaran li ser baregehên Amerîkî û gefên pêşwext in, ew jî heger Amerîka rêgirtina di navbera Îran û Sûrîyê de têxe meriyetê de, lewra herêmeke Kurdistanê ya lawaz û ji hevketî di armancên Îran de ne û di têkbirina çi deskeftîyên kurdan de bi Tirkîyê re hevbeş e.
NAKOKÎYÊN MALABATÎ YÊN PDK-YNK WÊRANKER IN
Ji 1991 û ta roja îro ku zêdeyî 32 salan di ser avabûna herêma Kurdistanê weke herêmeke azad re derbas bûye, ji bilî hin geşbînîyên ku di 2003 de dîyar bibûn û kurdên Başûr bi nûnertîya PDK-YNK kêfxweşîya serkeftinê jîyan kirine ku serokên her du partîyan Mam Celal Telbanî (YNK) û Masûd Berzanî (PDK) bi hev re û bi yek dengî beşdarî avabûna Iraqa nû ya li pey helweşîna rêjîma Sedam Hisên dibûn û bibûn hêzên sereke di Iraqê de ku dikarîbûn sîyaseta Iraqê ya hundirîn û derve bi rêve bibin, her wiha Mam celal postê serokkomarîyê û Masûd Berzanî jî postê serokatîya Kurdistanê wergirtibûn, dûbare ew hêvî û kêfxweşîya kurdên Başûr di nava nakokî , ezezîtî ,malbatî tevger kirin , ji hêla PDK û YNK ve badîhewabûne, bi taybet piştî gelpirsîna serxwebûnê di 2017 de û rijdebûna PDK di lidarxistina wê de, bêyî ku nakokîyên hundirîn , mijara serokatîya herêmê û bidestxistina raya Navneteweyî , bidestxistina erêkirina Amerîka û Ewrûpa çareser bike ku di encamê de dilê Kurdistan Kerkûk û herêmên ku li se,r wan hevrakêşandin hene di nava 24 demjimêran de ji dest wan derket û herêma Kurdistan ketiye li jêr gef û guryanên Tirkîyê ,Îran û ferwerîya navendî ya Bexdayêde , her wiha her du partîyên kurd PDK-YNK hev bi xîyanetê tewanbar kirine . Bê guman çûna herêmê ber bi pirojeyeke weha giring û dîrokî de , berîya wê pêdivî bi pir amadekarîyan hebû, weke:
- Yekkirina pêşmerge
- Lidarxistina Hilbijartinên serokatîya herêmê
- Lidarxistina hilbijartinên perlemena herêmê
- Lidarxistina kongreyeke neteweyî û beşdarkirina hêzên Kurdistanî di biryarê de
Her wiha di milê derve jî, amadekarîyên giring pêwistbûn, weke:
- Bidestxistina erêkirina hêzên Navneteweyî
- Xwendineke rast ji sîyaseta herêmî û navneteweyî
- Dema guncaw ji bo li darxistina gelpirsînê re .
Heger em bala xwe bidin van mercên hundirîn û derve, em ê bibînin ku tu mercên guncaw ji bo li darxistian gelpirsînê re ji bilî alîyê hestîyarî pê ve nebû . Lewra di pey gelpirsînê re nakokî û hevxîyanetkirinê des pê kiribûn û rastîya herêma Kurdistanê ya lawaz û hevnegirtî zelal bû, her wiha dûbare PDK Li razîkirina Tirkîyê û lihevkirina bi navendê re tevgerîya, lê belê li hemberî pir xwedaxistinên sîyasî , aborî û serwerîya herêmê , YNK jî sîyaseta PDK ya li hember xwe û hestkirina ku PDK lawazîya YNK bi kar tîne ku xwe li ser tevaya siyaset , aborî û diblomasîya herêmê ferz bike, nepejirandiye û di nava lihevkirin û nelihevkirinê de herêma Kurdistanê gihiştîyê asta ku bandora xwe û hêza xwe li hember navendê wenda bike û herêm ber bi perçebûneke hundirîn ve çûye .
DESKEFTÎYÊN DI NAVA METIRSÎYAN DE
Rewşa li herêma Kurdistanê bi tenê herêmê û paşeroja wê eleqedar nake , lê belê teyisandina rewşa li herêma Kurdistanê li ser her çar perçeyên Kurdistanê heye ,nakokîyên malbatî , têkilîyên yek alî , hev negirtin û berjewendîyên malbatîparastin ,hiştine ku herêma Kurdistanê kirîzên xwecihî , herêmî û navneteweyî jîyan bike û herêm bibe meydana cirîda planên Tirkîyê, Îran û ferwerîya navendî ya Bexdayê, her wiha dewletên navneteweyî jî herêma Kurdistanê herêmeke têkçûyî bibînin.
