Erdogan bê navber daxuyanîyên dijimane li dijî herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê “Herêmên Rêveberîya Xweser” dide. Lê daxuyanîya wî ya dawîyê ku tê de behsa havîneke germ a ku dewleta Tirk a dagirker ji herêmên Rêveberîya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û Başûrê Kurdistanê re amade dike, her wiha diyarkirina wî ku ev êrîş li gor raporên ji odeya pêngavan a Tirkî ku pilan û amadekarîyên wê bi dawî nebûne hatiye derengxistin, ne mîna daxuyanîyên wî yên berê ne ku ji bilî ya armancgirtina binesazîya herêmê û kargehên pîşesazî yên herêmên Rêveberîya Xweser, hemû li ber bayê çûne. Erdogan hewl dide ku şewqa kesk û piştevanîyeke navneteweyî ji bo pêkanîna vê êrîşê bi dest bixe. Nemaze ku alozîyên li herêmê rû didin “Şerê Xezayê, rageşîya leşkerî ya di navbera Israîl û Îranê de, alozîya Ukrayînyayê û pirojeyên aborî yên li herêmê” dibe ku bikevin bin rajeyên Erdogan ên ji bo bidestxistina erêkirina dewletên têkildar. Armanca Erdogan ew e ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê dagir bike û wan bi herêmên dagikirî yên bakurê Sûrîyê û piştre bi Başûrê Kurdistanê ve girê bide ku di encamê de pirojeya xwe ya Osmanî “Mîsaqa Millî” û avakirina kembereke şîn “Dewlet an jî sabareke (statu) Tirkimanî li Sûrî û Iraqê” temam bike. Bi tevî dehan pêngavên leşkerî yên dijminane yên di bin navên cihêreng de, nikarîbû PKK têk bibe yan jî lawaz bike. Lewre ji ber vê binkeftina wî dixwaze bi piştevanîyeke herêmî û navneteweyî, dest bi êrîşeke berfireh bike û li gor wê xewna xwe ya osmanî li herêmê pêk bîne. Daxuyanîya Erdogan û rastîya peyitandina wê dibe ku vê carê xwe spartibe wê yekê ku alîyine herêmî û navneteweyî ku di êrîşa wî ya li ser herêmên Rêveberîya Xweser li Sûrîyê û li ser herêmên parastina rewa yên Başûrê Kurdistanê, destekê bidinê. Serdana Erdogan a li Waşintonê ya çaverêkirî dibe ku ji bo pêşkêşkirina hinek jidestdayînan be “Vegera li himbêza Rojavayî” û pêşkêşkirina piştegirîya leşkerî û lojistîkî bo Israîlê, nemaze piştî ku di navbera Israîl û Îranê de li herêmê rageşî derketiye. Ev hemû jî ji bo xatirê bidestxistina şewqa kesk a Emerîkî û piştgirîya wê di êrîşa leşkerî ya li ser herêma navborî ye.
Gelo nîşaneyên nêzîkbûna soza Erdogan a dijminane ya li ser herêmê çi ne? Çi jidestdayîn in ên ku ji bo wan dikare şewqa kesk a Emerîkî bi dest bixe? Çi helwestên dewletên herêmî û navneteweyî yên der barê vê êrîşa Tirkî ya çaverêkirî de ne? Çi alî ne yên ku dê destekê bidin Erdogan di êrîşa wî de?
