Uncategorized

Li ser komcivînê

ÇI

Komcivîna Navneteweyî li ser daeşê: Rehend, astengî û Stratejiyên rûbirûbûnê.

komcivîn ji aliyê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS), hatiye lidarxistin. Ew jî navendeke lêkolîna ye ku navenda wê li Bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Vê navevdê di sala borî de komcivîna bi navê Paqijkirina Nijadî û Guhertina Demografîk a li Efrînê li dar xist.

125 kes ji 15 dewletan li ser asta sê parzemînan beşdar dibin, weke, Dominique Inchauspé, zanyariya Dadgeha Sizayê ya Navneteweyî û Dadgeha Navneteweyî ya La Haya û Peter Neumann, damezrînerê Navenda Navneteweyî ya Lêkolîna Tûndraw.

Pisporên dij terorê yên navneteweyî, kesayetên deblomat, parêzer û pisporên olî, leşkerî û siyasî. Her wiha endamên QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku li hemberî Daişê li herêmê şer kirin, her wiha çapemeniya navneteweyî beşdar e.

LI KU

Kantona Qamişlo, Rojhilata û Bakurê Sûriyê

KENGÎ

6 – 8 Tîrmeha 2019’an

ÇAWA

Hûn dikarin li ser Twitter @RojavaIC bişopînin ji bo nûkirinên tweetê yên yekser yên Îngilîzî. Ji bo nûkirinên Erebî li @NrlsAr bişopînin. Em ê rojane kurtenivîsekê rojnamevaniyê ji bo rojnameger û lêkolînvanên ku komcivînê ji dûr ve dişopînin, biwesînin Dema ku alîkarî pêwîst be ji bo şopandina komcivîne, hûn dikarin têkiliyê bi Navenda Agahiyan a Rojava bikin.

ÇIMA

Piştî têkbirina Daişê ya herêmî li ser destê QSD’ê di 23 Adara 2019’an de, bala raya giştî veguherî cihine din. Lê li ser asta herêmî û navneteweyî gefa Daişê roj bi roj zêde dibe. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê , şaneyên razayî yên Daişê rojane û bi lezeke xurt êrîşan pêk tînin ku her mehê bi dehan kes tên kuştin.

Hîn giringtir, heta niha bêtirî 13,000 şervanên Daişê niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtîne, 1000 ji wan welatiyên biyanî . Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, b;tirî 13000 jinên daişê yên biyanî û zarokên wan û bi hezaran endamn Daiş yên herêmî û Iraqî û malbatên wan û hevsozên wan, di kampan de ne. Tevgereke lewaz a navneteweyî ji bo çareserkinrina vê pirsgirêkê heye, ji bo şervanên Daişê vegerin an jî di warê siyasî, hiqûqa û darayî de piştgeriya rêveberiya xweser a ku ji bo vî barê giran têdikoşe bike.

Li gorî vê, NRLS’ê Komcivîna Navneteweyî ya li ser Daişê saz kiriye, ji bo komkujiya nijadî û çandî ya ku Daişê li ser gelên herêmê û bi taybet civaka Êzdî pêk anî, lêkolîn bike, pêşniyarên ji bo bergiriyê li ber gefa ku Daişê li ser asta herêmî û navneteweyî çêdike, pêşkêş bike û gotûbêjkirina rêbazên guncaw ên li dij şaneyên razayî tunekirina îdyolojiya radîkal a Daişê, ji bo aştî û aramiyê herêmê were parastin.

زر الذهاب إلى الأعلى