Di 2017 de, di dema lidarketina gelpirsîna serxwebûna herêma Kurdistanê de , serokê Tirkîyê Erdogan gef li herêmê xwaribûn û serokê herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî bi xîyanetkarîyê tewanbar kirbû û hişyarî dabû ku wê kurdên Başûr ji birçîna bikevin dema ku Tirkîyê qedexeya derbasbûna kemyonên xwe ji bo Başûr ragihîne .û gefa birîna xeta petrola ku di xaka Tirkîyê re derbas dibe dabû , ji xwe di heman demê de tevgera leşkerî jî xistibû nava tevgerê.
Her wiha Îran jî nepejrandina xwe ji gelpirsînê re ragihandibû, lê belê ne di hişkîya helwesta Tirkîyê de bû , dîyarkiribû ku ew Iraq hewcedarî aramî û aştîyê ye û ferwerîya navendî ya Bexdayê jî gelpirsîn şermezar kiribû û nepejirandibû û bi Tirkîyê re ketibû nava tevgerê. Bê guman gelpirsînê. herêma Kurdistan ji hêzbûn , bandor û rola wê ya li Bexdayêxistibû û ketibû rewşa xweparastinê, lê belê derfetên mezin wenda kirbû ku Kerkûk , herêmên bi nakok, derîyên sînorî û balefirgehên Navneteweyî jî ketibûn nava gefan û navendê doza kontrolkirina xwe li ser van herêman kiriye, lewra ji 2017 û şûn ve herêma Kurdistanê ber bi ji hev ketinê de çûye .
- PDK-YNK him di herêmê de û him jî li Bexdayê li hev nekirine
- Vegera PDK ji bo Kerkûkê ne tenê bûye cihê nakokîyan bi Heşdaşabî û Tirkemenan re , lê belê bi YNK ku tevgerên PDK yek alî dibîne û Kerkûk weke cihê xwe dibîne .
- Pirsa petrola herêmê û derbaskirina wê di Tirkîyê re bêyî erêkirina navendê, ketiye rojevê de û doz li Tirkîyê hatiye kirin ku di encamê de navend bi serketiye û Tirkîyê hatiye cezakirin bi dayîna zêdeyî milyar û nîvek dolar , lê belê Tirkîyê jî bar davêje li ser herêmê.
- Birîna derxistina petrolê di Tirkîyê re û qedexekirina pêkanîna herêmê ji peymanan bi kampanîya yên cîhanî re , rewşa aborî ya herêmê xistiye nava bobelatan de ku di encamê de metirsîya şerekî navxweyî ji ber tengavîyan li asoy nîşaneyên wê dîyar dibin .
DI NAVA DAGIRKERAN DE PEYMANÊN REŞ
Di gulana 2023 de kongreyeke bi amadebûna berpirsên Tirkî, Iraq , Îran, Sûriye , Urdin û meclisa hevkarîyê ya kendava erebî li ser vexwendina serokwezîrê Iraqê M.şeyaa Elsûdanî li Bexdayê li dar ketiye ,di kongreyê de Iraqê pirojeya gihandina bendera Faw li başûrê Iraqê bi Tirkîyê re, ew jî bi çêkirina rê û xetên tirênê ve ku ji derveyî xaka Kurdistanê ne bi armanca girêdana Asya û Ewrûpa bi hev ve pêşkêş kiriye !
Gelo çima di tevaya xaka Iraqê re derbas dibe û Kurdistan jê bê par dihêlin?
- Nehiştina derfetên mijûlbûna herêma Kurdistanê di serxwebûnê de, bi rêya tengavkirina herêma Kurdistanê di milê aborî de û hiştina wê ji derveyî têkilîyên navneteweyî ku bi tenê weke herêmeke xwecihî rêveberî bimîne , bi taybet ku derfetên bazerganîya petrolê ji dest herêmê tê kişandin û Kerkûk jî ji dest çûye
- Pilaneke Tirkî, Iraqî , Îran î û Sûrî hevbeş e û ne dûr e ji sîyaseta van dewletan li hember doza kurdî di her çar perçeyên Kurdistanê de
- Bersivdayîneke hevbeş e ji van dagirkeran li ser gelpirsîna serxwebûna di 2017 de û yek ji gurzeplanên têkbirina tevaya deskeftîyên kurdan e .
