Di 20 adarê de, kurdan li seranserî cîhanê dest bi pêxistina agirê azadî û serfirazîyê kirin, ew jî bi beşdarbûna tevahî gelên ku Newroz weke hêmaya aştî û demokrasîyê dibînin, lê Newroza vê salê bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û li Sûrîyê bi giştî, cûda bû ku hemû pêkhateyên gelê sûrî ji bo pêxistina agirê Newrozê û pîrozbahîya vê bûneyê ya ku yekîtîya gelê sûrî tekez kir, beşdar bûn. Jixwe Newroza Efrînê cûdatir bû; ji pêxistina êgir ta pîrozbahîyê, ew jî ji ber binpêkirinên ku li ser welatîyên Efrînê hatin kirin bi destê pêmayên Bas, torinên Mîşêl Efleq û nijadperestên ku bi fermana siltanê xwe yê osmanî bi her rêbazî hewl didin ku rastîyê veşêrin ku binpêkirin û astengî li ser şahîgirên li Efrînê şeva Newrozê û piştî wê jî hatin kirin, êdî li gor agahîyên ku me ji çalakvanê mafên mirovan birêz Brahîm Şêxo peyda kirin ku saloxgberîya tirk û ya bi navê ʺAsayîşa Leşkerîʺ, gelek binpêkirin pêk anîn:
- Li bajarê Efrînê li kolana Marata, komika kesên bi navê ʺEbûyûsiv Elşerqîyaʺ serkêşê koma Ehraruşerqîya, hin xort û sîpe yên niştenîyan bi ser şahîgirên Newrozê de şandin ku kevir avêtin erebeyên ku alên Kurdî hildabûn, her wiha al çirandin û sixêf û peyvên nijadperest gotin, jixwe ji ber van êrîşan, ziyan gihaşte sivîlan, ew jî bi armanca ku pîrozbahîya bi vê roja dîrokî (cejna Newrozê) neyê kirin.
- Endamên benda gundê Kokanê ya navçeya Mabetayê ku ev bend ji saloxgerîya tirk, asayîşa leşkerî û ewlehîya ramyarî (siyasî) hevbeş e, sê ciwanên kurd dema ku di bendê re derbas bûn girtin, ew jî bi bihaneya hildana ala kurdî di pîrozbahîya cajna xwe ya neteweyî de (cejna Newrozê).
- Welatîyên gundê Ebla ya navçeya Bilbilê, agirê Newrozê li hola gund pêxistin, êdî serkêşê komika Siltan Mirad ku berpirsê gund e, nehişt ku welatî agirê Newrozê pêbixin û welatî arandin û nerihet kirin.
- Welatîyekî kurd bi guleyên hin çekdarên nenas hat biîndarkirin, ew jî dema piştî pîrozbahîyên Newrozê xwestin ku ala kurdî jê bistînin, her wiha saloxgerîyê welatîyekî kurd ê din ji ber ku alên kurdî di cejna Newrozê de difirotin girtin, her wiha bi sûcê berdana guleyan ji bo pîrozbahîya cejnê, hindin jî girtin.
- Welatîyekî kurd bi navê ʺHesen Seydoʺ yê bi nasnavê (Bavê Şiyar) ê ji welatîyên bajarê Efrînê (taxa Eşrefiyê), li kolana bi navê Mazot ya navenda bajarê Efrînê, bi guleyên hin çekdarên nenas hat birîndarkirin, ew jî dema ku ji pîrozbahîya şeva Newrozê ya 20 adara niha vedgeriya.
Êdî li gor hin agahîyan, du kesên ku matorê cûreya ʺCebelîʺ dajotin li kolana Vêlat a bajarê Efrînê ku yek ji wan rûgirtî bû, rêya welatîyê kurd ê bi navê ʺHesenʺ û xizmên wî girtin û hewl dan ku ala kurdî ji yekî ji wan bistînin, êdî dema ku Hesen xwest ku destwerdanê bike, yekî ji çekdaran gul berda rihnê Hesen û ew birîndar kir, êdî ji bo dermankirinê ew birin nexweşxana Texesusî ya bajêr.
Di dîroka 23 adara niha de, endamên komika bi navê Saloxgerîya Azad ʺewlehîya ramyarîʺ li navenda navçeya Racoyê, berî pîrozbahîyên cejna Newrozê ya neteweyî, welatîyê kurd ʺMalikʺ ê xwedîyê dikana ʺElûşʺ a diyarî û Iksêswaran girtin, ew jî ji ber ku wî alên kurdî firotin gelê kurd, êdî li girtîgehê lê dan û ew pîs kir, êdî paşê piştî ku bi zorê hiştin ku pera bide, ew berdan, ew jî tevî ku hin dikanên di destê niştenîyan de li bajarê Efrînê, ji bo perayan qezenc bikin al difrotin; ew jî bêyî tu bandorên zagonî yan jî nijaperestî.
Her wiha gereleşkerekeʺ Asayîşa Leşkerîʺ li bajarê Efrînê, di sibeha roja şemîyê ya 22 Adara niha de, êrîşî hin xanîyên welatîyên gundê Korzêlayê ya Şêrawa kirin û 4 ciwan ji gund girtin, ew jî bi sûcê berdana guleyan ji çekekî nerêdanî û pêxistina agirê Newrozê êvara roja pêncşemê ya 20 Adara niha, êdî ew birin girtîgeha ewlekarîyê ya bajêr, ew welatî jî ev in:
- Ehmed Şemo.
- Xelîl Kalo.
- Hemûda Necar.
- Samî Şemo.
Jixwe di 23 Adarê de hatin berdan.
Ji alîyê xwe ve, komika Emşat û Hemzatan ên peyrewên Tirkîyê, pêngavên girtinê yên berfireh li bajarê Efrînê pêk anîn ku bi dehan welatîyên kurd armanc girtin, ew jî ji ber ku wan pêrozbahî bi cejna Newrozê kirin û alên kurdan hildan.
Her wiha gelek zorî li ser şahîgirên cejna Newrozê li bajarê Efrînê dikinin, ew jî bi avêtina kevuran ku ew kiryar bixwe pêmaya sêwîyên Basê ye ku wan jî kevir davêtin kurdan dema ku pîrozbahî bi cejna xwe dikirin, ev hişmendîya Basîtîyê hê li ba van çeteyên li Efrînê heye, her wiha siloganên tîreyî (Taifî) û nijadperstî digotin.
Jixwe dizî jî yek ji binpêkirinên çeteyan bû ku mijûlbûna welatîyan bi pêxistina agirê Newrozê wek derfet ji xwe re dîtin: Di 20 Adarê de avmijoka ʺpîterʺ a bîreke irtîwazî ku xwedîyê wê welatîyê kurd ʺMistefa Reşîdʺ e, hat dizîn, ew jî li devera Deştê Qamişlê ya gundê Helûbê ya navçeya Şeran nêzî ʺQereh Cerneʺ ya li gundewarê Efrêna dagirkirî.
Êdî komikên çeteyên dagirkerîya tirk, hemû cûreyên binpêkirinan li dij welatîyên Efrînê ji roja pêşî ya dagirkirina wan ji bajêr re ta roja îro, bi awayeke domdar pêk tînin ku şênêya resen rastî pêngavên girtin, talan û koçberkirina kotekî tên, ew jî di çarçûveya hewldanên birêkûpêk yên ji bo ku guhertina demografîk li herêmê pêk bînin.