ANALÎZ

Tirkiyê û çirava Afganistanê

Hêjaye gotinê ye ku Tirkiyê têkiliyên wê bi tevgerên cîhadîst re(Tevgera Talîban-Rêxistina Qaîde-Daiş- Ixwanulmislimîm) heye, li rex van jî têkiliyên wê bi partiya Islamî ya turkistanî heye ku di nav wê de gelek şervanê Uygur ên ku li Idlibê pir çalakin heye. Her wiha têkiliyên wê bi dewleta Qeterê re jî heye, ya ku têkiliyên wê bi tegaera Talîban re pir xurt e û serpereştiya danûstandinê di navbera Talîban û Amerîkyê de dike û ya ku dibe peredan, sponsor û destekdarê herî mezin ê rêxistinên terorîstî. Li milekî din jî têkiliyên wê bi Bakistn  û Îranê re ku her du sînordaşê Efganistanê ne, baş e.  Ji xwe encumena ku bi nave Encumena Tirkî tê naskirin ku di sala 2009 an hatiye damezrandin, rêxistineke welatên bi zimanê Tirkî diaxivin li xwe kom dike ku navenda wê li Istanbolê ye û armanc wê  hevkarî û hevrêziyê di navbera welatên Asyaya Navîn û Tirkiyê de xurt dike. Armanca Tirkiye jî ew e ku di nav van welatan de, yekîtiya aborî di sala 2040 çêbike. tê zanîn ku di dema niha de, têkiliyên Tirkiyê bi Rûsyayê re pir xurtin, li Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn li pey berjewendiyên xwe yên jeosiyasî û aborî dikeve. Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Xelûsî Akar tekez kir ku hevalbend; pabend in ji bo dabînkirina piştevaniya siyasî, darayî û lojîstîkî ya pêwîst ji bo Tirkiyê, her wiha  Erdogan jî  pêşniyar kir ku Pakistan û Mecaristan, di vê misyonê de; bi Enqereyê re beşda bibin.

Em dikari têkiliyê Tirkiyê bi Amerîka, Rûsya û Çînê re, bi siyaseta wê ya pêşerojê bi Afganistanê û tiştên dibe û dê bibin li Sûriyê diyar bikin, ji ber ku her sê welat di kirîza Sûriyê de, bi rêxistinên cîhadîst li Afganistanê û hebûna çedarên Uygur li Idlibê, têkildarin. Rêjîma Tirkiyê dikare siyaseta xwe bi her sê welatên navborî re, ta astekê berdewam bike, lê di dawiyê de bermberî du hilbijartina ye, yan dê têkiliyên wê bi Rûsya û Çînê  re têk here, yanî wê têkiliyên wê bi Amerîka têk here

Çîn û Rûsya: Têzanî ku Tirkiyê di destwerdana derveyî de, pir xwe dispêra ser çeteyê xwe. Tê payînkirin piştî ku wezîrê derve yê Amerîka Blinken ragihand, dê hêzên biyanî di demek nêz de, ji Lîbyayê vekişin, Tirkiyê çeteyê xwe ji Lîbyayê veguzîne Afganistanê. Ji ber ku Tirkiye piştgirîyê dide rêxistina Uygur li Idlib û Afganistanê ku dikeve li ser sînorê Çînê, nemaze li herêma Xinjang “Turkistana Rojhilat” piştgirîyê dide rêxistina Uygur “Partiya Islamî ya Turkistanî”, ev dibe sedema nakokiyên mezin di navbera Çîn û Tirkiyê de ku xwe dibîne serokê neteweyên Asyaya Navîn û dibe ku dana Çînê çek, cebilxane û alavên leşkerî yên pêşkeftî ji bo rêjîma Sûriyê ku şerê şervanê Uygur li deşta Xabê û gundewarê Laziqiyê bike bi radestkirina Tirkiyê dosyaya Afganistê, girêdayî be. Hêjayî gotinê ye ku Waşnigton navê partiya Tirkistan ji lîsteysa terorê derxist ku ev yek dibe; yek ji rêzekiryarên ku rêveberiya Trump ji bo sizakirina Çînê der barê binpêkirinên ku li herêma Xinjang rû dabû, pêk anîbû.

