Uncategorized

Avakirina dîwarê vederkirinê li ser sînorê Sûriyê û Îraqê..tê çi wateyê

Hikûmeta Îraqê avakirina dîwarê çîmanto li ser sînorê xwe yê rojava bi Sûriyê re, li hember bajarên Hesekê û Dêrazorê, ku ji herêma Şengalê li parêzgeha Nînewayê dest pê dike, berdewam dike, ku tê payîn ev dîwar di dema pêş de li seranser sînor were avakirin ji bo rê li ber derbasbûna çekdarên rêxistina DAIŞ a terorîst bigire, bi taybetî jî piştî bûyerên vê dawiyê li Hesekê ku şaneyên wê rêxistinê di 20-ê Çile de êrîşî girtîgeha “Sînaa” kirin, her weha ji bo kontrolkirina qaçaxçîtiyê li ser xeta sînorî ya ku dirêjahiya wê zêdetirî 600 kîlometran e, bi taybetî sînorê li hember bajarê el-Bûkemal li bajarê Dêrazorê ku di bin kontrola milîsên ser bi Îranê ve ye.
Lê, tiştê balkêş di projeya vî dîwarî de ewe ku tenê bi dirêjahiya 10 kîlometreyan hatiye avakirin, ev yek jî gelek pirsan bi xwe re tîne ku gelo dê dîwar bi rastî li seranserê sînor were avakirin?
Li gorî rayedarên ewlehiyê yên Îraqê, dîwar dê bi sîstemên çavdêriyê yên pêşketî, dironan, balon û kamêrayên termal were amadekirin.
Li gorî daxuyaniya berdevkê Encûmena Wezîran a Îraqê, Hesen Nazim, ev proje dê ji aliyê Wezareta Hundirîn ve were perepêdan(fînansekirin), lê li gorî hin agahiyên ku hatina belavkirin ev proje ji hin aliyên navdewletî û herêmî vê tê fînansekirin, ji ber ku hikûmeta Îraqê ji ber kirîza welêt a aborî nikare vê projeyê bi cih bîne.
Artêşa Îraqê beriya van bûyeran ragihandibû ku wan kolandina xendeqekê li ser sînorê Sûriyê bi kûrahiya sê metreyan bidawî aniye û piştre serokê Desteya Heşda Şeibî, Falih el-Feyad seredana paytexta Sûriyê Şamê kir û bi Serokê rêjîma Sûriyê re Beşar El-Esed re civiya û mijarên ewlehiyê yên hevbeş, ku girêdayî kontrolkirina sînor di rojeva wî de bû. Ev jî nîşan dide ku peywendiyeke rasterast bi Şamê re di vî warî de heye.
Li gorî nerîna gelek pisporên leşkerî û ewlehî, armanc ji avakirina vî dîwarê ne parastina sînor e weke ku di ragihandinê de tê belavkirin, lê mmebest jê herêma Şengalê ji derdora wê ya erdnîgarî were qutkirin û dorpêçeke ewlehiyê li ser wê herêmê were ferzkirin e. Her weha dibe ku ev piroje ji aliyê Tirkiyê ve hatibe pêşniyar û fînanskirin, Ji ber ku Tirkiyê di vî warî de xwedî heman tecrube ye, beriya niha jî li seranserî sînorê Tirkiye û Sûriyê dîwarek avakiribû ku dirêjahiya wî di rêza sêyemîn a herî dirêj a sînorên cîhanê de ye, ev yek diyar dike ku ev ne dîwarê yekemîn e, lê belê berdewamiya siyaseta dorpêçkirinê ya ku Tirkiyê dem bi dem ji bo qutkirina peywendiya erdnîgarî û siyasî di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojava de û avakirina nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê de û rêgirtina li ber avakirina berjewendiyên yekgirtî yên Kurd li herêmê û dorpêçkirina wê di warê aborî de ye, her wehe ev yek derfetê dide Tirkiyê ku zêdetir derbasî nav axa Îraqê bibe.
Siyaseta ku hikûmeta Îraqê bi piştevaniya rejîma Sûriyê dimeşîne, tenê pêkanîna ajandayên Tirkiyê ku hewl dide gelê kurd armanc bike û zemînê ji hêzên Tirkiyê re ava bike ku li derdora Şingalê bi cih bibe û sînorekî nû di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojava de ava bike ye. Ji bo pêkanîna vê armancê jî ew amade ye ku yekser bi her du hikûmetên Îraq û Sûriyê re di heman demê de hemahengiyê bike, bi taybetî ji ber ku piraniya hewldanên wê yên berê di operasyona leşkerî ya li dijî Şengalê de têk çûn.

زر الذهاب إلى الأعلى