Uncategorized

Hevbendiya Sûrî û Hinasa Dawî

Tê zanîn ku piştî raperîna mezhebî ya çekdarî li Sûriyeyê, yekem laşê siyasî yê ku hat avakrin, Meclisa Niştumanî ya Sûriyeyê bû. Vê meclisê rikberî li sirgûnê di himbêza statoya tirkî ya çêkirî de dinimand. Wê hingê ramangerê sûrî Burhan Xelyon weke serokê vê meclisê hat hilbijartin. Wî jî di wê demê de gotareke arasteyî gelê sûrî kir û di destpêka wê de wisa got:”Ey gelê sûrî yê qedirbilind!” paşê behdsa derbeyên leşkerî yên salên 50 kir… Lê meclisa Birêz Xelyon (ramangerê demokratîk ê aştiyane), leşkerkirina raperînê girte ser xwe bêyî ku tu bandora wî û meclisa wî li ser leşker û efserên ku dev ji  ferwerî û artêşa Sûriyeyê  berdane , hebe. Paşê bi dehan kesên diz, sûcdar û eware tev li vê artêşê bûn û şerekî nehevseng bi artêşa Sûriyeyê re pêxistin. Her ku diçû armanca wan a sereke dibû dizîna malan, qutkirina rêyan, revandina jinan, sepandina bacan û koçberkirina milet bi buhaneyan cûr bi cûr (her weke buhaneyên tîreyî û neteweyî). Tevî ku nîvdanpêdaneke navneteweyî bi vî laşê han weke hembêzeke demokratîk bo sûriyan hatiye kirin, lê desteseriya rastîn a komên Ixwanûlmuslimîn û statoyên wê yên çekdar ên tîreyî bû. Vê meclisê gelek komên leşkerî di bin navê “Desteya Mertalên Şoreşê” kom kirin û paşê hevpeyman bi Cebhetûlnesre û Desteya Rizgarkirina Şamê re girê dan û  Eniya Niştumanî ya Rizgarkirnê damezirand. Hejmara endamên wê jî –weke ku wê demê hat ragihandin- 300 hezar çekdar bû. Bi vî awayî koma Ixwananî karîbû destê xwe dane ser biryara siyasî û leşkerî  ya tevgera rikberiya sûrî. Êdî ew li gorî rêgezên Ixwanî yên partiya Erdogan û pilanên saloxgerên terkî dimeşî û tu bandora meclisê li ser biryarên li ser erdê nema, lê belê êdî milîs her tiştî desteser dikin û wan kontrol dikin.

Piştî ku ev meclis bi ser neket û piştî ku bi sedan komên çekdar ên girêdayî gelek aliyan derketin, endamên rikberiyê dîtin ku gerek e ew statoyeke nû çêbikin û navê wê kirin Hevbendiya Niştumanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyeyê. Vê Hevbendiyê, karê hilweşandina rêjîma Esed girte ser xwe û tu danûstandin û gotûbêj pê re nepejirandin.  Vê Hevbendiyê jî weke meclisa berî xwe berê xwe da leşkerkirina rikberiyê û piştgirî da komên çekdar bêyî ku ew jî karîbe wan koman kontrol bike yan jî wan bi rê ve bibe. Tevî ku danpêdaneke navneteweyî bi Hevbendiyê heye jî lê wê nekarî nûnertiya rikberiya siyasî bike yan jî stratejiyên wê li ser erdê bi rê ve bibe yan jî biryarên girîng ên girêdayî aştî û şer bide. Sedema vê yekê jî ew e ku bingeheke wê ya gelêrî ya birêxistinkirî di hundirê Sûriyeyê de tune ye. li şûna ku ev Hevbendî tevgera çekdarî ya ku weke bobelatekê ye li ser gelê Sûriyeyê bi rê ve bibe, ew bû pêrewa hin komên çekdar ên çete û diz, her weke komên Emşat, Hemzat, Cundûşam, Tehrîrûşam û hwd. her wiha bû pêrewa komên çete yên ku saloxgerên Tirkiyê ew damezirandine ku kirasekî kurdî li teşeyê wan bûye, her weke Ebû Emşe, Sultan Murad, Sultan Silêman Şah û ji bilî van komên ku navê bapîrên Erdogan li xwe kirine.

