Xwendevanên hêja:
Bi bersivdayîna pirsên sereke yên wek: Siyaseta dijminane ya rêjîmên herêmî, çawa bandorê li dozên ewlekarî û parastinê yên li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê dike? Rêveberîya Xweser çawa bersivê dide rûbirûbûyînên cihêreng ên ewlekarî û jîngehî? Ew jî bi bersivdayîna li pirsên nesereke yên wek: Têkilîya di navbera têgehên ewlekarî û bergirîyê de çawa ye? Berztirîn rûbirûbûyînên ewlekarî yên ku herêm rastî wan tê, çi ne? Çarçoveya ku tê de danûstandinê bi van rûbirûbûyînan re dike çawa ye? Pêşniyarên dijderketina van rûbirûbûyînan çi ne; lêkolîna ʺ Dozên Ewlekarî û Bergirîyê Yên Li Bakur û Rojhilayê Sûrîyêʺ, dixwaze armanca lêkolînê yên avakirina nêrînekê da ku pê dîmena ewlekarîyê di sala 2024 de, eşkere bikin, ew jî ji bo ku bala kesên ku li ser sazîyên Rêveberîya Xweser radiwesin û raya giştî bikişînin li ser van dozan, pêk bîne.
Jixwe ewlekarîya xwarinê, beşeke sereke ya ewlkarîya welatekî ye, ji ber kes û welatên ku ewlkarîya xwarinê bi dest bixin, dê azad û xwadî biryar bin. Lêkolîna ʺ Ewlekrîya Xwarinê Li Bakur Û Rojhilatê Sûriyêʺ, vê pirsgirêkê şirove dike û ji bo bidestgxistina wê, çend pêşniyaran pêşkêş dike.
Êdî ji bo bidestxidyina ewlekarîya xwarinê di rewşa guherînên seqayî wek bilindbûna pileya germahîyê, zuhabûn û hwd, her wiha şêwazên avdanîyê yên kevin û rewşa şer û neewlkarîya li welêt, pêwîstî bi pêşxistina pergalên çandinîyê heye, êdî lêkolîna ʺ Pêşxistina pergalên çandinîyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê (wek bersiv li hember guhertina seqayê)ʺ, hewld dide ku vê mijarê têr û tijkî bike.
NAVEROK:
– DOZÊN EWLEKARÎ Û BERGIRÎYÊ YÊN LI BAKUR Û ROJHILAYÊ SÛRÎYÊ.
– EWLEKARÎYA XWARINÊ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ- Murşid Yûsif
– Bipêşxistina pergalên çandinîyê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyê (weke bersiv li hember guhertina seqayê).
Ji bo daxistina kovarê vê lînkê bitikîne: Lêkolînên stratejîk_14