Rûsya jî; ji derbasbûna rêxistinên Terorîst ji Afganistanê ber bi Rûsyayê ve, pir metirsêdar e, ji ber ku Afganistan dibe bingeha rêxistinên cîhadîst(Talîban-Qaîde- Daiş), li rex  hebûna çekdarê Çeçenistanî li Idlibê. çi aloziya di navbera Rûsya û Tirkiyê de derkeve, dê bandora xwe li Rûsyayê bike û Rûsyayê rûbirûyî terorê bike. ji ber wilo, ew girêdana Tirkiyê bi rêxistinên cîhadîst wê nakokiyan di navbera Tirkiyê ji alîkî ve û Rûsya û Çîn ji alîkî din ve derxe holê

Tirkiyê weke alîyekî  ku berjewendiyên Amerîka pêk tîne, lê ji ber kiryarên der bare hin mijaran mîna “S400” û nêzîkatiya Tirkiyê li gel Rûsya, Çîn û Îranê ve ku Amerîka wan dibîne dijmin, pir dilgiran e. Hin çalakvanan li ser tora civakî belavkirin ku  morkirina pêymanekê bi Çînê re, ji bo radestkirina Uyguriyan, nêzîkatiya Tirkiyê bermberî Uyguriyan hatiye guhertin, her wiha eşkerekirin ku rêjîma Tirkiyê bi sedan ji Uygurîyan girtine û hemahingiyê li gel Çînê dike ji bo koçkirina wan. Ev tê wateya geşbûna têkiliyên wê bi  Çînê re, ya xwedî pirojeya rêya hevrîşm ku Tirkiyê û Afganistan prçeyeke ji vê pirojeyê ne. Jixwe ev yek nakokiyên di navbera  Amerîka û Tirkiyê kûr dike. Bêguman çakirina têkiliyên her du walatan jî girêdayî ye asta tawîzên ku dê her du welat der barê Sûriyê, girêbesta S400  û dûrketina Tirkiyê ji Rûsya û Çînê, bidin de.

Tevî ku Tirkiyê di têkiliyên xwe de, siyaseteke pragmatîk demeşîne û li ser gelek werîsan dilîze, wek têkiliya wê bi rêxistinên terorist re,  girêbesta S400 û şandina çeteyan bo hin welatên herêmî daku siyaseta xwe bimeşîne û hin qezencan bi dest bixe. lê ev esiyaset û kiryar dê bihêle Tirkiyê rastî gelek pirsgirîgan were, dibe ku pir zehemt be Tirkiyê jê xils bibe ku di encamêde dê gelek tawîzan ji bo welatên xwedî hêz bide. Ji ber ku di aloziyeke aborî mezin de dijî, dê destwerdana Afganistnê bêtêr vê aloziyê mezin bike. Bêguman, her welatek berjewendî û armancên wê yên stratejîk heye, loma pir zehmete dev ji Afganistanê ku dikeve ser sînorê rojavayê Asyayê û nîv parzemîna Hindî  û rojhilatî Asyayê, berdin. Afganistan ji welatên xwedî hêz re wek Amerîka,  Çîn û Rûsyayê herêmeke, pir girîng e . Jixwe vekişîna hêzên biyanî di vê qonaxê de ji afaganistanê, dê hevrikiya hin welatên herêmî bi Tirkiyê û Bakistanê re mîna Îran, hindistan û Çînê derxe hole, daku wê valabûnê dagirin. Li milekî din, gelo Tirkiyê dikare Tevgera Talîban kontirol bike, tevgera ku armanca wê hemû xaka Afganistanê desteser bike û Tirkiya napejirî ne ji ber ku endameke Natoyê ye. ji ber wilo dibe ku Afganistan ji Tirkiyê re bibe çiravek ku pir zehemete jê karibe derkeve.

زر الذهاب إلى الأعلى