Dosya

SERAYA ENSAR EL-SINA LI SÛRIYAYÊ REH, BANGEŞE Û GIRÊDANÊN PÊŞBÎNKIRÎ

Di vê doyayê de em ê balê bikişînin li ser rêxistineke ku di meydana sûrî de nû berz bûye û navê wê jî “Seraya Ensar El-Sina” ye. Vê rêxistinê gelek komkujî li xwe girtine, weke komkujîyên Berava sûrî, teqîna dêra Mar Ilyas, kokujîya Erzê ya li gundewarê Hemayê û hwd. Em ê li pey rehên vê rêxistinê, her wiha girêdanên wê yên bi rêxistin, statu û dewletên herêmî re û bangeşeya wê ya îdolojî û bandora wê li ser dîmenê sûrî, bikolin.

Girîngîya vê lêkolînê ew e ku; qonaxeke nû di hevrikîya li Sûriyayê de eşkere dike ku tê de, komikên islamî yê tundrew bi rêya bangeşeya xwe ya tundrew berz dibin.

Piştî hilweşîna rêjîma sûrî û rewşa tevlihev a ku tevaya welêt da ber xwe, li meydana Sûriyayê gelek komikên ku navên îdolojî yên cihêreng li xwe dikin, derketin pêş. Di nava wan de, rêxistina herî berz “Seraya Ensar El-Sina” ye ku bi rêya lixwegirtina çalakîyên leşkerî, teqîn û sazîyên ragihandinê yên jê re bangeşeyê dikin, bi xurtî derket meydana sûrî.

Koma Seraya Ensar El-Sina kî ye?

Komikeke cihadî ye ku bi awayekî eşkere di dema hilweşîna rêjîma Beisê de hat xuyakirin.

Li gor hin çavkanîyan; reh an jî damezirandina komika Ensar El-Sina vedigere heyanî berîya hilweşîna rêjîma sûrî, ku wê çaxê beşek ji Heyet Tehrîr El-Şam bû û di herêmên li jêr kontrola rêjîmê de, şane ava dikirin. Bi demê re; di navbera wê û Heyet Tehrîr El-Şam de nakokî derketin û di encamê de “Seraya Ensar El-Sina” ji “Heyet Tehrîr El-Şam” veqetiya.

Têkilîya Vê Rêxistinê Bi Pergala Nû û DAIŞê re:

Ev rêxistina ku ji ber sedemên îdolojî ji “Heyet Tehrîr El-Şam” veqetiyaye û bi tevî nakokîyên îdolojî jî, tu êrîşên vê komikê li ser ferwerîya veguhêzî nehatine kirin.

Husam Cezmatî dibêje: Bi tevî “rehenda şeriî” ya ku rêxistin nameyên xwe pê geş dike jî, lê belê “rehendeke siyasî” jî heye. Her wiha didomîne û dibêje: “Wan ferwerîya heyî, bi tevî hêzên wê yên leşkerî û ewlekarî, kirin gawir. Bi tevî wê jî xwesteka xwe ya şerkirina li dijî wan niha ranegehandiye. Lê belê got ku şerê gawirên nêzî xwe bikin” -bi vê yekê amaje dike ku kurdên girêdayî Hêzên Sûriyaya Demokrat ji şer dûr nexistine.

Heyanî radeyekeke mezin ev mînayî tişta ku komikên ser bi dewleta tirk a dagirker ve pêk tînin dibe, ku wan serê xwe ji ferwerîya Colanî re tewandiye û beşdarî kuştina elewîyan li Berava Sûrî bûn, her wiha dijminatîya Hêzên Sûriyaya Demokrat dikin. Ev yek der barê girêdanên vê komikê de yên bi ajendeyên derveyîn û paşxaneyên wê de, derîyê pisyarîyan vedike.

