Uncategorized

Asoyên Ramyarî yên Navneteweyî û Herêmî di Kirîza Sûrîyê de

Dema ku bayê guhertinê li Sûrîyê rabû, gel jê re amade bû, ji ber ku wî gelek êş ji rejîma stemkar kişandin. Vî bayî xwenîşandan gur kirin û dûvre tevaya erdnîgarîya Sûrîyê li xwe girt. Di encamê de welatan destwerdan kir ku bêtir wan çalak bikin û li gorî pilanên xwe bi rê ve bibin û wan li meydan û herêman rêxistin û milîsan bi navên xerîb û navên sosret afirandin û şoreş û şoreşger revandin da ku ewlehîyê têk bibin. Êdî sînor, pîrozî û dîrok ji ziyana wan bê par nema, her wiha xwîn rijandin.û welat ber bi tevlihevîya afirîner ve ajotin ku tê wateya têkbirina aborîyê, hilweşandina binesazîyê û kavilkirina bajaran, di encamê de pêkhate û hêmanên jîyanê yên li welêt ji holê rakirin, êdî welat di qada navneteweyî, herêmî û hundirîn de li ber her kesî vekirî ma. Ev sîyaset sîyaseteke dualî ye:

Ya yekem: Rejîma dîktator, gendel û zordar e. ku mafên kêmaran li ber çavan nagire û giringîyê nade mafên mirovan ên azadîya ramanê, derbirîn, çapamenî, wekhevîya derfetan û mafên hemwelatîbûnê. Êdî welat kiribû mala xwe ku çi bixwazê tê de bike, ta ku rewş bû mîna bermîleke barûdê û li welêt teqîya, ew jî bi hêvîya ku derfet û merc rê bidin hilweşandina vê rejîmê.

Ya duyem: Pilanankirî û çêkirî ye, ew jî nexşekirineke nû ji Rojhilata Navîn a nû re ye, loma berjewendî li dor Rojhilata Navîn ya mezin li hev ketin û ji ber vê yekê ev xwepêşandan ketin warê navneteweyî, herêmî û navxweyî.

Ji bo têgihîştina rastîya hevrikîyê, pêwîst e ku mirov li qada navneteweyî binêre da ku bi rengekî kûr cewherê berjewendî û armancên van welatan were famkirin. Jixwe pirsgirêka Sûrîyê gihaşte asta navneteweyî, herêmî û erebî:

– Li ser asta navneteweyî: Em ê dewlet bi dewlet derbasbûna van welatan û berjewendîyên wan bînin ziman, da ku em sedem, armanc û encamên derxin holê.

Pirsa yekem: Çima Rûsyayê banga Beşar Esed erê kir?

Bersiv: Sûrî welatekî girîng e û xwedî cihekî cografî yê girîng e. Ev der girêka veguhestinê û dergûşa şaristanîyan e û bi dewlemendîya xwe ya binerd zengîn e. Armanca Rûsyayê ew e ku bigihêje ava germ ku gaz tê de zêde ye ku dixwaze lingê xwe di vî cihê girîng de ji bo rûbirûbûna dewletên Rojavayî û Pilanên wan xurt bike. Ji ber vê yekê Rûsyayê peyman bi rêjîmê re girê dan û keştîgeh, bender û firokexane bi xwe girtin. Rûsyayê hêza xwe ya ezmanî li dijî Rikberîyê bi kar anî û karî %70 ji erdnîgarîya Sûrîyê vegerîne. Her wiha di warê ragihandinê de û li maseyên navneteweyî de, Rûsya bû şerker û parêzvana ji Sûrîyê û rêjîma wê ya hilweşîyayî re ku ev rêjîm bûye lîstikek di destê Rûsyayê de û bi tenê biryar û gotina Rûsî li Sûrîyê pêk tê.

Pirsa duyem di warê navnetewî de: Çima Amerîka û hevalbendên wê ketin Rojhilatê Feratê?

