Uncategorized

Erdogan… Kaxeza penaberan û nêçîra wî ya giranbuha

Erdogan… Kaxeza penaberan û nêçîra wî ya giranbuha

Rastîya armanca Tirkiyayê ya di herêmê de êdî ji her kesî ve xuya û eşkere ye. Ji destpêka derbasbûna wê ya di mijara Sûriyayê de, buhara gelê Sûriyayê -wek ku tê binavkirin- ji cewherê wê derxist. Êdî Enqereyê opozisyona Sûriyayê bi hemû alîyên wê yên siyasî û leşkerî, bi bihaneya ku dê alîkarîyê bide wan û li kêleka daxwazên wan raweste, himbêz kir û hemû cureyên alîkarîyê pêşkêşî wan kirin.

Ji guhdana Tirkiyayê ya bi komikên Sûriyayî yên ku navê opozisyonê li xwe dikin re, armanc û hêvîyin din hebûn, êdî gelek rêbaz li ser wan dane meşandin; carinan bi rêbazên olî nêzî wan dibû û carinan jî bi rêbazên mirovî. Her wiha saloxgêrên trik ên bi navê “MIT”ê xwe berdan nava rehên wan û mêjîyê wan qul kir; da ku -wek îro- bibin kevirên sitrancê di destên Erdogan de û li ser kêfa xwe wan bilivîne. Berîya destwerdana Tirkiyayê, ev komik gelek nemabû ku bigihêjin koşka serokatîyê ya li Şamê, lê belê rêça “Şoreşa wan” bi temamî hat veguherandin û êdî bûn ku ajendeyên Tirkiyayê, hem li hundir û hem jî li derveyî Sûriyayê pêk tînin.

Erdogan karî bi awayekî yekser alîkarîya rêjîma Sûriyayê bike; dema ku komikên xwe yên çekdar neçarî berdana hêrêmên ku di destpêka buhara Sûriyayê dest danîbû li ser wan, kir. Wê çaxê, ew kesên ku destên xwe dabûn destên Erdogan de û stûyên xwe radestî wî kiribûn, nizanîbûn ku armanca wî tiştekî din e; jixwe armanca Erdogan bi temamî dûrî xewnên gelê Sûriyayê bû. Îro û piştî derbasbûna 11 salan ji wêranîya Sûriyayê, êdî tişta ku Erdogan dixwest, diyar bûye. Dema ku Erdogan derîyê xwe ji penaberan re vekir, wê çaxê bihaneyeke wî ya mirovî hebû, lê belê di roja me ya îroyîn de û piştî ku Erdogan gelek caran behsa vegerandina penaberan û “herêma ewle” kiriye, xeyalên Erdogan baş têne eşkerekirin. Dema ku malbatên çeteyan di herêmin ji bilî yên wan ên resen de bi cih dike û komikên çekdar bi tevî malbatên wan ji herêmên wan ên resen derdixe û wan ber bi xeta sînorî û nemaze herêmên kurdan ve dibe, armanc jê pêkanîna guhertina demografîk li herêmê ye. Warkirîyên ku niha li gundewarên Heleb, Izaz û Efrînê ne, li ser vê yekê şahid in.

Di vê mehê de cara duyan e ku Tirkiyayê du kom ji xelkê Sûriyayê birin û ew li Girê Spî bi cih kirin; piranîya wan jî ji Xûtaya Rojhilat, Hema, Heleb û Humsê ne û di nava wan de jî yek malbat ji Girê Spî jî tune bû. Ji bo ku em wiha nehizirin ku guhertina demografîk di van herdu qonaxan tenê de pêk hatiye, divê em ji bîr nekin ku ev plan ji Efrînê dest pê kiriye. Li wê deverê Enqere heyanî astekê bajar û gundên wî guhertine. Ji roja dagirkirina wê heyanî roja îro, %25 pê ve ji xelkê Efrînê, lê nemaye; ew jî li gorî jimarên ku gelek alî û navendên ragihandinê mîna “Komeleya Mafên Mirovan a Efrînê – Sûriya” ku eşkere kirine.

