ANALÎZ

Asetengî û bêçareya Tirkiyê li Sûriyê

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk, bi piştgiriya  hevpeymaniya  Navneteweyî bi serkêşiya Amerîka bajarê minbicê rizgar kir û Daiş têk çû, Erdogan di aloziya Sûriyê de siyasetek pragmatîk bi Rûsya û Amerîka re meşand ku di encamê de  gelek dever  ji bakurê Sûriyê dagir kir. Destpêkê bi hinceta şerê Daişê  bi operasyone  Mertala Firatê rabû û bajarokên Cerablus, Bab û Izazê dagir kir. Piştî bazarekê bi Rûsya re jî, bajarê Efrînê dagir kir. Her wiha hevdem bi serkkeftina HSDê û Hevpeymaniya Navneteweyî  li bermberî Daişê di sala 2019 an de û piştî vekişîna Amerîka, bajarê Serê kaniyê û girê Spî Dagir kir. Vê yekê hişt ku HSDê ji bo parastina herêmê  ji dewleta Tirk, peymanekê li gel Rûsya girê bide  û di encamê de  Hêzên Rûsî derbasî rojhilatî çemê Firatê bibe û li seranser Rêya M4 a dinavbera Qamişlo û Minbicê de belav bibe û binkeyên leşkerî ava bike û li vê herêmê nakokî  ket navbera her du hezên rûsî û amerîkî de.

 Siyaseta ku Erdogan li Sûriyê meşand pir astengî û   serêşî ji Amerîka re çêkir,  Tirkiyê  weke endameke Natoyê xeteke li dijî siyaseta Amerîka meşand. gelek rêzecivîn li Soçî û Astana bi Rûsyayê re li dar xist. Piştgiriya komên terorist li Sûriyê kir weke ” Tehrîrulşam, Ehrarulşerqiye..hwd”, sîstema S400 ji Rûsyayê  kirî, êrîşî herêmên Rêveberiya Xweser a ku di bin serweriya Emerîkayê de  ye kir û  di rêya ENKSê re  nakokî û fitneyekê  li herêmê peyda dike. Ji ber vê yekê, her du partî “Komarî û Demokrat” ji siyaseta Erdogan a li dijî berjewendiyên Amerîka ku pir têkiliyên xwe bi Rûsyayê re xurt kiriye dilgiran in. Amerîka qanûna Kasta ku zagoneke sizayan li dijî dijminê Amerîkayê disepîne çalak kir. Amerîka siza li ser Tirkiyê danîn, firotina  balefirên şerker F35 ji bo Tirkiyê rawestand û beşdarbûna Tirkiyê di çêkirina perçeyên vê balafirê de dûr xist. jixwe Siyaseta  Jo Baydin der barê Sûriyê  berovajî siyaseta Trump e. hêjaye gotinê ye ku Baydin di serdema  serok Obama de cîgirê serok bû, metirsiya  berfirehbûna  Rûsya û Çînê li ser hesabê Amerîka  û siyseta wan baş nas dike û ji ber ku Tirkiyê xwe nîzî herduyan kiriye ta niha têkiliyên her du dewletan sar e.

