ANALÎZ

?Eger Erdogan Di Hilbijartinên Tirkîyê de Bi ser Bikeve, Dê Çi Bibe

Hilbijartinên Tirkîyê di qonaxeke nazik û hestîyar de tên, ew jî ji ber rewşa ku Tirkîyê di asta navxweyî de tê re derbas dibe, her wiha ji ber rewşa herêmî û cîhanî bi giştî. Jixwe li ser asta navxweyî; Tirkî rastî kirîzeke rasteqîne tê ku lawazîya eşkere ya aborî  ya ku nayê veşartin heye, her wiha têkçûna Lîreyê Tirkîyê li hember Dolar, ji bilî êş û azarên welatîyên Tirkîyê ji ber wê kirîzê.

Her wiha kirîza penaberan ji ber bilindbûna rêjeya bêkarîyê li Tirkîyê û pirsgirêkên civakî yên ku li vir û wir di navbera penaber û welatîyên Tirkîyê de  çêdibin û bandorê li ser welatîyên Tirkîyê dikin, êdî bûye barek li ser milê Tirkîyê û ji bo welatîyên Tirkîyê xemginîyekê çêdike. Jixwe erdheja wêranker a ku Tirkî rastî wê hat û bû sedema lawazîya eşkere di aborîya Tirkîyê de, bi her awayî nayê paşguhkirin.

Sîyaseta derveyî ya ku Erdogan û partîya wî di dema desthilatdarîya xwe de, bi welatên cîran, welatên sereke yên li ser nexşeya sîyasî ya cîhanê re û di gelek rewşan de bi welatên hevalbendên wî re jî; meşandine, bûye sedema gelek pirsgirêkan.

Eger Erdogan biser bikeve!

Serkeftina Erdogan tevî kêmbûna şansê wî yê serketinê, piştî hejmartina dengan, çi ji gera yekem ve be, çi  jî ji gera duyem ve be ya ku di 28 vê mehê de dê bi rêve biçe, serkeftina Erdogan dimîne yek ji texmînên li ser tabloya hilbijartinan. Gelo encamên wê serketinê li ser qada sîyasî ya navxweyî, herêmî û cîhanî çi ne?

  • Navxweyî : Tê çaverêkirin ku serkeftina Erdogan di hilbijartinên sala 2023 de bibe dê sedema alozbûna rewşa navxweyî ya Tirkîyê, çi di warê aborî, sîyasî û heta leşkerî de. Binesazîya aborîya Tirkîyê şikestî û jihevketî bûye û aborîya wê hema bêje ber bi hilweşînê ve diçe, jixwe buhabûn, bêkarî û têkçûna Lîreya tirkî li hember Dolar, ev jî ji bilî bihabûna nirxê kelûpelan ku giranîyê dide ser milê hemwelatîyê Tirkîyê. Rewşa sîyasî ya navxweyî jî, ji aborîyê ne baştir e, ji ber ku Erdogan pergala dewletê ji pergala parlamenterîyê veguherand perala serokomarîyê û li ser hesabê parlamentoyê desthilatên serokkomar berfireh kir. Lewra Erdogan ew kar û desthelatên ku di pergala berê de di destê serokwezîr de bûn, girtin ser milê xwe, her wiha cihê cîgirê serokkomarê saz kir, serokkomar jî cîgirê xwe û wezîran destnîşan dike, êdî nabe ku endamên parlemanê bibin wezîr an jî bibin endamên encumena wezîran, her wiha serokkomar bûdceya dewletê amade dike û ji bo pesendkirinê pêşkêşî parlemanê dike û eger parlamenê pesendkirina wê nepejirand, budceya sala borî dê were pesendkirin û ew tê pêk anîn, ev yek jî ji bilî gelek kar û desthilatên ku ji bo serok li ser hesabê serokwezîr hatine veguhestin. Ji alîyê leşkerî ve, ji bo rêgirtina li ber destwerdana artêşê di sîyasetê de û sînordarkirina rola artêşê, dê sazîya leşkerî mîna hemû sazîyên dewletê yên cîbicîkar di bin çavdêrîya sazîyeke sivîl de be ku ew jî Encumena Dewletê ye, her wiha leşker jî tenê di dozên dîsîplîna leşkerî de li pêşberî dadgehên leşkerî dê bên dadgehkirin, her wiha wî her du kursîyên ku ji bo artêşê di Dadgeha Destûrî de hatibûn veqetandin rakirin, jixwe ew dadgeh berê ji 17 kursîyan pêk dihat, lês niha ji 15 dadweran pêk tê ku hemû jî sivîl in, her wiha  ew zagona leşkerî ya ku gelek caran artêşê bi rêya wê welat kontrol dikir, dê bêbandor bike.