Her wiha Steven Hobz ku pisporê ragihandina cihadî di televizyona BBCyê de ye, wiha dibîne ku: “Balkişandina rêxistinê bi taybetî li ser elewî û durzîyan, dibe ku keysbazîyek be da ku sinîyên tundrew ên sûrî bi rêya wê, ji van kêmînîyan bitirsîne. Nemaze ku elewîyan di serdema El-Esed de dest danîbû li ser desthilatdarîyê. Tişta ku dide ber çavên xwe jî, alîgirîya duzîyan ji Israîlê re ye”. Bi rêya tişta ku rêzdar Steven Hobz tîne zimên, êdî ev komik ji derveyî sinayê tu pêkhate yan jî tîreyê napejirîne, ku bi rêya çalakîyên ku li xwe girtine û komkujîyên ku avêtin ser xwe, eşkere dibe. Lê tişta ku pirsyarîyan tîne holê ew e; ku çawa komikeke wiha ku tu hebûna wê li ser erdê tune ye, dikare çalakîyin wiha pêk bîne. An na; ev komik weke şaneyan li Sûriyayê belavbûyî ne û çalakîyan pêk tînin, an jî komikeke ku berê rêxistina wan hebû û hinek têkilîyên wan der barê çalakîyan de hene.

Ev rêxistin ramanên tundrew û îdolojîyeke nêzîk, an ku mîna îdolojîya DAIŞê li xwe digire. Li gor wê nivîskar “Lu’ey Elî” dibêje: “Li gor belavokên komikê, wiha diyar dibe ku bi ramanên Seyid Qutub bandor bûye û bi awayekî eşkere hezkirina xwe ji Usama Bin Ladin re dide diyarkirin. Ev yek nêzîkbûna ramanî ya bi rêxistina El-Qaidê ya berê û niha jî DAIŞê re eşkere dike, bi tevî ku tu danpêdaneke fermî ya DAIŞê pê tune ye”. Bangeşeya wê ya tîreyî ya tundrew heyanî radeyeke mezin mînayî ya DAIŞê ye, ku ev yek bi rêya baskên wê yên ragihandinê “Sazîya El-Adîyat” tê eşkerekirin. Li gor wê; di bangeşeya wê de sorkirina li dijî xiristiyan û elewîyan, her wiha dijayetîya têgehên welatîbûn û makezagonê û êrîşkirina li ser wan û dewletên Kendavê ku wan weke gawir û dijmin tawanbar dike, dihewîne. Di vê babetê de nivîskar Mehmûd Mistefa dibêje: “Têkilîya di navbera “Seraya Ensar El-Sina” û rêxistina Dewleta Islamî (DAIŞ) de, bi sextbûnê tê nasîn. Li gor wê; komik alîgirîyeke ramanî bi DAIŞê re diyar dike û xebitîna pê re di warê îdolojî de red nake, lê belê girêdana xwe ya pê re diderewîne. Li alîyekî din jî; li gor hinek çavkanîyan, peyrewên DAIŞê bi rêya internetê ji alîgirên xwe xwestiye ku ji “Seraya Ensar El-Sina”yê dûr bikevin.

Rêxistinê tu helwesteke dijberî DAIŞê negirtiye, her wiha dûr naxe ku di siberojê de tev li DAIŞê bibe jî. Eger vegotin rast be; rêxistin di dema niha de, di xeta rêxistina DAIŞê de ye û li şûna wê hinek karan dike. Dibe ku ev rêxistin ji alîyê DAIŞê ve hatibe çêkirin jî, da ku balê ji ser DAIŞê bikişîne.