di vê der barî de, berdevka koşka spî Jen Psakî di kongireke rojnemevanî de anî ziman ku sedema ku ta niha Baydin  telefonî  Erdogan nake , ji ber hînjî li pêşiya wî gelek serokên welatan  hene ku têkiliyê bi wan re deynê, ev jî dibe nîşaneyên têkiliyên nebaş di nav wan de. Her wiha di hevdîtinekê bi  rojnameya  New York Times re, Baydin got: divê Waşngton alîkariya rikberiya Tirk bike, da ku ji rêjîma Erdogan a zordest xilas bibin.   Di lûtkeya  peymana Nato, di pûşbera bûrî de, Baydin ragihand, dê walatê wî têkiliyên xwe bi Tirkiyê re pêş bixe û hevdîtina wî bi Erdogan re erênî bû. Lê Erdogan dîsa bi nêzîkatiya xwe ya dij-Amerîka girêdayî ma û teqez kir ku  Tirkiyê wê sîstema S400 ji Rûsyayê bikire û ne ji mafê kesekî ye ku  destêwerdanê di hilbijartina cureyên sîstemên berevaniyê yên ku em dikirin de bike. ji xwe ev gotin weke bertekekê li hemer Baydin bû  dema hevdîtin  bi wî re  di civîna  Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de red kir. li milekî din jî, Hevdîtina wî ya bi Pûtîn re li Soçiyê tu lihevkirinek nû derneket hole, ev jî dibin nîşaneyên nakokiyên Tirkiye-Rûsyayê yên li Sûriyê bi giştî û li Idlibê bi taybetî. Ev tê wê wateyê ku armancgirtina hêzên Tirkiyê û opozîsyona Sûriyê ya nêzîkî wan,  ji hêla hêzên rêjîmê û Rûsyayê berdewam be. Ev jî tê wê wateyê ku dibe Rûsya peyamên cidîtir ji Tirkiyê re li bakurê Sûriyê bişîne, di nav de gefa rejîmê bi operasyoneke berfireh li Idlibê. Ji ber vê yekê Tirkiye dê rûbirûyê astengiyeke mezin bibe, ji ber ku pêwîstiya wê bi piştgiriyeke rojavayî û navneteweyî di serî de Amerîkayê, heye.

Têkiliyên bi sûd ji bo  parastina berjewendiyên her du welatan pêwîst in. Li hemberî aboriya têkçûyî û hebûna wê li Sûriyê , pêwîstiya Enqere bi piştgiriya Amerîkayê heye, Ji ber vê yekê eger Tirkiye siyaseta Amerîkayê qebûl bike, dikare li herêmê bibe hevparê sereke. Di dawiyê de, hîn jî têkiliyên di navbera Amerîka û Tirkiyê de stratejîk in û pêşketin û têkçûna van têkiliyan jî  girêdayî pêşrojê, weke encama civîna Erdogan û Baydin di lûtkeya G-20 li paytexta Îtalytalya; Romayê, ya tê pêşbînîkirin ku wê di 30-31 Cotmeha 2021 de were lidarxistin. An jî Tirkiye siyaseta xwe ya niha neguherîne û têkiliyên xwe bi Rûsyayê re berdewam bike, di heman demê de, wê li hemberî  bombebarana Rûsyayê li ser herêmên Idlibê bêdeng be, ku dê bi tawîzan û radestkirina hin deveran ji Rûsyayê re bi dawî bibe. Heger vê siyasetê berdewam  bike û nakokiyên xwe bi Amerîkayê re çareser neke, dibe ku dawî ji Sûriyê vekişe û hemû herêmên dagirkirî radestî Rûsyayê bike.

Eger têkiliyên wê bi Amerîka bêtir ber bi nebaşbûnê ve herin , dibe ku Erdogan balafirên şer ên pêşkeftî yên Rûsî SU35-SU57 bikire; wekî bersivekê li ser redkirina Waşingtonê ji radestkirina jimarek balafirên F35, jixwe ev armanca Putîn e . siyaseta ku  niha Erdogan li Tirkiyê  birêve dibe, bi awayekî neyînî bandore li Tirkiyê dike. Tirkiya ku destê pir dirêj bû  li Sûriyê û çendîn herêm dagîr kir, niha di rewşeke dijwar de ye ku gelek zehmetiyan dikişîne, nemaze ji ber ku niha di krîzek aborî de  jiyan dike.

 Di Encamê de, niha  herêma Idlibê tê topbarankirin û artêşa Sûriyê jî amedekariyên xwe ji bo êrîşeke bejayî li ser Idlibê dike, ji ber wilo ew pir hewcedarî pişrgiriya Emerîkayê ye, loma ji tê xwestin ku dest ji  bazara kirîna S400 berde û vegere himêza Amerîkayê.

زر الذهاب إلى الأعلى