Nîşaneyên ku piştgirîya rastîya daxuyanîyên Erdogan dikin, ev in:
- Şera Israîlî Yê Li Ser Xezayê:
Bi tevî mandelekirina herêmî û navneteweyî bo şerê israîlî yê li ser Xezayê, Tirkî jî qaşo yek ji van dewletên mandelekar e û ew bi xwe jî stargeha komik û rêxistinên islamî, nemaze rêxistina Ixwan El-Mislimîn û tevgera Hemasê ye. Jixwe Tirkî weke hemû dewletên din ên herêmî û navneteweyî helwesteke temaşeker nestand, lê belê bi rêya desteka aborî, piştgirîya Israîlê kir. Li gor wê jî tevgera keştîyên bazirganî yên Tirkî ku bi kelûpel û keresteyên xwarinê barkirî bûn, ber bi Israîlê ve zêde bûn û di seranserî şerê li dijî Hemasê de, piştgirîya aborî da Israîlê. Jixwe ta niha jî Hemas wiha bawer dike ku Tirkî stargeha wê ye û di her êrîşeke ku bandorê li hebûn û cihê wê yê li Filestînê bike de, dê wê biparêze. Bi nêzîkbûna bidawîbûna şerê israîlî yê li ser Xezayê; an ku bidawîbûna pêngavên mezin li piranîya herêman, ji bilî Refehê, Erdogan dest bi sepandina sizayên aborî li ser Israîlê kir. Gava em balê didin van sizayan, em dibînin ku %1 jî bandorê li Israîlê nakin; jixwe eger ev siza ne tenê xêzeke li ser rûyê pelê bin; da ku wê ji derve û hundirîn ve bi kar bîne û xwe wiha bide diyarkirin ku ew li pişta xelkê Filestînê ye.
Lewre dê temenê destekdayîna Tirkî ji Israîlê re, bidestxistina Erdogan bo piştgirîya israîlî be. Bi tevî ku piştgirîya Israîlê ji Tirkîyê re di pêngavên li ser herêmên parastina rewa de heye jî; lê belê Erdogan dixwaze ku piştgirîya Israîlê di êrîşa xwe ya mezin a li ser herêmên navborî de bi dest bixe; ew jî bi rêya fişara li ser Emerîkayê ku şewqa kesk û piştgirîyê di vê êrîşê de bi dest bixe. Bi dest xwe re ev yek dibe ku bandorê li ser nexşeya herêmê û berjewendîyên stratejîk ên dewletên herêmî û navneteweyî yên li herêmê bi taybetî û li ser Rojhilata Navîn bi gelemperî bike.
- Rageşîya Israîlî – Îranî Ya Li Herêmê:
Li kêleka keysbazkirina Erdogan bo şerê israîlî yê li ser Xezayê û destekdayîna wê jê re, rageşîya israîlî – îranî jî dikeve nava rajeyên wê yên ji bo pêkanîna êrîşeke mezin li ser herêmê.
Rageşîya leşkerî ya di navbera Israîl û Îranê de dikeve nava ajendeyên Tirkî de. Jixwe Tirkî hevalbenda Emerîkayê ye û di navbera wê û Israîlê de jî têkilîyên leşkerî û ewlekarî yên xurt hene. Her wiha cihê Tirkîyê yê jeostratejîk ku dikeve nava rajeyên Israîl û Emerîkayê, ji alîyê Erdogan ve tê keysbazkirin û wê li gor dilê xwe keysbaz dike. Piştî ku cîhan li benda bersivdayîna îranî ya ji bo bombebarandina Israîlê ya li ser konsulxaneya wê li Şamê bû; ku di encama wê de gelek kes û di nava wan de fermandarekî mezin ê Feyleq El-Qudis “Mihemed Rida Zahidî” û heft efserên din ên Heres El-Sewrî hatin kuştin, Erdogan di cih de li ser sînorên Iraq–Îranê pergala moşekan a S400 a Rûsî belav kir. Cîhanê wiha texmîn dikir ku ew dikeve nava rajeyên êrîşa wê ya li ser herêmên parastina rewa de -jixwe dûrî hişê mirovan e ku pergaleke parastinê ya wiha li dijî moşekên balistî û stratejîk ku li cem Hêzên Parastina Gel tune ne, werin bikaranîn!. Lê belê ev yek ji bo parastina Israîlê ji moşekên balistî û stratejîk ên îranî hatine danîn.
Ev pergala ku NATO wê red dike û ne li gor pergala wê ya leşkerî ye, Erdogan wiha dixebite ku bi bihaneya ku pergala Patriot li cemê tune ye û bi rêya xistina bin rajeya Israîlê de, vê pergalê rewa bike û razîbûna dewletên Rojavayî ya ji bo êrîşa li ser herêmê bi dest bixe.