Di dîroka Sûriyayê de komikin din ên girêdayî rêxistina “DAIŞ”ê derketine, mîna “Ceyş Xalid Bin Welîd” li Deraayê û “Seraya Ensar Ebû Bekir Sedîq” li Idlibê. Ev yek amajeyê bi tevlîhevîbûn û herbilîna di navbera komikên cihadî yên li herêmê û gelek rêxistinên xwedî ramanên selefî yên tundrew de ku girêdana wan bi DAIŞê re hebû, dike. Lê belê tevaya van rêxistinan di mercin nepenî de, bêyî ku zanyarî li ser avabûn an jî windabûna wan hebin, winda bûn. Ev yek mînayî awayê damezirandina vê komikê, tarîbûna derdora wê û gumanên li ser têkilîya wê ya kûr bi DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê re ku heman îdolojîya ramanî û bangeşeya olî digire dest, dibe. Dibe ku tayê ku di navbera DAIŞê û komikên din ên ku ramanên tundrew di nava Heyet Tehrîr El-Şam de digirin de be jî.

Navên Mînayî Vê Rêxistinê:

Navin mîna vê di demên borî de derketine; mîna “Ketîbet Ensar El-Sina”, “Liwa Usûd El-Sina” û “Ketîbet Suqûr El-Sina” ku li Sûriyayê di navbera salên 2013-2014an de çalak bûn û girêdayî cihadîyên selefî bûn.

Her wiha; li Iraqê jî rêxistinek bi navê “Cemaet Ensar El-Sina” di navbera salên 2003-2007an de hebû, lê belê di sala 2007an de veqetiya û bû Ehil El-Sina. Lê belê tu têkilîyeke zelal di navbera wê û Seraya Ensar El-Sina de, ne di warê leşkerî û ne jî rêxistinî de, tune ye.

Xebatên Ragihandinî:

Xebateke komikê ya çepemnî ya geş heye ku bi rêya gelek kenalên li ser Telegramê dide meşandin. Ji wan jî; kenla “Sazîya El-Adîyat” û kenalên bangeşeyê yên bi navên “El-Menhec wel-eqîde”, El-Nûr El-de’ewîya” û kenala “Libnan El-An” ku tê texmînkirin nêzîkî wê ye.

Ev kenal ji alîyê gelek dewletan ve têne birêvebirin, mîna Lîbya, Polanda, Imarat û Tirkiyayê, ku amaje pê dike ku toreke destekdayînê ya ji derveyî Sûriyayê heye.

Komik xwedî dezgeheke ragihandinê ye ku jê re dibêjin “Sazîya Dabiq News” û li gor navê bajarokê Dabiq ê di ramanên DAIŞê de navdar, hatiye binavkirin.

Her wiha siyaseta weşanê ya rêxistina Seraya Ensar El-Sinayê tam mîna siyaseta weşanê ya rêxistina DAIŞê ye, an ku bi rêya guhartina malper û rûpelên ku li serê madeyên xwe diewşînin, vê yekê dibe serî.

Çalakî:

“Seraya Ensar El-Sina” berpirsiyarîya xwe ya der barê teqîna dêrê de ya li Şamê ku di 25ê pûşbera 2025an de pêk hat, ragihand. Ev çalakî weke ku bersiva wê yekê ye ku mîna ew jê re dibêjin “şantajên xiristiyanan ên der barê banegeşeyê” de. Her wiha komikê nasnameya kesê ku çalakî pêk aniye jî eşkere kir, ku jê re dibêjin “Mihemed Zên El-Abidîn Ebû Osman”.

Berîya vê çalakîyê jî, çalakîyeke din di sibatê de li gundê Erzê yê girêdayî gundewarê Hemayê hat pêkanîn, ku di encama wê de deh kesên elewî hatin kuştin. Ev yek tekezîyê li ser rastîya bangeşeya wê ya tîreperest dike ku komik di sorkirin û karên xwe de, xwe dispêrê.

Serkêşîya Rêxistinê:

 Ev komik ji alîyê “Ebû Ayşe El-Şamî” ve tê birêvebirin. Bê guman ev nasnav ne yê rastîn e û wiha destnîşan dike ku ew bi xwe sûrî ye. Lê belê; hîn jî zanyarî der barê serkêşîya vê rêxistinê de kêm in. Lê di demên dawîyê de navekî din derketiye holê ku jê re dibêjin “Ebû Fetih El-Şamî” û xwe weke serekekekî komikê û berpirsiyarê beşa wê ya şeriî dibîne.