Dema mirov li van pirojeyan mijûl bibe, bê guman pêwist e xeyalên xwe vegerîne çawanîya birêveçûna pirgeşedan û bûyerên di herêmê de ku di nava 10 salên dawî de rûdane. Pirê caran me dîyar kiribû ku PDK ji ber nakokîyên xwe yên bi piralîyên Kurdistanî û Bexdayê re û ji bo mayindekirin û parastina herêma dibin serwerîya xwe de , ketiye nava pir peyman û têkilîyên ji xwe mestir de , bi taybet bi Tirkîyê re û ketiye nava pirojeyên wê de ku PDK sûdeke demikî û xwecihî girtiye lê belê jidestdayineke stratejîk ji dest daye ku dê teyisandina wê li ser tevaya destkeftîyên kurdan wê hebe , lewra vekişîna pêşmerge ji Şengalê di 2014 de li ber pêşketina Daişê, ne di çarçûva amadekirina Tirkîyê ji van pirojeyên aborî re bû ku pêwist dikir metirsîya hebûna Gerîla li derdora herêmên derbasbûna van rêyên bazerganî rake ? Tengavkirina Tevgera Azadîyê di Qendîl û Şengalê de , bêdengîya li hember xwefirehkirina Tirkîyê di Başûr de û zêdekirina wê ji baregehên leşkerî re, vegerandina sedemên êrîşên Tirkîyê di Başûr de ji ber hebûna PKK di herêmê de û tengavkirina YNK , heger PDK van gavan di xizmeta ewlehî û berjewendîyên herêmê de didît û dibîne , lê belê amadekirinin pir xerab ji hêla Tirkîyê ji bo tevaya deskeftîyên kurdan bû û di serî de herêma Kurdistanê ku ev pirojeya gîhandina Faw bi Tirkîyê ve yek ji van nîşaneyan e , her wiha nîşaneyên cûda jî hene, mîna serdeana wezîrê karê derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan li Iraqê û rasterast daxwazkirina şer li hember PKK , her wiha serdana wî li pey serdana Iraqê li Tehranê û bilindbûna asta gefên Îran ji herêma Kurdistanê re ku partîyên Rojhilatê Kurdistan ji sînorê Îranê dûr bixînin , her wiha êrîşa Tirkîyê û Îran ya hevbeş li hember PJAKê di demên cûda cûda de , pilana di bin navê şervanên EşÎran di Dêrazorê û Minbicê de li dijî HSD , derketina kirîza di Kerkûkê, gefên rêjîma Sûrîyê Îran û Tirkîyê ji Xweserîya Demoqratîk re, daxuyanîyên wezîrê karê derve yê Rûsîya Laverov li ser hewildana Amerîka ji bo avakirina dewleteke kurdî di Sûrîyê de; bê guman hevûdû digrin û peymaneke RûSî, Îranî, Tirkî û Sûrî derdixe pêş ku bêparkirina kurdan ji deskeftîyan, armancên hevbeş yên van dewlet û hêzan e .
DI ENCAMÊ DE
- Nakokîyên malbatî û di nava malbatan de parvekirina herêma Kurdistanê û mijûlbûna bi mayindekirina desthilatîya malbatan li ser herêmê , doza gelê Kurdistanê hatiye paşguhkirin û di encamê de herêmeke bê hêz û ji hevketî li beramber dagirkeran hiştine .
- Rast e rêjîma Sedam Hiseyn di 2003 de helweşîya û xelekek ji zincîra ku Kurdistan dorpêçkiriye hate şikandin , lê belê li pey gelpirsîna 2017 dûbare xeleka şikestî di nava zincîra dagirkeran de cihê xwe girtiye û bêjîyankirina herêma Kurdistanê , rêgirtina li ber azadîya Rojavayê Kurdistanê , tepisandina raperêna Rojhilatê Kurdistanê û ji holêrakirina Tevgera Azadîyê, ji van dagerkeran re armancên sereke ne.
- Rewşa lawaz û binketî li Başûrê Kurdistanê li pey gelpirsîna 2017 de, dagirkerên Kurdistan li ser her çar perçeyên Kurdistan gur kir û di serî de li ser Rojavayê Kurdistanê û Tevgera Azadîyê, her wiha herêma Kurdistanê derfetên xwe wenda kirin û weke lêborîn ji Tirkîyê û razîbûna Erdogan xwestin, ne M. Berzanî lêbelê Nêçîrvan Berzanî û Mesrûr Berzanî seredana Tirkîyê kiribûn ku heta dawî Tirkîyê dê wan li hember hevûdû û Tevgera Azadîyê de têxe tevgerê.
- Serok wezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Berzanî li gorî ragihandina rojavayî û malperên Iraqî, nameyekê ji serokê Amerîka Baydin re şandiye û li gor wan çavdêran tê de basa helweşîna herêma Kurdistanê dike û alîkarî û piştgirîyê ji Amerîka dixwaze? ê guman ji 1991 ta 2023 de heger herêma Kurdistanê xwedî yek hêzên pêşmerge ba, perlemeneke demoqrat û yek rêveberîya herêmê heba , herêma Kurdistanê nediket vê rewşa xerab de û dê pêşkêşîya birêvebirina tevaya Iraqê kiriba. Lewra çareserîya herî guncaw ew e ku nexweavêtina bextê Amerîka an jî Tirkîyê ye, lê belê kongreyeke neteweyî çareser ji hemû kêşeyên di herêmê û her çar perçeyên Kurdistanê de ye (yek helwesta partîyên Kurdistanê) ku herêma Kurdistanê bi hêz bibe, Rojavayê Kurdistanê bi hêz bibe û ji hev hêzê bigrin û helwesta xwe li hember geşedan û pilanan dîyar bikin, bihêzbûn û hevgirtina Başûr û Rojava dê hêvîyên mezin bidin Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê , di heman demê de serdema em tê de xurtan nas dike, kesên lawaz û têkçûyî nabîne