- Şerê Rûsî – Ukrayînyayî:
Ev şerê ku di navbera Rûsya û hevbendîya Rojavayî de ye, Erdogan wiha xwe dide diyarkirin ku ew bêalî ye û li dijî sizayên Rojavayî yên li ser Rûsyayê ye. Lê belê Erdogan nikare gelekî dûrî himbêza Rojavayî here, nemaze ku di hilbijartinên şaredarîyan ên dawîyê de, partîya wî li beramberî Partîya Komarî û Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya kurdî, gelek herêm ji dest dan. Ji ber ku dewletên Rojavayî armancên xwe yên lawazkirina Rûsyayê di warê leşkerî û aborî de û dûrxistina wê ji pêşbazîya bi dewletên Rojavayî ya li ser pergala cîhanî re, pêk neanîn; dê vegera Tirkîyê bo himbêza Rojavayî fişareke aborî û leşkerî li ser Rûsyayê çêbike. Di encamê de dibe ku hevkêşeya leşkerî ya li Ukrayînyaayê li bermaberî bidestxistina şewqa kesk û piştgirîya Rojavayî ya di êrîşa çaverêkirî de, were guhartin. Ev ji alîyekê ve ye, ji alîyê din ve jî ji bo ku dewletên Rojavayî li beramberî kirarên dermirovî yên ku der mafên hêzên rikberîyê, nemaze serkêşên Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya kurdî de, bêalî bihêle.
Êdî çarenûsa têkilîya Tirkî-Rûsî ya nû ku li gor alozîya Sûrîyê çêbûye, dê vegera li xala sifirê be û her du alî dê bikevin nava rageşîyê. Li gor wê, serdana Erdogan bo Waşintonê ya çaverêkirî û danûstandinên di navbera her du alîyan de, dê li derdora hin dosyayên sereke pêk werin; mîna piştgirîya bi HES re, alozîya Ukrayînyaayê, parastina Israîlê û bidestxistina piştgirîya Emerîkî ya di êrîşa çaverêkirî de.
Helwestên Herêmî Û Navneteweyî Yên Der Barê Êrîşa Tirkî Ya Çaverêkirî De:
Siyaseta pragmaatîk a ku Erdogan dide meşandin, her wiha alozîyên Rojhilata Navîn û pêşbazîya Rojavayî-Rûsî-Çînî ya li ser pergala cîhanî, zemîneke geş ji Erdogan re çêdikin ku êrîşa xwe ya li ser herêmên Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê û herêmên parastina rewa li Başûrê Kurdistanê pêk bîne. Lê belê ev nayê wateya ku Erdogan dikare bi temamî piştgirîyê ji dewletên herêmî û navneteweyî bi dest bixe. Çi ku nexşeya hevbendî û rakêşîyên herêmî û navneteweyî nema mîna berê ye. Gava ku mijar dibû têkildarî kurdan bi giştî; hemû dewletên herêmî û navneteweyî destek didan çi bizaveke dijî kurdan û li gor wê helwestên herêmî û navneteweyî dibûn yek. Heman tişt di sala 2019an de pêk hat gava ku ferwerîya herêma Kurdistanê “Partî Demokratî Kurdistan” referanduma serxwebûna ji Iraqê pêk anî. Lê belê ev yek li gor gelek sedeman nema weke berê ye, ji wan jî ev in:
- Hevkarîya di navbera HES û Emerîkayê ya ji bo şerê li dijî terorê de.
- Pevçûna Emerîkî-Rûsî. Li gor wê jî hebûna Emerîkayê li rojhilatê Firatê bi destekdayîna HES ve girêdayî ye û çi şaştîyek di vê derbarê de “weke êrîşa li ser herêmên Rêveberîya Xweser” dê hebûna Emerîkayê li Sûrîyê li beramberî desthilatên Rûsî û rêjîma Sûrîyê lawaz bike. Jixwe ev yek piştî ku dewleta Tirk a dagirker sala 2019an herêmên Girê Spî û Serê Kanîyê dagir kirin, pêk hat û li gor wê cara yekem ji destpêka alozîya Sûrîyê, 2011an ve hêzên Rûsî u yên rêjîmê derbasî rojhilatê Firatê dibin.
- Lihevqelibîna pirojeyên mêtingerî yên Îran û Tirkîyê. Tişta ku Tirkî di êrîşa xwe de dixwaze li herêmên navborî pêk bîne, nakeve nava rajeyên dewletên herêmî û ne jî yên hinek hêzên mezin. Çi ku alîyên di armanca dewleta Tirk de nabin tu gef li ser tu dewleteke herêmî û ne jî ewlekarîya wan a neteweyî dixin nava metirsîyê. Berevajî wê, têkilîyên hinek dewletên herêmî bi van alîyan re hene. An ku tenê ev pêngav tenê dikeve nava rajeyên çavnebarîyên osmanî yên li herêmê li ser hesabê pirojeya îranî.
