Xwendevanên hêja:
Bi guherînên sereke yên xwecehî, herêmî û cîhanî de, êdî amûrên xebat û tekoşînê ji bo pêkanîna armancên xwe, divê ew jî werin guhertin, bi derbasbûne cîhanê ber bi şerê sêyem de û pê re guherîna rewşa kurdî ji tekoşîna hebûn û tunebûne ber bi hêzeke cîhanê ku qonaxa nû bê wê nayê hizrandin, êdî birêz Ebdela Ocelan pêşxerîya aştîyê li Tirkîyayê ragihan, êdî zemîna derketina vê pêşxerîyê, bandora wê, lîstikvan pêkanînê, encamên wê û berdeka gel, partî û cîhanî li wê, kêkolîna ʺBer Bi Asoyeke Cîhanî Ji Bo Ramanên Ocalanî Veʺ van xalan zelal dike.
Dahurandina rola zanîngehan di avakirina şiyan û karînên xwecihî û pêkanîna aramîya siyasî û civakî de, Rewşa heyî û astengîyên ku zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê rastî wan tên, dahurandina rewşa fêrkirinê li bakur û rojhilatê sûrîyê, hevsengîya rewşa heyî bi felsefeya neteweya demokratîk re, stratîcîyên pêşinyarkirî ji bo xurtkirina rola stratîcî a zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, hevkarîyên akademî ên xwecihî û navneteweyî û ncam û qewîtîyên vê lêkolînê, ev xal di beşa duyem a lêkolîna ʺ Rehenda Stratîcî Ya Zanînegehan Li Bakur û Rojhilatê Sûriyayêʺ de têne şirovekirin.
Jixwe pêşxerîya birêz Ocelan bêtir çareserîya ʺCivaka Demokratîʺ wek berdêleke ji ʺnetewe-dewletêʺ re ku ev şêwe hate xitimandin û ji bilî qirkirin, bobelat û şer neafiran, êdî di lêkolîna ʺ Lêkolîneke Sereta Der Barê Pergala Dewleta Neteweyî Ya Tundrew Li Sûriyayê Binkeftin û Berdêleke Demokratʺ de, vê pêşxerîyê li ser asta Sûrîyayê gotûbêj dike.
Di dawîyê de jî, lêkolîna ʺEzmûnên Nûjen Ên Cîhanî Yên Ji Bo Têkoşîna Li Dijî Diyardeya Qriêjîyê Û Asta Gengazîya Pêkanîna Wê Di Warê Xwecihî Deʺ, mijarên wek dahurandina berztirîn ezmûnên cîhanî yên nûjen ên ji bo rêgirtina li ber qirêjîya jîngehî, lêkolînkirina rewşa jîngehî ya heyî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û desnîşankirina cûre û sedemên qirêjîyên berbelav, nirxandina asta guncavbûna ezmûnên cîhanî ji bo pêkanîna wan di çarçoveyeke xwecihî de, pêşkêşkirina qewîtîyin zanistî yên dikarin werin pêk werin; ku xwe dispêrin ezmûnên hevrûkirî û bi armanca xurtkirina domdarîya jîngehî li herêmê, lêkolîn dike.
NAVEROK:
- BER BI ASOYEKE CÎHANÎ JI BO RAMANÊN OCALANÎ VE- Ehmed Pîrhat
- REHENDA STRATÎCÎ YA ZANÎNEGEHAN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYAYÊ- Eşref Rifet Mehmûd
- PERGALA DEWLETA NETEWEYÎ YA “TUNDREW” LI SÛRIYAYÊ- Dilşad Murad
- EZMÛNÊN NÛJEN ÊN CÎHANÎ YÊN JI BO TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DIYARDEYA QRIÊJÎYÊ Û ASTA GENGAZÎYA PÊKANÎNA WÊ DI WARÊ XWECIHÎ DE- Amadekarî: Endezyara çandinîyê Îman Xelîl
Ji bo daxistina kovarê vê lînkê bitikîne: Lêkolînên stratejîk_17