Tenê di Efrînê de bi dehan wargehên penabneran dane avakirin da ku warkirîyên ereb ên sûriyayî û filestînî, her wiha gelek malbatên kurd ên resen ku mal û erdên wan hatine desteserkirin û dizîn, tê de bi cih bike. Ev wargehên penaberan, Tirkiya wan bi kirasekî mirovî û bi destekdayîna yekser a ixwanî û hin dewletên kendavê mîna Qeter û Kuweytê ava dike. Bi van gavan, armanc û çavnebarîyên Tirkiyayê zelal dibin. Tirkiya dixwaze xaknîgarî û nasnameya herêmên kurdî biguhere. Tirkiya dixwaze wan herêmên kurdan ji kokê ve rake; ji ber vê yekê bi zanebûn siyaseta xaka şewitandî li Efrînê da meşandin. Lewra jî ew hemû di deverê de bi cih kirin û hemû şûnwar û sembolên kurdî yên li wir dizîn.

Banga Erdogan a dawî ya ji bo vegerandina milyonek penaberî û bicihkirina wan di Sûriyayê de, armanc jê ne vegerandina xelkê li ser xaka wan bûm, lê belê guhertina demografîya van herêman û guhertina sîmayên bingehîn û resen ên deverê, bû. Bi vê yekê Tirkiya dixwaze kembereke erebî ya nû li ser sînorê xwe çêbike û niştecihên kurd ên di van herêman de rake û wan ber bi xaka xwedê ve derbider bike.

Xema Tirkiyayê ne rêjîma Şamê ye û ne jî destkeftîyên opozisyona siyasî û leşkerî yên ji şoreşê -wek dibêjin- ye; Tirkiya, tenê çavnebarîyên wê yên berfirehkirinê di deverê de, jê re girîng in. Kembera erebî ya ku dide avakirin xizmeta vê yekê dike, her wiha xizmeta niyetên wê yên ku dest deyne Mûsil, Heleb û hin parçeyan ji Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê, dike. Tirkiya dixwaze xewna xwe ya pêkanîna imperatorîya Osmanî pêk bîne; li ser hesabê kê, çawa pêk were û kî bibin qurban jî, ev hemû jî ne girîng in. Tirkiya gelê kurd daniye li ber lûleya tifingê û hemû bihaneyên ku behsê dike, bihaneyên pûç û vala ne. Kurd û Kurdistan û hebûna gelê kurd wek gel û wek dîrok, li ber agirê guleyên Tirkiyayê ne û ev rastî ye, lê belê xewna dewleta Osmanî gelekî mezin e û hemûyan derbas jî dike.

Li beramberî vî dîmenê biêş ku li herêmên kurdan bi taybetî û li tevaya Sûriyayê û cîhanê pêk tê, em bêdengîyeke tirsnak ji alîyê Şamê ve dibînin; mîna ku ew jî li ser van kiryarên Tirkiyayê yên der mafê xelkê Sûriyayê de, razî ye. Piştî çend hefteyan ji ragihandina Erdogan bo plana guhertina demgrafîk, hukûmeta Şamê daxuyanîyeke nivîskî weşand û tê de redkirina xwe ya bişerm derbirîn kir; mîna ku ev yek li gor bayê serê wê tê û guhertina niştecihî bi dilê wê ye. Bi dengê xwe yê lewaz, êdî Şam ji me re dide xuyakirin ku em berê tawanbarîyan pê bikin ku ew jî di vê mijarê de beşdarbûyî ye. Gelo ev bêdengî tê çi wateyê û çi wateya raporên nefermî ye yên ku teqezîyê li ser hevdîtinên saloxgêrî yên di navbera herdu alîyan de dikin.

Li ser vê jî zêde, pejirandina Şamê bo bêdengîya civaka navdewletî bi hemû hukûmet û komeleyên wê yên huqûqî û mirovî ve. Bi vê yekê  re, kurd ên herî bêhtir di vê lîstoka Erdogan de bi bin ketine. Li gorî wê jî, kurd du caran bi bin ketin; carekê dema ku herêmên wan mîna Efrînê û ji bilî wê hatin dagirkirin, cara din jî gava ku kesin ne ji xelkên herêmên kurdî yên resen in, di warê wan de hatin bicihkirin.

Em dikarin di lîsteya binkeftîyan de, dewletên Rojhilata Navîn ên ku dikevin nava projeya Tirkiyayê de jî, zêde bikin. Tirkiya tenê bi Sûriyayê razî nabe, vaye Iraq jî li ber devê tifinga wê ye, her wiha Lîbya, Yemen û dibe ku welatin din jî tev lê bibin. An ku projeya Tirkiyayê gelekî mezin e.

زر الذهاب إلى الأعلى