Tevî serkeftina xwe di kontrolkirina herêmên mezin ji Sûrîyê, parastina rêjîmê ji hiweşandineke pêkan û paşdexistina komên çekdar ber bi herêmên Mertala firat û Idlibê de , Rûsyayê ji bo bidawîkirina krîza Sûrîyê tu karekî cidî nekir. Ji destpêka kirîza Sûriyê ve, karibû diyaloga Sûrî-Sûrî saz bike, destûrekê ji bo Sûrîyê amade kiriba da ku mafên pêkhateyên Sûrî biparêze û karîbû roleke girîng di avakirina Sûrîyaya nû de bilîsta. Lê ev yek tê xuyan ku ne li gorî armancên Rûsya yên siyasî û aborî li herêmê ye. jixwe Rûsya dema dît ku rêjîm li ber hiweşandinê ye, demildest destwerdan kir, da ku mercên xwe yên siyasî û aborî li ser rêjîmê ferz bike. bêguma Rûsya li rex Îranê; di vê destwerdanê de, bi ser ket, dest danî ser dewlemendîya Sûrî ya sererd û binerd li rojavayê ferêt, ji petrol, gaz, fosfat, bender û firgehên Sûrî û bingehên xwe yên lêşkerî bi girêbestine demdirêj ava kir. helbet ev tiştên me anî ziman, bû sedema gurbûna alozîya Sûrî û têkçûna aborî û ketina nirxê lîreya wê.
Rûsya li bakur û rojhilatê Sûrîyê heman siyasetê bi rêve dibe, bi her awayî roleke neyînî li hember Rêveberiya Xweser dilîze, bi taybetî di diyaloga di navbera rêjîma Sûrî û MSDê de. Nebû garantorê bêalî û rasteqîne û ti piştgirî neda Hêzên Sûriya Demokratîk di dema şerkirina rêxistina terorîsta Daişê de. ne wilo tenê, têkilîyên xwe bi dewleta Tirkîyê re, ya ku piştgirîya terorê dike, xurt kir. Armanc jê hêzên YPG, YPJê lewaz bike, Tirkîyê dûrî NATO yê bixe, her wiha HSDê neçar bike ku herêmê xwe, bê bermber radestî rêjîmê bike û dest deyne ser dewlemendîya herêmê . tê zanîn ku Rûsya di rêya lihevkirnekê de, şoqa kesk da Tirkîyê ku herêma Efrînê, Serêkanîyê û girê Sipî dagir bike. Ev siyaseta Rûsî hîn jî berdewam e. Pabendî bi peymana ewlehî ya di navbera wê û QSDê de ya di meha cotmeha sala bûrî, piştî dagirkirina Serêkanîyê û Girî Spî hate morkirin, nekir. Niha jî bi êrîşeke din li dijî herêmê; ji hêla Tirkîyê ve, gefan dide QSDê heger Eynîsa û Kobanê radestî rêjîmê nike. bêguman Rûsya û Tirkîyê vê dema valahîya serokatîya Emerîkayê bikar tînin, hewil didin beriya ku serokê hilbijartî Co Baydin rêveberîya Emerîka radest bike, bi operasyoneke leşkerî rabin, yan jî operasyonin diyarkirin pêk bînin, armanc jî gefdana Rêveberîya Xwesr re, da ku neçar bibe hin herêman radestî rêjîmê bikin. Rûsya bi vê siyaseta gefdanê dixwaze hino hino serwerîya rêjîmê berfireh bike û dest deyne ser herêmên Rêveberîrya Xweser, bi taybetî herêmên petrol, gaz, çandinîyê û Rêveberîya Xweser tune bike. ji bilî handana Tirkîyê û çeteyên bi ser wê ve ku rojane herêmê topbaran dikin.
Rûsya di rêya handana hin êlên ereban, ên nêzî Rêveberîya Xweser, handana dewletên herêmî bi mebesta ku wê kurd Sûrîyê perçe bikin, dike. Dixwaze aramîya hrêmê têk bibe û fitneyekê derxe hole.
Armanca Rûsya ya sereke ew e ku dosya Sûrî yek alî bike. dsest deyne ser dewlemendîya Sûrî û rêyên stratejîk, bingeha Himêmîmê û Tertûsê berfireh bike, da ku aborîya xwe berfireh bike û rê bide pirojeya Çînî ya bazirganî(Yek kember, yek rê), her wiha di rêya rêgirtin li ber veguhestina gaze ji Rojhilata Navîn ber bi Ewropayê ve, dixwaze ewlehîya xwe ya neteweyî jî biparêze.
hebûna Emerîka li Sûrîyê ji alîkî û kiryarên Rûsya û siyaseta wê ya dijî gelê herêmê ji alî din ve, hişt ku karîn û pêşketinên Rûsyayê li Sûrîyê lewaz bibe. ji bo vê yekê Rûsya hewil dide ku nakokîyên Tirkîyê bi NATOê re, pymana Sotşî û Adana bi kar bîne û Tirkîyê li dijî berjewendîyên Emerîka û Rêveberîya Xweser gur dike.
Tevî rola neyînî ya Rûsya li herêmê, lê hebûna wê ya leşkerî girîng e. Ji ber vê yekê danûstandinên QSDê bi Rûsyayê re pêwîst e, da ku li herêmê hevsengiyeke navneteweyî çêbike. Rûsya li rex Emerîka di bidawîkirina kirîza Sûriyayê de aktorekî sereke ye û dikare pêşiya her destwerdanek leşkerî ya Tirkî li ser herêmê bigire û dîsa baweriya gelê Herêmê bi Rûsyayê piştî dagîrkirina Tirkiyê li ser Efrînê vegerîne . dibe ku Ev tişt pêk were heger Rûsya siyaseta xwe ya arandinê li herêmê biguhere, roleke sereke û bêalî di danûstandinên di navbera rejîmê de û MSDê bilîze , destûrek nû ku mafên pêkhateyên herêmê biparêze. Di dawiyê de dive Rûsya zanibe ku çarenûsa hebûna wê li Sûrîyê û parastina berjewendiyên wê li herêmê girêdayê gelê herêmê , ne bi rêjîman ve.