Êdî berdewamîya rewşa leşkerî ya heyî û eger Erdogan bi ser bikeve, dibe ku kirîzeke rasteqîn li welêt çêbibe, êdîs ne dûr e jî ku lêdaneke leşkerî li dij Erdogan derbikeve ku rê li pêş artêşê pir teng kirîye, her wiha ne dûr e jî ku ew tengasî bibe sedemeke ji bo teqîna rewşê, li ser bingeha “zêdebûna fişarê teqînê encam dide”.

  • Herêmî : Sîyaseta derve ya dewleta Tirk ji bo rûbirûbûna qeyran û pirsgirêkên herêmî, gelek caran ji dewleta Tirk re pirsgirêkan derdixistin û wê tengas dike, ew jî her çiqas Erdogan di van demên dawî de hewl da ku bi hin welatên ku têkilîyên xwe bi wan re xerakiribûn, sererast bike, jixwe têkiliyîya herî girîng bi Misir û hin welatên Kendavê re ne.

Di nav van sîyasetan de ya herî dîyar, kirîza Sûrîyê ye, ji ber ku Erdogan piştgirîya komên çekdar û çeteyan dike û Tirkî bûye dergeheke ewle ji bo terorîstên ji herêmên cûda yên cîhanê ku derbasî Sûrîyê bibin.

Dema ku Erdogan demeke nû ya serokatîyê bi dest bixe û li gorî daneyên sîyaseta wî bi dosyaya Sûrîyê bi giştî û dosya danûstandinên wî bi herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê re bi taybetî, mirov dikare bibêje ku eger Erdogan serdemeke nû ya serokatîyê bi dest bixe, dê sîyasetên xwe yên êrîşkar li hember Sûrîyê bidomîne, her wiha dê li ser pêkanîna pilanên xwe berdewam be û dê bêtir axa Sûrîyê di bin perdeya “peymana millî” de dagîr bike ku dixwaze vê peymanê cîbicî bike. Jixwe tê çaverêkirin ku Erdogan dê hewil bide ku Rikberîya sûrî û milîsên wê ji bo çaksazkirina pêwendîyên xwe bi rêjîma Sûrîyê re, bixe “qurbanî “.

Derbarê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de, tê çaverêkirin yan jî tekez e ku Erdogan dê dijminatîya xwe ya li dij van herêman bidomîne û bi bihaneyên pûç ên li vir û wir, gefan li wan dixwe. Ya balkêş ew e ku heta îro tu gef ji herêmên Rêveberîya Xweser li ser axa Tirkîyê nehatine dîtin, lê ya ku her tim diqewime berovajîyê wê ye, ew jî gefa berdewam a Tirkîyê li ser van herêman e, ji bilî dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê yên weke Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê ku ev herêmên dagirkirî ji bo xizmet û ajandayên komên Rikberîyê hiştîye ku wan koman li wir wêranî pêk anîne, guhertina demografîk meşandin û çavkanîyên wan herêman talan kirin.