Vê Hevbendiyê nikarîbû tu girêdanekê di navbera van koman de çêke û nekarîbû wan kontrol bike, berovajî wê Ixwanan karîbû di nav refên van çekdaran de rewabûnê bi dest bixin û tev li gorî pilanên dewleta Tirk êdî dimeşin. Dewleta Tirk jî ew li ser dizî û şelandinê han didan; nemaze li Helebê ku li wir kargeh, riyên tirênê, şelîtên kehrebeyê û ji bilî wan hatin dizîn û bo Tirkiye hatin veguhestin. Hevbendiya sûrî jî bêdeng li hemberî van kiryaran ma, nexasim piştî ku hejmarek aliyên navneteweyî, alîkarî li ser qut kirin. Hevbendî êdî tenê bû laşekî leşkerî û siyasî  ku pilanên dewleta Tirk pêk tîne. Ji bo ku dewleta Tirk jî kirasê rewabûnê li van komên çeteyan bike, laşekî leşkerî bi navê Artêşa Niştumanî ya Sûrî çêkir û yekem karê vê artêşê li gel artêşa Tirkiyeyê, dagirkirina Efrîna kurdî û koçberkirina xelkên wê bû. Paşê jî dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî bû ku ew jî tev li pirojeya milî ya dagirkirina bakurê Sûriyeyê heya bigihêje Mûsil û Kerkûkê bû.

Piştî zedebûna Ixawan di nav Hevbendî û Artêşa Niştumanî ya Sûrî de, komên çekdar êdî zêde bûn, alîkariya ku digihêje melyonên dolaran, hişt ku gelek diz û kesên bêsinc ên ji nijadên cûr bi cûr li ser xaka Sûriyeyê kom bibin. Gelek ji wan jî çeteyên Daişê ne ku di himbêza dewleta Tirk û herêmên dagirkirî de, stargeheke baş ji bo xwe dîtin, her wekî Bab, Cerablus, Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê. Bi vî awayî komên islamî yên tundrew û komên ixwanî bi riya zendên xwe  yên leşkerî, karîbûn rewabûna xwe li ser erdê bisepînin û hevpeymanên eşkere û veşartî bi Cebhetûnesreyê re girê bidin. Jixwe Cebhetûnesre jî navê xwe vê dawiyê kir Desteya Rizgarkirina  Şamê. Li vir jî pêwîst e em rapora Wezareta Derveyî ya Amerîkayê bi bîr bînin ku berî çend salan tê de wisa hatiye: “Bi sedan komên biçûk hene ku li hewîrdora herêmên Helebê belav bûne. Artêşa Azad bûye komên bêserûber ên nerêxistinkirî ku di wan de hejmareke mezin a sûcdaran hene…Binpêkirinên van koman bûye weke diyardeyeke rojane ya xwezayî li dijî sivîlan. Her wiha ew kargehên giştî û taybet, embar, xanî û siwareyan didizin.” (beşeke ji nirxandina Wezareta Derveyîn ya Amerîkayê …Çileyê 2013)