Bersiv: Li ku derê arîşe û pirsgirêk hebin, amerîkî li wire û Rûsya here ku derê, Amerîka li pey diçe. Çûna Amerîka li Sûrîyê ne tûşyek e, her çiqasî nezelal û mij be jî, lê derbasbûna wê stratejîk, bipilan û sîstematîk e. Çimkî wan tevlihevîya afirîner ragihandin û ew in yên ku behsa Rojhilata Navîn a nû û mezin dikin ku tê wateya parçekirina herêma parçekirî, êdî dewletên navendî dê ji holê rabin û dewletên nû derkevin, hin dewlet dê parçe bibin û dewletine din dê bibin yek. Amerîka her dem ji bo ketina xwe li her herêmê bihaneyan dibîne, lewra derbasbûna xwe, bi bihaneya şerê rêxistina îslamî ya tundrew ku hovtirîn tawanên dijî mirovatîyê pêk anî ku tawanên wê gihîştine welatên Ewropî rewa dike. Lewra dewletên Ewropî û Amerîka lez dan avakirina Hevpeymanîya Navneteweyî ji bo şerê vê rêxistinê. Êdî di encama wê de û ji bo parastina ewlekarîya cîhanî ji xirabîya wê, li ser erdê ji holê rakirin, lê di warê hizrî û mirovî de, bi şaneyên xwe yên veşartî yên ku dem bi dem çalak dibin, hîn heye. Bi derbasbûna Amerîka û Hevpeymanî re li Sûrîyê, nakokî kete asta navneteweyî.

Li ser asta herêmî:

– Çima Tirkî destwerdan di karûbarên Sûrîyê de kir?

Bersiv: Tirkî welatekî herêmî yê girîng e û li ser sînorê navenda şer û pevçûna navneteweyî ye ku berjewendî û rojevên wê yên taybet jî hene. Tirkîyê ji bo berjewendîyên xwe derî li piştê ji koçberan vekir û fişar li Ewropa kir. Aramnca wê ji vê yekê “ixwankirina” herêmê bû, vegerandina heyamên emperatorîya osmanî, vejandina Mîsaqa Milî, dagirkirina xaka Sûrîyê, şerê kurdan û bi bihaneya ewlekarîya wê ya neteweyî; têkbirina pirojeya Rêveberîya Xweser e. Tirkî angaşta şerê terorê dike, lê wê bi xwe hemû endamên radîkal bi çek, pere û perwerde kirin û bi rêya balafirxane û tirênên xwe, ew derbasî Iraq û Sûrîyê kirin. Ji wê zêdetir, wê rêxistinên radîkal bi bihaneyên cûd û navên cûr bi cûr, ber bi herêmên kurdî ve şandin. Ji Cerablusê “Mertala Feratê” û Efrînê “Şaxê Zeytûnê” bigire, ta Serê Kanîyê”Kanîya Aşîtîyê”. Armanca wê ew e ku herêmên kurdî ji hev qut bike û rê li wan bigire ku negihin deryayê. Tişta ku kenê mirov tîne ew e ku Tirkî serperişta terorê ye û angaşta şerê terorê dike.

Ji bo Îranê: Çima Îran ji destpêka şoreşa Sûrîyê ve destwedan kir?

Bersiv Zelal û hêsan e: Çimkî têkilîya Sûrîyê û Îranê, têkilîyeke stratejîk û kev e ku li serdema Hafiz Esed vedigere. Îran Sûrîyê weke parêzgeheke xwe dibîne û ji bo wê Sûrî pirek e da ku bigihêje deryayê. Kirîzeke hundirîn li Îranê heye û di destê hin kesan de ye ku hişê wan toz girtîye û rêjîma wê ya rêjîma wîlayetûlfeqîh di dinyayê tevî de tune ye, êdî berjewendîyên xwe bi devê tifingê li welêt pêk tîne û mafên mirovan li cem nînin, dahatên aborî yên Îranê li herêmê tert û bela dike da ku kirîza xwe ji bo van alîyan hinarde bike: Hûsî li Yemenê, Hemas li Filstînê, Hizbûlah li Libnanê û mîlîs û partîyên alîgirên wê li Iraq û Sûrîyê, da ku pira “Kevana Şîî” ava bike. Ev hemû li alîyekî û bernameya wê ya navokî ya ku gefê li ewlehî û aramîya cîhanê tevî dixwe li alîyekî din e.

