Uncategorized

Rapirsîna nêrînan di derbarê însiyatîfa QSD ya ji bo yek rêziya Kurdî

 

-Pêşgotin:

Piştî Qeyrana suriyê di sala 2011 de û gelek destwerdanên ji  derve, ku rolekî neyênî di di domandinaqeyranê de lîstin û hawîrdora kuştin û hilweşandinê berferehkirin, pirsgirêka Kurdî bi awayekî  leşkerî û siyasî bi zelalî derket holê. Wekî her derçûneka di nav beşên Suriyê de, perçebûyînî ta gihaşt astekê ku hêdî jê veger wekî xeyal hat dîtin ji aliyê gelek kesan ve, ji ber ku girêdanên herêmî û navdewletî bandor li ser perçe bûyînê kir.piştî bohurîna ewqasî sal û perçebûyîn û dûrketinê bû behaneya hin derdorên dij-Kurd da ku li gelê Kurd bidin û bajar û bajarokên wan dagîrbikin; nemaze jî dewleta Tirk. Ji ber wan geşedanan û pêdiviya gelê me bi yekrêziyê da ku karibin li hemberî metirsiyên li ser çarenûsa gelê bisekinin, ji hêla QSD`ê ve însiyatîfa `yekkirina rêz` hat, tevahî aliyên Kurdî davetî hevdîtin û yekkirna nêrînan li hemberî metirsiyên ku li ser doza Kurdî ya netewî hatkirin.

Însiyatîf wekî pêdiviyek pêwîst û girîngiyek niştimanî, ji xortkirina rola Kurdan di goftego û hevdîtinên navdewletî ku têkildarî Suriyê tên li darxistin bû. piştî ku aliyên Kurdî bi erênî nêzî însiyatîfê bûn, gelek hevdîtin û nîqaş di navber partiyên Yekîtiya Niştimanî û ENKS de çêbûn. Ew hevdîtin wekî mizgîneyek xêrê gelê Kurd kêfxweşkir; daxwaz ew bû ku aliyên Kurdî bikêmahî lihevkirinekê çêbikin û yek rêziyê sazbikin.

Jê wir de NAVENDA ROJAVAYA LÊKOLÎNÊN STRATEJÊK Rapirsînek gelêrî li ser wê însiyatîfê destpêkir, nêrînên cuda berhevkirin, û nirxandina wê bûyera girîng di jiyanê gelê me de kir.( ji ber ku qarantîna verûsa Korona me ne dikaribû li herêma Firat û Şehba`yê nêrîn bistan de. lêbohrîna xwe pêşkêş dikin!).

  • Cîhên Rapirsînê:

Herêma Cezîrê: (Dêrîk, Girgêlegê, Tirbespiyê, Qamîşlo, Amûdê, Dirbasiyê, Tiltemir, hesekê).

  • Dîroka Rapirsînê: ji 05/07/2020 ta 21/07/2020.
  • Hejmara kesên bi wan re rapirsîn hatiye çêkirin: 1378 kes.

Nêr: 922(%67) , mê 456(%33).

  • Herêmên ku li wir rapirsîn hat çêkirin û hejmara kesên nêrîn dan
 Herêm hejmar rêjeya
Dêrîk 100 7.3 %
Girgêlegê 103 7.5 %
Tirbespiyê 103 7.5 %
Qamişlo 355 25.8 %
Amûdê 124 9.0 %
Dirbasiyê 100 7.3 %
Tiltemir 99 7.2 %
Hesekê 394 28.6 %
Hejmara gişt 1378  

 

Encamên rapirsînê

1-Bi nêrîna we çi astengî li pêş yekrêziya kurdî hene?
1- Perjewediyên teng yên partiyan 568
41.2%
 
2- Girêdana pariyên Kurdî bi aliyên derve re 597 43.3%
3- Sedemên dîtir 179 13.0%
4- Bê bersiv 34 2.5%
2-Hûn însiyatîfa QSD ji bo yekrêziya kurdî çawa dibînin?
1- Erênî 1,310
95.1%
2- Neyînî 21 1.5%
3- Ne girîng e 29 2.1%
4- Bê bersiv 18 1.3%
3-Gava duyem divê çi be piştî ku ENKS`ê bi erênî banga QSD bersîvand bi serketina Qonaka yekem?
1- Derketina ji nav refên koalîsyona Suriyê? 355
25.8%
2- Yekkirina rêza Kurd 875 63.5%
3- Tu bandorê çênake 120 8.7%
4- Bê bersiv 28 2.0%
4- Piştî serkeftina qonaka yekemîn ya însiyatîfa yekrêziya Kurdî, hûn bawer dikin wê qonaka duyem bi pêş bikeve?
1- Erê 905 65.7%
2- Na 82 6.0%
3- Ez nizanim 366 26.6%
4- Bê bersiv 25 1.8%
5-   Bi nêrîna we çi baştire ji bo pêşketina însiyatîfa yekrêziya Kurdî?
1- Hevpeymanî tenê di navberî PYD û ENKS de 111 8.1%
2-Beşdariya tevahiya partiyên kurd di wê hevpeymanê de 1,187 86.1%
3- Nizanim 66 4.8%
4- Bê bersiv 13 0.9%
6- bi nêrîna we devera herî baştir ji bo rêkeftina yekrêziya Kurdî?
1- Qamişlo 1,008 73.1%
2- Hewler 236 17.1%
3- 3- Cîhekî din 107 7.8%
4- Bê bersiv 27 2.0%

 

زر الذهاب إلى الأعلى