ANALÎZ

Rêjîma Sûrîyê Di Navbera Lihevhatina Hundirîn û Derve De

Piştî derbasbûna bêtirî dehsalan ji şerê Tirkîyê li dij Sûrîyê, Rûsya hewldaneke xurt dike ku her du rêjîmên Sûrî û Tirkîyê nêzîkî hev bike, ew jî di heman dema ku Rûsya çavdêrîya guftûgoyên di navbera rêjîma Sûrîyê û Encûmena Sûrîya Demokratîk (MSD) dike, lê rêjîma Sûrîyê bi piştgirîya welatên ku alîkarîya wê dikinm hewil dide ku van guftûgoyan bikar bîne, ew jî ji bo pêkanîna ajendeyên xwe; di serî de parastina hebûna xwe ya siyasî, leşkerî û ewlehî.

Alozîya Sûrîyê di sala 2011 de, ji ber sedemine hundirîn û derve dest pê kir, sedemên hundirîn mirov dikare wan bi siyaseta takepartî, desthelatdarîya ewlehî, binpêkirina azadîyê û newekhevîyê ve girê bide, her wiha bi nebaşîya rewşa aborî ve girê bide; ew jî tevî ku di salên dawî de berî alozîyê hinekî rewşa aborî baş bûbû. Lê sedemên derve bi cihê Sûrîyê yê jiyostratejîk û giringîya wê ji welatên hevrik e girêdayî ye, jixwe Tirkîyê bi pirojeya xwe ya dagirkirinê û bi peymana xwe ya niştimanî (mîsaq-i Millî), roleke sereke di herivandina Sûrîyê de ji hêla siyasî, aborî û civakî ve leyîst, ev rol jî bi rêya destêwerdana wê ya yekser û piştgirîya wê ya berdewam ji rêxistinên terorîst re ( komikên çekdar yên di bin sîwana Hergirtina Sûryê ya rikber de), jixwe di serê van rêxistinan de rêxistina Daiş a terorîst, heta ku Sûrîya gihişte rewşa vê rojê.

Rûsya jî bi bihaneya parastina rêjîmê di sala 2015 de destwerdaneke leşkerî di Sûrîyê de kir ku karîbû nehêle Sûrî bigihêje vê rewşa heyî û nehêle alozîya Sûrîyê bihtir bêçare bibe, nemaze Sûrîya hevbendeke dîrokî ya Rûsyê ye. Rûsiya ji ber hin sedemên siyasî, aborî û leşkerî dikarîbû dest deyne ser hin beşên girîng û çalak ji Sûrîyê, mîna: petrol, fosfat, kargehên gubreyan, girêbestên lêgerînê di ava deryaya Spî û bendera Tertûsê ya deryayî de, avakirina baregehên leşkerî (baregeha Himêmîm ya asimanî û baregeha Tertûsê ya deryayî) û takemaf û parêzîyên ku leşkerên Rûsî bi dest xistine. Her wiha armancên Îranê jî ne kêmî yên Rûsiyê ne ku Îran li dûv heman rêçika rûsî çû û bi rêjîma Sûrîyê re hin peyman muhr kirin ku cihê xwe di beşê fosfat, kehrebe û peywendîyan de çêbike, her wiha cihê xwe li bendera Laziqiyê çêbike, li gel hin takemafên çandî û pêngavên nasnamedayînê yên ku dikevin bin navê belavbûna Şîî de.

Dûrî Rûsiya, Îran û Amerîkayê, jixwe Tirkîya ku roleke sereke di hilweşandina civak û aborîya Sûrîyê de leyîst, ew yek jî bi piştgirîya wê ji rêxistinên terorîst re û bi dagirkirina wê ji bakurê Sûrîyê re, îro dixwaze xwe nêzîkî rêjîma Sûrîyê bike, ev nêzîkbûn jî ji ber sedemeke sereke ye ku Rêveberiya Xweser û Pirojeya neteweya demokratîk e. Jixwe Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhelatê Sûrîyê bi pirojeya xwe ya demokratîk, yekîtîya xaka Sûrîyê parastîye ku ev rêveberî xwe wekî parçeyekê jî Sûrîya yekgirtî dibîne. Lê rêjîma Sûrîyê bi siyaseta xwe ya dogmayî ku li hember Rêveberîya Xweser bikar tîne û di bin çavdêrîya Rûsyayê de bi Tirkiya dagîrker re, dikeve bazar û guftûgoyan de, ew rêjîm her dem li dij her çareserîyeke hundirîn e ku dawîyê li alozîya Sûrîgê bîne. Ew rêjîm rola Rêveberîya Xweser ya li dij pirojeya osmanî xweş nas dike, her wiha rola vê Rêveberîyê di tunekirina rêxistina Daişê de nas dike, ew rêxistina ku rûberine pir fireh ji xaka Sûrî û Iraqê dagîr kir, ew jî ji bo avakirina dewleta xwe ya pilankirî bi çavdêrîya Tirkîyê, tevî ku Rêveberîya Xweser dikare destê xwe bixe destê rêjîma Tirkîyê  de û şerê rêjîma Sûrîyê bike; jixwe di destpêka avakirina Rêverîya Xweser de Tirkîyê jê xwestibû ku ew şerê rêjîma Sûrîyê bike, lewra eger Rêvebrîyê ev pirojê di destpêka hevrikîyê de erê kiriba, dê rêjîm herifîba û dê Sûrîya parçe bûba, lê Rêveberîyê rêbazeke taybet hilbijart ku ew rêbaz li ser bingeha neteweya demokratîk ava dibe, ew bingeh weke çareserîyekê ji bo bidawîkirina alozîya Sûrîyê, her wiha ji bo parastina yekbûna xaka Sûrîyê ye.

