Uncategorized

Semînerek derbarê sedsaliya “Lozanê” de li Qamişlo

Navenda Rojava ya Lekolînên Stratejîk bi hevrêzî li gel Yekîtiya Rewşenbîran li herêma Cezîrê, semînerek bi serenavê: (Lozan, Peymana Binpêkirina mafên gelan e) roja çarşembê 26.7.2023 li Bexçê Xwendinê li bajarê Qamişlo, birêve bir. ji xwe di wê semînerê de rewşenbîr, kesayetên civakî û partiyên siyasî, beşdar bûn.

Bi xuleyeke bêdeng li ser giyanê şehîdan, semîner destpê bû, pişt re jî di beşê yekem de endama Yekîtiya Rewşenbîran li herêma Cizîrê Mizgîn Zêdan li ser qonaxa berî Lozanê û ya pişt re jî axivî, her wiha li ser komkujî û binpêkirinên ku gelê Kurd û gelên herêmê armanc girtin, axivî. Zêdan berdewam kir ku dewleta Tirk hîna Kurdan heta îro tune dike. Derbarê çawaniya derbaskirina Lozanê de, Zêdan diyar kir ku yekhelwestîya Kurdî û li darxistina kongireya niştimanî ya Kurdistanî rêya herî baş e, hebûna du statûyên kurdî li ser zemînê (Herêma Kurdistanê – Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhelatê Sûriyê) hêvîyekê diafirîne. Di dawîya axaftina xwe de Zêdan got: yekîtiya Kurdan a siyasî û leşkerî rêya bihêzbûna wan e.

Di beşa duyem ji semînerê de, birêvebirê Navenda Rojava ya Lêklînên Stratejîk Munzir Şiyar derbarê peymanên ku rê li ber morkirina peymana Lozanê xweş kirine de, axivî, her wiha li ser girêdana peymana Lozanê bi ragihandina dewleta Tirkiyê re, axivî û da xuyakirin ku tenê çend meh di navbera Lozanê û ragihandina dewleta Tirkiyê de hene. Her wiha Şiyar da xuyakirin ku dewletên li ser bingeha neteweyî hatine avakirin pirsgirêk di nava gelên herêmê de kûr kirin. Di nava axaftina xwe de diyar kir ku kiryarên nijadperestî, kuştin, koçberkirin, tirkkirin û guhertina demografîk berê kurdan dane şoreş û sehildanan, ku ew şoreş û serhildan jî her demê bi kuştin û tundî dihatin pêşwazîkirin, her wiha Şiyar diyar kir ku dewletên dagîrker ji xaka Kurdistanê re heman siyasetan bikar tînin û ji bo lêdana Kurdan û binpêkirina mafên wan, her dem bi hev re hevrêziyê dikin.

Pişt re Munzir Şiyar li ser çend xalên ku ji Kurdan tên xwestin da ku peymana Lozanê piştî sedsaliya wê, vala derxînin. Ew xal jî ev in:

  • Pirsgirêk û nakokîyên navxweyî bidin alî, û guftûgoyên Kurdî- kurdî werin çalakkirin.
  • Diyarkirina hin xalên sor, ku nabe çi aliyek wan derbas bike.
  • Neteweya kurdî wek bingeh ji her têkilîyekî di navbera alîyan de were dîtin.
  • Ji bo rûbirûbûna hevrêzîya di navbera dewletên Kurdistanê dagîr dikin de,Yekkirina helwesta hêzên kurdî û hevrêzî di navbera wan de, pêwîst e.
  • Ji hemî tevger û partîyên kurdî tê xwestin ku ji çarçoveya teng derkevin.
  • pêwîst e hemî alî li xwe vegerin, û lêvegereke kurdî û diblumasîyeke kurdî li ser asta derve, were avakirin.
  • Danpêdana bi Rêveberîya Xweser mîna pencereyekê ji doza kurdî re ye, ji bo Lozan vala derkeve.
  • Dewletnetew sedema parçekirina gelan e, lê Neteweya Demokratîk gelan nêzîkî hev dike û sînoran di navbera wan de dişkîne.

Pişt re jî sînîvîzyonek derbarê komcivîna navdewletî ku Navenda Rojava derbarê sedsalîya peymana Lozanê de li dar xistibû, hat pêşkêşkirin. Derfet ji bo axaftin û pirsên beşdaran jî hat dayîn, ku bihtirî wan derbarê mijara semînerê de bûn.

Endamê komîteya rapirsînê, D.Heval Fatimê jî li ser rapirsîna derbarê Lozanê de ku NRLS pê rabûbû, û encamên wê, axivî.

Li dawîyê jî, sinîvîzyonek derbarê komkujîyên sereke yên ku di sed salên borî de li her çar parçeyan Kurd arman girtin, hat pêşkêşkirin.

Tê zanîn ku ev semîner yek ji semîner û çalakîyên Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk e, ku derbarê sedsalîya peymana Lozanê de li çend bajarên Rojava, li dar dixîne.

زر الذهاب إلى الأعلى