Ji bo Israîlê: Dewletên Rojavayî û Rojhilatî piştgirîya Israîlê dikin. Xema Israîlê ew e ku her tiştê ku ji alîyê rêxistinên Filistînî ve li hundir û ji alîyê Hizbûlah û Îranê li derve gefê li ewlekarîya wê dike, tune bike. Lewra bê sekin hemû herêmên ku mîlîsên îranî û Hizbûlah li wan hene, bombebaran dike û bi her awayî şerê bernameya Îranê ya navokî dike. Dêmek Israîl bi hêz derbasî şer bûye.

Li ser asta erebî: Hin dewlet ji wan rastî guhertinê hatine û hîn jî êşê ji encamên wê dikişînin, weke Lîbya, Iraq, Tûnis û Misir, lê hin din hin aramîyeke li wan heye, her wiha hinek ji wan hîn jî di nav nakokîyan de ne, weke Sûdan, Lîbya û Yemenê. Dewletên Kendavê bi saya pereyên xwe hîn aram in û xwe dane ber sîya Amerîkayê.

Piştî van vegotinên li ser alîyên navneteweyî û herêmî, divê em wan bînin li ser rewşa navxweyî ya Sûrîyê:

Ji ber vî şerê ku zêdeyî deh salan li dar e, rêjîm ji her alîyê ve lawaz bûye û ketîye destê Rûsya û Îranê. Van her du dewletan li gor hin rêkeftinan, Sûrî di milê aborî û erdnîgarî de li hev par kirine. Van her du dewletan dektator li ser kursîyê wî hêlan û % 70 ji xaka Sûrîyê lê vegerandin, lê bû dewleteke têkçûyî, lewra dest bi çêkirina hişbiran kir û deweletên Kendavê û dewletên derdorê di hişbiran de hiştin. Çimkî ew dewlet gelekî dûrî çareya ramyarî ye û xwe spartîye çareya leşkerî ku hebûna xwe tê de dibîne, çimkî ev rêjîm xapînok e û tu carî ne cihê bawerîyê ye.

Ev rêjîm bi yekcarî ramana danûstandina bi Rikberîyê re erê nake. Her wiha ne qayil e ku bi Rêveberîya Xweser re jî danûstandinê bike. Hêjayî zanînê ye ku %30 ji erdnîgarîya Sûrîyê di destê vê rêveberîyê de ye û ji Ereb, Kurd, Kildan û Aşûran pêk tên. Wê bi rêya hêzên xwe (HSD), rêxistina herî xurt ya terorîst li dinyayê têk bir û pirojeya wan ya niştemanî heye, pirojeya “netewa demokratî”, anku xeta sêyem e. her wiha bi yekîtîya xaka Sûrîyê re ye û ji pirojeyên cûdaxwaz gelekî dûr e. Wê sazî parastin û ewlehî û aramî li Rojhilatê Feratê belav kir û karî herêmê bi rê ve bibe û gelek destkeftî di warê tenduristî, perwerde û rajekarîyê de pêk anîn û xwe sparte hemû pêkhateyan. Her wiha mafê jinê dayê û ji ber rola wê ya çalak di şer û aştîyê de, giringîyeke mezin dayê. Her dem ji bo çarserkirina pirsgirêkan bangê li dewleta navendî dike, lê bê çare ye, çimkî rêjîm guh nade wê.

Ev vegotina tekûz ya rehendên navneteweyî, herêmî û hundirî min ber bi vê pirsê ve dibe ku xwesteka her sûrîyekî ye: Gelo çare çi ye?

Bi min çare li Sûrîyê  ne ewqasî hêsan e û ne nêzîk e jî. Halê hazir Amerîka hewl dide ku herêmê ji komikên bîyanî û îranî li Meyadîn û Dêrezorê paqij bike û hewl dide bi rêya sizayan her wekî /serokê keptagonê/ fişarê li Rêjîmê bike. Her wiha dixwaze bi rêya dewletên ereb rastîya wî derxe ku ew xwe nade ber rewatîya navneteweyî /2254/. Çimkî ev rêjîm bi çareya aştîyane ranabe û ne jî qebûl dike, lê dibe ku bi lêdaneke leşkerî rabe û ev yek girêdayî rewşa navneteweyî û herêmî ye. Heta ku berjewendîyên dewletên hevrkîyê zelal nebin, dê çare dûr be.

زر الذهاب إلى الأعلى