Di demekê de ku Erdogan xemgînî û êşa xwe ya li ser Xezayê û xelkên wê tîne ziman û xwe li ser wan digirîne û bangê li Israîlê dike da ku jêrzemînê armanc negire û jiyana sivîlan biparêze…di heman demê de ew jêrzemîn, avahiyên girîng û jîngîrî û mal û mulkên sivîlan bi awayekî bêserûber armanc digire; bêyî ku guh bide jiyana sivîl û niştecihên bêguneh. Di van çend rojên borî de dagirkeriya dewleta Tirk topbarana xwe bi ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê de zêde kirin. Wê gelek êrîş bi balafirên şer û drawnan pêk anîn û jêrzemîn, avahî, kargehên sivîl, îstgehên eleketrîkê, embarên genim, aş, nexweşxane, îstgehên veguhestinê yên giştî, avahiyên pîşesaziyê yên sivîl (her wekî kargeha seremîk û madeyên paqijiyê, beşgehên avakirinê, embarên madeyên xwarinê û hwd) armanc girtin.
Êrîşên dewleta Tirk di van çend rojên borî de bi ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê de bi vî awayê li jêr bûn:
Di roja şemiyê 23. 12. 2023yan de, dagirkeriya dewleta Tirk hejmarek êrîş bi balafirên şer pêk anîn:
Li bajarê Tirbespiyê, ev dever hatin armancgirtin:
- Zeviyê Ode yê betrolê.
- Zeviyê Seîde yê betrolê.
- Avahiyek ku berê kargeha kîsan bû.
Li Dêrikê, ev dever hatin armancgrtin:
- Cihekî betrolê li gundê “Baneşkeftê“.
Di roja duşemê 25. 12. 2023yan de, dagirkeriya Tirk êrîşên xwe bi awayekî hovane zêdetir kirin û bi rêya drawnan sazî, navendên xizmetguzariyê yên sivîl, kargeh û avahiyên milet armanc girtin:
Li Qamişloyê, ev dever hatin armancgirtin:
- Îstgeha Sadkopê ya sotemeniyan li taxa Elayê.
- Îstgeha trênê.
- Embareke madeyên mezaxtinê.
- Avahiyeke pîşesaziyê li taxa Elayê.
- Çapxaneya Sîmavê.
- Derdora nexweşxaneya Koronayê.
- Îstgeha eleketrîkê.
- Embara êman.
- Navenda Şûştina Gurçikan.
- Kargeha oksicînê ya tekane.
- Devera li pişt goristana şehîdan.
- Embareke seramîkan nêzî çerxerêya guhestinê.
- Îstgeha Botan a sotemeniyê (Berê navê wê Felahîn bû.
- Îstgeha siwareyên Keraca Ezîzê.
- Aş û embareke pembû li gundê Qesrika Xeya (Um Fursan) li rojhilatê Qamişlo.
- Gundê Şorik.
- Navenda avakirinê (Inşaat) li taxa Enteriyê.
- Beşgeha Nebe` a gufaşeyan.
- Holek li rex Beşgeha Nebe`.
- Aşê dexlûdanan.
- Xaleke hêzên Ewlekariya Hundirîn.
- Beşgeheke avakirinê li rojavayê Qamişlo.
- Sehrîceke (kemyon) sûtemeniyan a vala li taxa Elayê.
- Bazara pêncşemê li taxa Elayê.
- Embarek li rex nexweşxaneya Koronayê.
- Kargeha Berfîn a çêkirina madeyên paqijkirinê (li rex benzînxaneya Botanê).
- Kargeha êmên Cezîrê li taxa Meyselûn.
- Du kargehên dirûtinê li taxa Meyselûn.
- Xala kontrolê ya li Nemetliyê (dergehê rojhilat ê bajarê Qamişlo).
- Du embarên bazirganiyê yên ku tê de cil û sobe dihatin hilandin (li derdora girtîgeha Elayê).
Li Girkê Legê, ev dever hatin armancgirtin:
- Derdora sîloya genim li gundê Girziyareta Çolê (Tobiye) li rojavayê navçeya Girkê Legê.
Li Navçeya Amûdê, ev dever hatin girtin:
- Kargeha Rohilatê ya Zeytûnan.
- Kargeha Nîskan.
- Hola Kerem a Dîlanan.
- Xala kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li aliyê rojhilat û başûr li bajarê Amûdê.
Li Dirbêsiyê, ev dever hatin armancgirtin:
- Du xaniyên sivîlan; yek xaniyê Hekîm Hac Bekir bû û yê din ê Eşref Kiya bû.
Li Kobanê, ev dever hatin armancgirtin:
- Heft xalên kontrolê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kobanê (li rojhilat, rojava û başûrê bajêr).
- Keraceke siwareyan.
- Nexweşxaneya Meştenûr.
- Kedîgeheke mirîşkan a sivîlekî.
- Çandingeheke sivîlekî li ser rêya Helebê.
- Beşgeha “Ehmed Temer“ a avahiyan.
- Xaniyên sivîlan li çend taxên bajêr.
Ji bo xesaretên mirovî jî, di encama vê topbaranê de heşt kes şehîd bûn û 18 welatî birîndar bûn. Her wiha ji ber armancgirtina 10 xalên kontrolê, sê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.
Şehîd ev in:
- Bêrîvan Mihemed.
- Ferhan Xelef.
- Riyad Hemo.
- Ferhan Temê.
- Rênas Hisên.
- Hisên Ehmed.
- Faris el-Faris.
- Aya el-Sebawî.
Hêjayî gotinê ye ku di heman dema êrîşên asîmanî yên artêşa dewleta Tirk a dagirker de, êrîşên wê yên bejahî û topbarana wê bi ser gundewarên rojhilat ên bajarên Efrînê, herêmên Şehbayê û herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê de berdewam man. Ev êrîş bi hevkariya çeteyên çekdar ên girêdayî Îtîlafa Sûrî pêk hatin.
Tevî van qas sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê de pêk anîn jî, civaka navneteweyî, Hevpeymana Navneteweyî, hêzên garantor û rêxistinên mirovî bê deng man, mîna ku binpêkirinên li dijî sivîlan li bakur û rojhilatê Sûriyê û piştguhkirina urf û adetên navneteweyî, ne xem in ji bo mirovahiyê!!