Kovar

Lêkolînên stratejîk_Hejmara_15-16

Zivistan - Buhar – 2025

Xwendevanên hêja:

Ev jimara kovabê çarê lêkolînan dihewîne, ew jî bi vî awayî ne:

Di beşa yekem a lêkolîna bi navê ʺRehenda Stratîcî Ya Zanînegehan Li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ʺ de, van xalan lêkolîn dike: Rewşa dîtaneyî ya xwendina bilind li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, wasteya stratîcîya xwendina bilind û rola wê  ya amojgarîya sazîyên fêrkirinê, giringîya xwendina bilind û rola zanîngehan a aramîyê, rewşa heyî û astengîyên li pêşberî zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê.

Jixwe başa duyan a lêkolîna ʺpêşxistina Pergalên Çandinîyê Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyê Weke Bersivdayîna Ji Guherîna Avhewayî Reʺ, paşxaneyek der barê guhertina seqayê û bandora wê li çandinîyê, nirxandina pergalên çandinîyê yê niha û astengîyên girêdayî wê, stratîcîyên guncavbûna bi guhertina seqayê re li bakur û rojhilatê Sûriyayê, siyasetên niştimanî  û navneteweyî û rola wan di piştgirîya stratîcîyên guncavbûna bi guhertina seqayê re, lêkolîna hin rewş û tecrubeyên serkeftî yên herêm û welatên din, Hilbijartina berhemên guncav yên ku dikarin bi guhertina seqaya Bakur û Rojhilatê Sûriyayê re biguncin, başkirina derbirîna xakê û taybetmendîyên wê, parastina avê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, qewîtî û siyasetên pêşerojê yên pêşxistina pergalên çandinîyê, analîza “Swot“ a beşa çandinîyê, radixe ber çav.

Rola xwecehî, herêmî û navneteweyî ya guherîna Rojhilata Navîn û helwestên dewletên herêmî yên beramberî vê guherînê û derfta kurdan ku cihekî xwe di vê rewşa nû de bibîne, di lêkolîna ʺKurd Di Nava Jinûvesazkirina Pergala Herêmî Deʺ, zelal dike.

Jixwe lêkolîna ʺAvakirina Dewleta Welatîbûn û Rêveberîyên Xweser Li Sûrîyayêʺ, pêşniyara destûreke demokrat ji bo Sûrîyayê gotûbêj dike, ew jî bi rêya vegotina dîroka sîyasî ya Sûrîyayê, destûrên ku hatina sazkirin, girêbesta civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûrîayê, her wiha rêgezên sereke û rayeyên herêmên xweser û dewletê yên destûr pêşniyarkirî.

NAVEROK:

– REHENDA STRATÎCÎ YA ZANÎNEGEHAN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYAYÊ- Eşref Rifet Mehmûd

– PÊŞXISTINA PERGALÊN ÇANDINÎYÊ LI HERÊMA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎYÊ WEKE BERSIVDAYÎNA JI GUHERÎNA AVHEWAYÎ RE- Amadekar: Endezyarê çandinîyê “Yarub Hesen Hisên“

– KURD DI NAVA JINÛVESAZKIRINA PERGALA HERÊMÎ DE.

– AVAKIRINA DEWLETA WELATÎBÛN Û RÊVEBERÎYÊN XWESER LI SÛRÎYAYÊ- Sîhanok Dîbo

Ji bo daxistina kovarê vê lînkê bitikîne: Lêkolînên stratejîk_15-16

شاهد أيضاً
إغلاق
زر الذهاب إلى الأعلى