Lê li beramberî vê yekê, pêdivîya Tirkîyê bi piştevanîya hemû dewletên herêmî û navneteweyî tune ye. Tenê pêdivîya wê bi bi hinek dewletan û şewqa kesk a Emerîkî û piştgirîya wê heye; da ku bikare êrîşa xwe li ser herêmên Rêveberîya Xweser li Sûrîyê û herêmên parastina rewa yên li başurê Kurdistanê, pêk bîne.
Hin helwestên navneteweyî û herêmî li hember êrîşa Tirkî ya çaverê:
- Emerîka û welatên Rojavayî:
Emerîka di qonaxeke nakokiyê bi Çîr û Rûsyayê re derbas dibe; çimkî her du gefan li sîstema wê ya cîhanî ya heyî dixwin (belavbûna leşkerî ya Rûsî û belavbûna aborî ya Çînî). Ev qonax mîna şerekî cîhanê yê sêyemîn e. Di encamê de pêwîstiya Emerîka bi piştgiriya hevalbend û hevpeymanên xwe heye da ku herêmên hêzdariya xwe (bi taybet li Rojhilata Navîn) biparêze. Jixwe Tirkiye yek ji dewletên sereke ye ku di vê qonaxê de xizmeta wê dike. Lê têkiliya her du aliyan di nav salên dawî de; bi taybet piştî derbeya leşkerî ya angaştkirî li Tirkiye di sala 2016an de û piştî têkiliyên leşkerî û aborî yên Tirkiye bi Rûsiyayê re û ji ber nakokiyên wan ên stratejîk li Sûriyê (Emerîka pişta HSDê ji bo şerê li dijî terorê û ji bo Rûsiya û rêjîm xurt nebin, digire lê Tirkiye herêmên bakur ên Sûriye bi kûrahiya 30km-î dagir kir û pişta rêxistinên terorîst digire û şerê HSDê dike ku hevkara Emerîkayê ye; her wiha ew hewil dide pirojeya Rêveberiya Xweser a demokratîk pûç û vala derxîne. Ev ji bilî hevrêziya wê ya mezin bi Rûsiya û Çînê re ku dijminê Emerîka ne). Ji bo herêmên berevaniya rewa li Başûrê Kurdistanê ku herêmeke sînorî di navbera Tirkiye, Iraq û Îranê de ye, ew ji herêmên Rêveberiya Xweser ên ku ji hêla Emerîka û hin dewletên ereban ve pişta wan tê girtin, cuda ne. hikûmeta Iraqê doza vekişîna hêzên Emerîkayê ji Iraqê dike. Her wiha Emerîka li gel Israîlê pişta Tirkiye di pêngavên wê yên dijminane de girt. Di encamê de her du deverên ku ji hêla Tirkiye ve tên armancgirtin (bakur û rojhilatê Sûriyê û herêmên berevaniya rewa) xwedî taybetmendiyeke cuda ne li ba Emerîkayê. Ji ber wê jî dibe ku pişta êrîşên Tirkî bi ser herêmên berevaniya rewa bigire û pişta wê li herêmên Rêveberiya Xweser negire; da ku sînaryoya êrîşa tikrî ya sala 2019an dubare neve û hêzên Rûsî û rêjîm derbasî rojhilatê Feratê nebe; lê dibe ku şewqa sor bidiyê da ku jêrzemîna herêmê û avahiyên wê yên byolojîk bi awayekî berferehtir topbaran bike.
Ji aliyekî din ve, pêşketina têkiliyên Tirkî-Rûsî, dibe ku bandorê li piştgiriya Emerîkî bike, ji ber wê jî gerek e Erdogan tawîzan bo Emerîka der barê têkiliyên wê yên bi Rûsyayê re pêşkêş bike. Ev yek jî dê bandoreke neyînî li Rûsiye bike ku wê çavên xwe li ser rûxandina balafira Rûsî û kuştina balyozê wê li Tirkiye girtibû. Her wiha çavên xwe li ser piştgiriya Tirkiye ji komên terorîst re li Sûriye û gelek dosyeyên nû girtibû û Rûsya di wan de pişta Tirkiye ji aliyê aborî û leşkerî ve girtibû. Di encamê de ev yek dê bandorê li levkirinên Erdogan û Potîn ên der barê bakurê Sûriyê yê dagirkirî, bike.