Îro rêjîma Sûrîyê destê xwe dixe destê dewleta tirk ya dagîrker de, her wiha keleman ji bo têkbirina guftûgoyan bi Rêveberîya Xweser re çêdike, rêjîma Sûrîyê gefên tirkî bikar tîne ji bo fişarê li ser Rêveberîya Xweser bike, da ku Rêveberîya Xweser herêmên xwe radestî wê bike û ew jî vegere weke berî sala 2011 weke ku tiştek çênebûye. Ev serhişkîya han ji alîyê rêjîma Sûrîyê ve, dibe ku sedema wê ew be ku welatên piştgir (Îran û Rûsya) naxwazin ew guftûgo bi ser kevin û naxwazin danpêdanê bi Rêveberîya Xweser bikin, ev yek jî li gel dogmayîya rêjîmê li hember Rêveberîya Xweser û nepejrandina wê ji hizra demokratîyê re.

Tirkîya ku şerê rêjîma Sûrîyê kir û bakurê Sûrîyê dagîr kir, îro ew bi xurtî ber bi lihevhatinekê bi rêjîma Sûrîyê ve diçe, dema em li sûdên leşkerî, siyasî û aborî meyze bikin, ew sûdên ku dibe her du alî – eger lihevhatin bi ser keve û hevdîtinek di navbera wan de çêbibe- qizinc bikin, dê Tirkîyê  ji vê lihevhatinê sûdegirtîya herî mezin be, ji ber ku tişta rêjîma Tirkîyê nikarîbû bi rêya gef û êrîşên leşkerî qizinc bike, dê bi rêya lihevhatinê qizinc bike. Ji wan sûdan jî, yekem: Sivikkirina alozîya penaberan li Tirkîyê ye, nemaze piştî jidestxistina giringîya vê dosyê ji bo fişarê li ser welatên Rojavayî bike, da ku Erdogan xewnên xwe li Sûrîyê pêk bîne ev yek dê alîkarîya wî di hilbijartinên serokatîyê de bike.  Duyem: Rênedana avakirina sîstemeke demokratîk li Sûrîyê ku bi rêya wê danpêdan bi Rêveberîya Xweser bi taybetî û bi hemû pêkhateyên sûrî bi giştî were dayîn. Ji hêla aborî ve dê Sûrîya bibe bazarek ji bo firotina berhemên Tirkîyê, jixwe Sûrîya îro nikare hevrikîya berhemên tirkî bike, êdî dê Sûrîya ji hêla aborî ve bindestî Tirkîyê  be.

Sûdên ku dibe rêjîma Sûrîyê ji vê lihevhatinê qizinc bike li gor sûdên Tirkîyê pir kêm in, dibe ku Tirkîyê dosyayên hin komên çeteyan radestî rêjîmê bike; nemaze ew komên ku dijî her lihevhatinekê bi rêjîmê re ne, anku Tirkîyê dixwaze wan komên terorîst yên alîgirên wê biparêze, dibe ku rêjîma Sûrîyê dest deyne ser bakurê rêya M4 a di navbera Seraqib, Erîha, Cisirûşuxûr de, ew jî piştî vekişîna Tirkîyê ji wê deverê, ev yek jî dê tevgerê di navbera Heleb û herêma peravê de xurt bike û dê di serî de bikeve bin berjewendîya Rûsyayê de, ji ber ku rêjîma Sûrîyê ji hêla aborî ve herifî ye, lewra Rûsya û Îran hemû mewdanên Sûrîyê kontrol dikin, êdî sûda aborî ji vê lihevhatinê,  dê kêm û demkî be. Li ser vekişîna artêşa Tikiyê ya dagîrker ji bakurê sûryê yê dagîrkirî, her çiqasî demeke ji vekişînê re hatibe destnîşankirin dibe ku ew zehmet be eger ne nepêkan be jî, jixwe Tirkîyê  derbasî nava xaka Sûrîyê bû, tenê ji bo dagîrkirina xaka wê û cîbicîkirina pirojeya xwe ya desteserkirinê (Mîsaq-i milî) ku ew wan herêm û hineke din, weke xaka osmanî dibîne ku ji alîyê welatên Rojavayî ve berî hilweşîna qerala osmanî hatine qutkirin, lê xuya dike ku armanca sereke ya rêjîma Sûrîyê ji lihevhatina bi rêjîma Tirkîyê re asayîkirina têkilîyan e ku ew jî Tirkîyê weke dergehekê ji bo danpêdana herêmî û navneteweyî dibîne.

Dogmayîya rêjîma Sûrîyê li hember Rêveberîya Xweser û pêkanîna lihevhatinê bi rêjîma Tirkîyê  re, weke ku mirovek destê xwe deyne ser çavê xwe, da ku rastîyê nebîne, Tirkîyê  dê dev ji wan herêman bernede û çarenûsa wan dê mîna çarenûsa parêzgeha Iskenderon be. Lewra çareserîya sereke ji bo çareserkirina alozîya Sûrîyê asayîkirina bi hundir re ye, anku lihevhatina hundirîn bi hemû pêkhateyên sûrî re, ne weke wan lihevhatinên ku li Deraa û hin herêmên din ku tu encam ji wan derneketîye, lê gerek e danpêdan bi mafên hemû pêkhateyên sûrî were dayîn û sîstemeke demokratîk were avakirin, ev jî takerê ye ji bo azadkirina xaka Sûrîyê ji dagîrkirina Tirkîyê, vegerandina yekbûna xaka Sûrîyê, geşkirina aborîya Sûrîyê û vegera dema berî 2011, lê bi şêwayekî demokratîk.

زر الذهاب إلى الأعلى