Di heman çarçoveyê de, pêkan e ku em nêzîkbûnek rasteqîn û hevdîtinên li ser astên bilind di navbera rejîma Erdogan û rejîma Esed de bibînin, ji ber ku ew nêzîkbûn ji niha ve pêk hatîye, Erdogan jî bi hêvî bû ku hevdîtina rasterast pêk bîne û weke kartekê di pêngava xwe ya hilbijartinan de bi kar bîne, lê rêjîma Sûrîyê timî xwe li ser wî giran dikir û şert û mercên xwe disepandin, her wiha  rêjîma Esed dixwest civînê ji bo piştî encamên hilbijartinan paş bixe ku wê demê dîmena sîyasî ya Tirkîyê zelaltir dibe. Jixwe ev nêzîkatî pirojeya Rêveberîya Xweser armanc dike ûher du alîyan li hev dicivîne û wan dike yek; ji ber ku her du jî ditirsin ku ev piroje bibe nimûneyek ji bo çareserîyê li her du welatan (Sûrîye û Tirkî) û ev tişta ku her du naxwazin û bi hemû hêza xwe şerê wê dikin.

  • Di warê sîyaseta navneteweyî de jî, dilê Erdogan ê ber bi Rûsyayê ve, nemaze li Ukrayînayê; wisa kir ku qey Tirkî li hember Natoyê rawestîyaye (tevî ku Tirkî weke endamekî Natoyê be jî) ku vê yekê jî Tirkîyê xiste nav xaçerêyekê de, her wiha vê yekê jî hişt ku gelek çavdêr vê yekê weke sîyaseta “derketina ji tewereyê” bi nav bikin, anku derketina Tikîyê ji derveyî tewereya xwe ya asayî bi Natoyê re bi nav dikin, ev nêrîn hinekî dûrî rastîyê ye, lê ew jî pêkan e. Sedem jî ew e ku ev tewere di navbera şev û rojekê de û bi vî awayê hêsan ji wan nayên dûrketin, ji ber ku gelek erk û maf hene ku berî ku em li ser biryareke wiha bihizirin, divê li ber çavan bên girtin. Lê di rewşeke weke ya Tirkîyê de û li gor sîyasetên Erdogan, dikare ji bo berjewendîyên partî û kesayetî vê yekê bike.

Her wiha sîyasetên dijminatîya Erdogan ên li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, gelek caran bi Amerîka rûbirû dibû, ji ber ku gelek caran Amerîka li pêşberî daxwazên Tirkîyê di wan herêman de radiwestîya, ji ber ku Amerîka xwe weke hevalbendê stratejîk ê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) li herêmê dibîne. Amerîka rê nade Tirkîyê ku ajandayên xwe cîbicî bike, ji ber ku Amerîka di wê bawerîyê de ye ku her êrîşeke Tirkîyê li ser HSD, têkbirina hewlên Amerîka ji bo rûbirûbûna terorê li navçeyê ye, êdî ev yek bû sedema ku Tirkîyê di peywendîyên xwe ligel Amerîka û Natoyê de tengas bibe.

 Berdewamîya Erdogan ji sîyaseta xwe ya navxweyî, herêmî û navneteweyî re û piştî serketina wî di hilbijartinan de, dibe sedem ku ew gelek hevalbendên xwe yên li herêmê û cîhanê ji dest bixe, her wiha  ev yek jî dê dewleta Tirkîyê bixe nav tengasîyeke berçav de ku nikaribe bi hêsanî jê derkeve. Heta ku Erdogan têkçûna xwe ya navxweyî veşêre jî, lê ew ê nikaribe têkçûna xwe ya herêmî û navneteweyî veşêre, ji ber encamên têkçûna herêmî û navneteweyî dikare Tirkîyê têk bibe. Ji ber vê yekê jî eger Erdogan sîyaseta xwe sererast neke, dê nikaribe ji wê qeyranê derkeve.

زر الذهاب إلى الأعلى