Rapor

Raporeke li ser komvivîna: Koçberî û Koçberkirin Li Herêma Bakur û Rojhelatê Sûrîyê

Kocivîna koçberî û koçberîyê yê ku Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk bi navê ʺKoçberî û Koçberkirin Li Herêma Bakur û Rojhelatê Sûrîyê: Sedem, Encam, Pêşnîyar û Çareserî “roja duşemê (28. 1. 2024) li navenda Mihemed Şêxo Ya Çand û Hunerê li dar xist, ew jî bi amadebûna 160 kesayetên lêkolîner, ekademîsyen û siyasetmedar û nûnerên sazîyên bîrdozî, perwerd û civakê, civaka sivîl, Rêveberîya Xweser û baldarên rewşa giştî; astengîya herî mezin ji pilanên ku deweleta Tirk a dagirker û dewletên li dij Rêveberîya Xweser dixwazin pêk bînin.

Rola demê:

Dibe ku komcivîna koçberî û koçberkirinê dereng hate lidarxistin, lê dê bandora wê li sînorkirina koçberîyê ji herêmê hebe, her wiha weke astengîyeke mezin ji gefên ku hewil didin herêmê vala bikin e, êdî rola demê ya ku komcivîn tê de hate lidarxistin – tevî ku dereng bû jî- pir giring e; bi taybet piştî lezbûna koçberîyê û hewildanên koçberkirinê yên ku gihaştin asta herî bilind ji hêla Tirk a dagirker ve ku binesazî û sazîyên sivîl armanc digire, ew jî bi armanca welatîyan bajo ber bi koçberîyê, her wiha domdarîya siyaseta koçberkirinê li ser welatîyan li herêmên dagirkirî.

Nameyên ku lidarxistina kocivîna koçberî û koçberkirinê gihand:

 Ev komcivîn gelek name gihandin, ji wan:

Nameyeke ji alîyên ku dijminatîya Rêveberîya Xweser dikin û hewil dikin ku gel li dij Rêveberîya Xweser rakiin, wateya wê jê ew e ku tevî hewildanên berdewam ên dewleta tirk a dagirker û alîyên din ji bo ku berî gel bibin koçberîyê, gel dê li ser xaka xwe bimîne.

Her wiha nameyeke gihande civaka navneteweyî ku bêdengîya wî vîna gel kêm nake ji bo mana li ser xaka xwe, gerîna li çareseîyên pirsgirêkan û danîna çawanîyekê ji bo li hember siyasetên ku herêmê armanc digire û hewil dide ku guherina dîmografî çêke raweste.

Mijarên giring ên ku li komcivînê hatin gotûbêjkirin û giringîya komcivînê:

Beşdarvanan tekezî li ser dîrok, sedem û encamên li ser welatên jêkoçberbûyî û lêkoçberbûyî, kir.

Her wiha beşdarvanan tekezî kirin li ser awaya koçberîyê li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û siyasetên ku dewleta Tirk a dagirker dike, ew jî bi rêya armancgirtina binesazî, sazîyên sivîl, nexweşxane û dibistan, ew ji bo welatî koçber bibin ku armanca vê siyastan valakirina herêmê ji bo guhertina demografîk. Jixwe rewşa aborî pareke mezin ji mijarên beşdarvanan girt ku li ser rewşa aborî ya li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê axivîn, her wiha kêmaxîyên hin sazîyên Rêveberîya Xweser ku bandoreke nerênî li ser jiyana welatîyan dike, êdî ji ber vê yekê hin pêşniyar ji bo başkirina rewşa aborî û hi jî ji bo alîyên berpirsyar hatin kirin.

Jixwe nerînên beşdarvanan komcivîn dewlemend kir ku bi awayeke demokratî û azad bû ku hin ji wan rexne li hin kêmasîyên li hin sazîyan kirin û tekez kirin ku ew ê dê bi berdewamî li ber xwe bidin, dev ji xaka xwe bernadin û li dij siyasetan rawesrin, her wiha hin wan jî hin pêşniyar ji bo xweşkirina rewşa aborî li herêmê pêşkêş kirin.

Jixwe dawuyanîya dawî, tekezî li ser Derkirî û pêşnîyar ên ku li gor hêvî, pêşnîyarên beşdarvanan bûn. Ew jî ev bûn:

Derkirî:

  1. Tekezkirin li ser ku diyardeya koçberîyê pêngavên koçberkirinê, gefan li ser ewlehîya mirovahî û hebûnê ya civakên Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi hemû pêkhateyên wê.
  2. Tekezkirin li ser ku pêngavên koçberkirina kotekî yên ku hêzên Tirkîyê û komikên çekdar ên wê li ser şênîya resen li herêmên Bakur û Rojhilata Sûrîyê çêdikin, sûckarîyên li dij mirovahîyê ne ku weke sûckarîyên qirkirina komî û sûckarîyên şer tên nîşankirin, ew jî li gor peymana Neteweyên Yekbûyî û hevpeymanên Cinêverê ya 1948 û her du pirotokplên pêvek ên 1977, her wiha weke binpêkirineke ji kevneşopîyên mirovahî û navneteweyî tên nîşankirin.
  3. Şermezarkirina pêngavên koçberkirinê yên ku hêzên Tirkîyê û komikên çekdar yên wê yên li ser şênîya resen li herêmên Bakur û Rojhilata Sûrîyê pêk anîn.

Pêşnîyar:

Di dawîya xebatên vê komcivînê de, hin pêşniyar ji raya giştî, sazîyên Rêveberîya Xweser a Demokratîk li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, HSD û MSD hatin pêşkêşkirin, ew jî ev in:

  1. Vexwendina Rêveberîya Xweser ji bo bersiva biwate ji alozîya jiyanî û bobelata zuhabûnê bide û beşdarkirina civak û bijarekê zanistî û aborî û yekîtîyên pîşeyî di nav xwe de, ew jî ji bo hewildana bilindkirina rewşa jiyanî.
  2. Vexwendina alîyên rikber ên Rêveberîya Xweser ku rexneya avaker bi kar bînin û rêbaza dijminatîyê di warê ramyarî de bi kar neynin.
  3. Vexwendina sazîyên mafnasî û hawarî yên welatî û navneteweyî, ji bo ku berpirsyarîyên xwe rakin û ji bêdengîya xwe li ser binpêkirinên ku li herêmên dagirker ên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê rû didin, derkevin.
  4. Vexwendina kur û keçên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ku koçber nebin û dev ji xaka xwe bernedin û vexwendina koçberan ji bo vegerin.
  5. Damezrandina navendeke bîrdozî û zanistî ya taybet bi lêkolînên koçberîyê û belgekirina pêngavên koçberkirinê ku xebatkarên wê pispor bin.
  6. Vexwendina ji bo ji dil zagon û yasayên ku ji hêla Rêveberîya Xweser dertên ên girêdayî li dij qaçaxîya mirovan werin pêkanîn, ew jî ji bo sînorkirina koçberîyê.

Her wiha di komcivînê de gelek pêşniyar û çareserî ji hêla beşdarvanan hatin pêşkêşkirin, em weke NRLS, em ê van pêşniyar û çareserîyan dabeş bikin, ew jî ji bo ku bigihêjin alîyên berpirsyar, her wiha em ê wan bişopînin ta ku bigihêjin encamine berbiçav.

زر الذهاب إلى الأعلى