Xwendevanên hêja:
Ev jimar, bi beşa duyem a lêkolîna ʺÇekên Kîmyewî û Qirkirina Kurdanʺ ku li ser bikaranîna çekên kîmyawî li dij gel, berxwedan û şoreşên kurdan li seranserî Kurdistanê di sedsala dawî de ta dema niha, her wiha peymanên navneteweyî yên têkildarî qedexekirin û sûcê bikaranîna van çekan.
Jixwe ji bo kurd ji rewşa komkujî û talankirinê rizgar bibin, pêwîst e derfetan çêkin, rewşa Rojavayê Kurdistanê piştî alozîya Sûrîyê, kurdan derfeteke mezin bi dest xistin; çi ne, dê çawa werin parastin û pêwîstîya bi şerê gelê şoreşgerî. Ev mijar di lêkolîna ʺSerkeftina Rojavayê Kurdistanê Nivîsandina Dîrokeke Nû Yeʺ, tên şirovekirin.
Êdî ev alozîyên ku Rojhilatê Navîn jiyan dike, nivîsa bi navê ʺAlozîyên Derxistî Yên Li Rojhilata Navîn Û Rêgehên Wêʺ, digire dest ku van alozîyan ji hêla pênase, taybetîyên giring, ravedavên giring, lêkolîn dike.
Êdî di dawiyê de nivîsa ʺQirêjîya Jîngehê û Asoyên Wizeya Berdêlʺ ku wizeya rokê weke berdêla wizeya şewatek û pêwîstîya bikaranîna wê, lêkolîn dike.
NAVEROK:
– Çekên kîmyewî û qirkirina Kurdan.
– Serkeftina Rojavayê Kurdistanê nivîsandina dîrokeke nû ye- Kurdyar Dirêî
– Alozîyên derxistî yên li rojhilata navîn û rêgehên wê.
– Qirêjîya jîngehê û asoyên wizeya berdêl.
Ji bo daxistina kovarê vê lînkê bitikîne: Lêkolînên stratejîk_12-13