Rapor

RAPOREK DI DERBARÊ HERÊMÊN ŞEHBA, ŞÊX MEQSÛD Û EŞREFIYÊ DE

Di derbarê geşedanên bi lez li Helebê rûdidin û kontrolkirina  Cebhetelnusra – ku ew bixwe di lîsteyên terorê ya navneteweyî de ye – bi hevkariya çeteyên dewleta Tirk a dagirker û piştî vekişîna hêzên hikûmeta Şamê û hêzên Rûsyayê ji Helebê û herêmên din ên girêdayî Helebê; Me wekî Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk bi hin kesayetên hiqûqnas û siyasetmedarên ku li herêma Şehbayê dijîn re têkilî kir, û me ev rapor amade kir.

Îbrahîm Şêxo – Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê

Birêz Îbrahîm Şêxo da zanîn ku – tevî soza Heyet Tehrîr El-Şam – lê wan ligel çeteyên dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşa li ser Hêzên Rizgarkirina Efrînê kir, û di navbera Hêzên Rizgarkirina Efrînê ji aliyekê ve û Heyet Tehrîr Elşam û çeteyên dewleta Tirk a dagirker Li aliyê din de, duh, şer û pevçûn derketin, paşê pevçûn rawestiyan û behsa danûstandin û derxistina sivîlan ji wê herêmê, hat kirin.

Şêxo tekez kir ku 100 hezar sivîlên ku di encama êrişa dewleta dagirker a Tirkiyê li ser bajarê Efrînê di sala 2018 de ji bajarê Efrînê hatibûn koçberkirin, niha jî di encama êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên Elnusra de, neçar mane ku ji herêmên koçberiya xwe li Şehbayê jî careke din koçber bibin. Her wiha diyar kir ku ji duh danê êvarê ve ew li çolê ne, û ji duh ve li ber dergehê Elehdas in û rê bi wan nayê dan ku derbas bibin, û êdî ew nizanin ka dê berê wan bikeve kû de.

Mihemed Emîn Elîko – Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk a taxa Şêxmeqsûd

Elîko tekezî li ser wê yekê kir ku li Şehbayê berxwedana gel berdewam e, ji ber ku ew bi hêzên leşkerî re di yek çeperî de ne, lê îro artêşa Tirk a dagirker bi hemû çekên xwe yên leşkerî li gel çeteyên xwe êrîşî bajarê Til Rifat û gundewarên wê kirin, û zêdetir ji eniyeke şer li wê herêmê hat vekirin, lê berxwedan berdewam e, û gelek kuştiyên çeteyan li wê herêmê hene, û niha gel di navbera Fafîn û Elehdas de asê maye, û hewl tê dayîn ku rê were vekirin daku gel li ser destên çeteyan rastî komkujiyan neyê; Ji ber ku ev çete, li her devera ku derbasî nava wê dibin, li dijî gel komkujî û tawanan dikin, ev zîhniyeta ku ji Osmaniyan girtine heta roja me ya îro jî berdewam e, jixwe ew li ser xwîna gelan dijîn. çeteyên dagirkeriya tirk, bi taybetî li herêmên Til Rifatê, darvekirinên meydanî pêk tînin, herwiha dîlên ku bi destên van çeteyan hatine şehîdxistin jî hene, jixwe li herêmên ku derbasî nava wan dibin kiryarên hovane yên dûrî mirovahiyê pêk hatine.

Derbarê her du taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd de jî, ew tax dorpêçkirî ne û xelkên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê biryara berxwedanê dane, jixwe rewş ew e ya ku ji duh ve di daxuyaniyên Hêzên Sûrya Demokratîk de hatiye, û ji wê zêdetir nîne. lê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şerekî taybet û sîstematîk li dijî xelkê tê bikaranîn, nişteciyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî jiyana xwe bi asayî derbas dikin, lê pirsgirêka qutkirina avê heye; herwiha ji ber qutbûna toreya telefonê li ser van her du taxan, pirsgirêka têkiliyê di navbera şêniyan de heye.

Ez tekeziyê li ser rewşa koçberên Şehbayê dikim, ku di vê sermaya dijwar de li derve radizin, û eger Civaka Navneteweyî tu çareyan nebîne û ti gavan need, dê Kurd – çi li Şêxmeqsûd, Eşrefiye yan jî Şehbayê bin, rastî komkujiyên mezin werin, herwiha berê herêmê ber bi wê yekê de diçe ku gelek kes ji ber sermaya zêde jiyana xwe ji dest bidin, û herêm ber bi komkujiyên zêde ve biçe.

Cibraîl Mistefa – Endamê Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

Rêzdar Cibraîl derbarê sûcên ku hatine kirin de axivî û tekez kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker, tevî sermaya dijwar, lê koçberên ku ji Şehbayê hatine koçberkirin, di navbera Fefîn û Elehdas de dorpêç dikin, herwiha li Til Rifatê jî kiryarên hovane pêk tînin.

Birêz Cibraîl tekez kir ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve bûyerên serjêkirinê jî hene; mîna serjêkirina Mistefa Şîyê, jixwe bûyerên kuştina dîlan jî hene, herwiha birîndaran jî hene. Jixwe ev binpêkirin ta niha jî berdewam in.

Herwiha Cibraîl tekez kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ketine hundirê Burc Elqas de û 2 kes kuştine û li gund cenazeyê yekî ji wan bi otombîla xwe kişandine, hemû mal û dikanên Kurdan jî şewitandine, her kesê ku têkiliya wan bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re jî hebû, girtine. Birêz Cibraîl tekez kir ku dergehê Elehdas hate vekirin, û ew ber bi Helebê ve diçin, lê ew nizanin berê wan piştî wê ber bi kû ve ye.

زر الذهاب إلى الأعلى