Hejmara Çekdaran:

Ji ber tarîtîya der barê vê rêxistinê de, tu amareke tekûz der barê hejmara wan de tune ye. Nemaze ku gelek pispor wiha li vê rêixtsinê dinêrin, ku rêxistineke nepenî ye û tenê li ser  torên medyaya civakî ye. Lê li gor hinek texmînan, hejmara çekdarên vê rêxistinê sed kesî derbas nake.

Li gor çalakîyên ku li herêmên belave li Sûriyayê, diyar e ku belavbûyî ne û tu baregeheke rêxistinê tune ye. Her wiha li gor ku wan daye xuyakirin, çalakîyan li jêr navê “Gurên Tekane” pêk tînin.

Di dawîyê de em dikarin bibêjin ku komika Ensar El-Sina di meydana sûrî de rewşeke nû ye, ku tê de cihadî li pêş in. Ev rêxistin li ser du rêgehan kar dike; rêgeha îdolojî ya ku bi rêya wê ramana tundrew digire dest û hewl dide çalak bike û di nava civaka sûrî de belav bike. Her wiha rêgeha leşkerî; ku çalakîyên sînordar pêk tîne û pê re tarîtîya liv û tevgera xwe û binyadsazîya xwe ya serkêşî diparêze. Eger destnîşaneke vê yekê hebe; elbet tê wateya ku rêxistin di dema xwe ya avakirinê de ye û wiha dixebite ku xwe bide ser hev û ji lawaztirîn xal dest pê bike. Jixwe li Sûriyayê ji ber siyaset û kirarên desthilatdarîya nû; xalên lawaz pir bûne. Li gor daneyan; ew li gor îdolojîya vê rêxistinê dixebite ku diyar e ew jî beşdarî komkujîyên ku li Berava Sûrî û Suweydayê pêk hatine, bûye û ev yek di bangeşeya wê ya tundrew ku êrîşkar xwe lê digirin, diyar dibe.

Çavdêrîya çalakî û siberoja wê, êdî babeteke girîng e ku dînamîkên hevrikîyê li Sûriyayê û bandorên ku ev komik li ser aramîya xwecihî û herêmî dihêle, werin nasîn.

Çavkanî:

Gotara Hisên Cezmatî ya bi serenava “Komika Seraya Ensar El-Sina ya ku teqîna Mar Ilyas a li Şamê li xwe girtiye, çi ye?”

https://www.bbc.com/arabic/articles/c308v527n8jo

Steven Hemfrîz, pisporê ragihandina cihadî li “BBC’yê

https://www.bbc.com/arabic/articles/c308v527n8jo

Riwangeha El-Ezher

https://www.youm7.com/story/2025/7/7/%D9%85%D8%B1%D8%B5%D8%AF-%D8%A7%D9%84%D8%A3%D8%B2%D9%87%D8%B1-%D8%B3%D8%B1%D8%A7%D9%8A%D8%A7-%D8%A3%D9%86%D8%B5%D8%A7%D8%B1-%D8%A7%D9%84%D8%B3%D9%86%D8%A9-%D8%A8%D8%B3%D9%88%D8%B1%D9%8A%D8%A7-%D8%A7%D9%85%D8%AA%D8%AF%D8%A7%D8%AF-%D9%81%D9%83%D8%B1%D9%89-%D9%84%D8%AF%D8%A7%D8%B9%D8%B4-%D9%81%D9%89/7046959

Riwangeha El-Ezher: Seraya Ensar El-Sina li Sûriyayê berdewamîya ramanî ya DAIŞê ye.

Mehmûd Mistefa Ebû Talib di 7ê tîrmeha 2025an de nivîsiye

https://www.masrawy.com/news/news_egypt/details/2025/7/7/2816669/

زر الذهاب إلى الأعلى