Vê dawiyê, piştî hejmarek hetîketiyên darayî, dizîn û tewanbarên ku arasteyî hin endamên Hevbendiyê hatin kirin (her weke ku ew bi rêjîmê re dixebitin), Hevbendiyê bi awayekî bilez xwîn berda laşê xwe yê ku ber bi mirinê ve diçû. Nexasim piştî ku gelek doz ji hêla aliyên navneteweyî ve hatin kirin ku gerek e kurd jî (yîn bi nûnertiya MSD) beşdarî danûstandinên navneteweyî yên girêdayî çarenûsa rêjîmê bibin. Jixwe hat diyarkirin ku komên kurdî yên girêdayî Hevbendiyê (ENKS, Yekîtiya Serbixweyên kurd û ji bilî wan) tenê bi nav kurd in û tenê hatin da ku binpêkirinên mîna koçberî, dagirkerî û guhertina demografîk  ku kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve rastî wê tên, rewa bikin. Ji ber wê jî Hevbendiyê gaveke pêşwext da, da ku xwe komî ser hev bike û hejmareke navên ku nema ji aliyê gel û hêzên navneteweyî ve tên pejirandin, qewitandin. Jixwe ev yek li gorî rêgezên dewleta tirk û saloxgerên wê pêk dihat . Armanca Trikiyeyê jî xurtkirina komên tirkumen bû. Di encamê de weke nerazîbûnekê li ser qewitandina hin kesan ji Hevbendiyê, hejmareke kesayetên din jî xwe ji Hevbendiyê vekişand. Ixwanan bi xwe jî navê vê Hevbendiyê kir, “Hevbendiya kurdî, tirkumenî û asûrî”. Sedema vê navlêkirinê jî biryarên beloq ên ku vê dawiyê hatin standin bû. Çimkî vê dawiyê 11 kursî radestî ENKS, 3 radestî koma Temo û hejmareke radestî asûriyan kirin û piştgiriya wan ji aliyê darayî ve kirin. Bê guman armanc ji vê yekê tevî xapandinê; piştgiriya wan bi pere û kursiyan yên ku girêza kesayetên ku bi tirkiyeya dagirker re girêdayî ne dihat, ta asta ku Şelal Gedo (nûnerê ENKS`ê di Hevbendiyê de) der barê guhertina rewşa Hevbendiyê de, ji malpera Basnews re wiha dibêje: “Tişta ku di nav Hevbendiyê de pêk hat, tenê çeksazkirinek bû û ev çeksazkirin li gorî pilaneke pilankirî bû. ENKS`ê jî yek ji beşdarên vê pilanê ye…Tişta ku pêk hat tu caran weke xwecihêkirinê nayê hesibandin, lê belê hejmareke birayên me yên ku endamtî ji wan hat kişandin, niha hin daxuyaniyan derdixin. Lê dixwazim bibêjim ku Hevbendî zelal e û her kes sernavên wê dizane. Hevbendî dê bimîne û dê weke nûnerê rewa yê piraniya gelê sûrî bimîne û dê weke sernavekî gewre bi rikberiya sûrî bimîne.”  

Bê guman kesekî weke Şelal Gedo, dê ji bilî ku wisa bibêje çi li cem heye! Dema ku ji wî û koma wî re bi hezaran dolar tên xerçkirin, helbet dê wisa bibêje û helbet tişta dawî ya ku dê pê mijûl bibin, çarenûsa gelê sûrî yan jî kurdî ye.

Gedo gotina xwe bi şîret û qewîtiyan bi dawî kir û da zanîn ku gerek e kurdên “baş” tev li pirojeya tirkî bibin ku ew jî bi Hevbendiya jevketî ya nijadperest û tîreyî tê nimandin. Gedo di vê derbarê de wisa dibêje: “Gerek kurdên sûrî û  tevgera kurdî ya li Sûriyeyê, cihê xwe di nav rikberiya sûrî de bigirin  û rehnda niştuanî ya doza kurdî li Sûriyeyê xurt bikin. Kurd ji derveyî çarçoveya niştumanî ya sûrî dê nikaribin mafên xwe bi dest bixin.”

Bi vî awayî kesên ku bi çarenûsa gelê sûrî dilîzin, piştgirên dagirkirkerên xaka sûrî û kujerên gelê wê, dê rojekê ji hev bela bibin û lîstikên dewleta Tirk dê her zelal û xuya bin ji bo her kesî. Tişra ku qewimî di nav Hevbendiyê de, tenê lîstikeke saloxgerî ya Tirkiyeyê û guhertina nûnerên wê ye ji aliyekî ve; ji aliyê din ve jî xurtkirina hêzdariya Tirkiyeyê bi riya kesayetên tirkumen ên mîna Ebdilrehmanê Mistefa (endamê Partiya Pêşverû ya tirkî ya faşîst). Piştî bidawîbûna şerê Okrayîna- Rûsî, destkeftinên werin dê bi awayekî hêsan di destê dewleta Tirk de nemînin û kaxeza Hevbendiyê dê weke kaxezeke serkeftî di destê rêjîma tirkî de nemîne. Heya wê demê jî (bi dawîbûna şerê Okrayîna -Rûsî) mixabin dê xwîna sûrî dê her birije.

زر الذهاب إلى الأعلى