Ji bo welatên Rojavayî, dibe ku Brîtanya pişta pêngava Tirkî bi ser herêmên berevaniya rewa de bigire, çimkî ew hê pişta wan pêngavê Tirkî bi ser wê herêmê de digire. Ji bo Fransa jî ew ê pişta pêngava Tirkî negire, çimkî gelek pirsgirêk di navbera her du dewletan de hene. Ji bo Almanya dibe ku li dijî pêngava Tirkî (çi bi ser Sûriye çi Iraqê de be) ranebe, nxasim ku wê bi tangên “Lyopart 2“ pişta artêşa Tirkî kiriye dema ku wê Efrîn topbaran kir û sivîl bûn qurban. Dibe ku hikûmeta almanî ya nû ji ya berê ne cuda be, lê têkiliyên aborî di navbera her du aliyan de dê bandorê li biryara almanî ya piştgiriya êrîşa Tirkî ya bi ser herêmê de bike.
- Rûsya:
Dibe ku Rûsya ne bi qasî Emerîka di piştgiriya pêngava Tirkî de girîng be, lê bandoreke wê ya mezin li ser Tirkiye di Sûriyê de heye û bandora wê li ser biryara îranî jî heye (nexasim heke vê pêngavê bi awayekî neyînî bandor li berjewendiyên wê yên li herêmê bike). Ji ber wê jî helwesta Rûsî girêdayî tawîzên ku dê Erdogan pêşkêşî Emerîka bike û qasiya bandora wan li ser berjewendiyên Rûsiya û hebûna wê ya leşkerî li herêmê ye (bi taybet li Okrayna û Sûriya). Tevî ku têkiliya Rûsiya bi Tirkiye re zêde dibin jî, lê baweriya wê bi Tirkiye nayê û xwe zêde naspêriyê. Ew baş dizane ku Tirkiye nikare dûrî himbêza Rojavayî bibe û niha be yan piştre be dê li welatên Rojavayî vegere. Ji ber wê jî Rûsiya hewil dide sûdê ji Tirkiye bigire û keleman li hember vegera wê ya li hembêza welatên Rojavayî dayîne bi rêya girêdana wê bi dosyeyên leşkerî û aborî ve. li ser vê mentiqê dibe ku Rûsiya gefên Tirkî bi kar bîne da ku berferehbûna xwe ya li herêmên Rêveberiya Xweser zêde bike û bihêle HSDê tawîzan pêşkêşî rêjîma Sûriyê bike; nexasim di babetên girêdayî xaz û betrolê de û hin dosyeyên din; nexasim eger êrîşa Tirkî û topbarana wê ya bi ser herêmên Rêveberiya Xweser de domand. Ji bo êrîşeke bejahî ya Tirkî bi ser herêmê de, dibe ku Rûsiya rê li hin herêmên ku ji bo wê ne girîng in, bidiyê. Nexasim eger ev yek bandorê li têkiliyên HSDê û Emerîka bikin. Ji ber wê jî dibe ku rê bide Tirkiye ku êrîşeke bejahî bi ser Kobanê de bike. Lê ji ber êrîşeke Tirkî ya berfereh, Rûsiya dê rê nede wê ku herêmên xwedî girîngiyeke stratejîk dagir bike, her wekî rêya M4 û kaniyên betrol û xaz û zeviyên çandiniyê; çimkî ev dever xwedî girîniyeke mezin ji bo Rûsiya ne da ku fatûreyên xwe ji rêjîmê bistîne û di heman demê de rêjîmê ji aliyê aborî ve xurt bike.
- Îran:
Di pêvajoya dîrokê de (ji dema Tirk li herêmê peyda bûn) têkiliyên îranî-Tirkî ne baş bûn, lê aloziya sûrî û kongirên Asetana û Sûtşî, ev têkiliyên demkî di navbrera wan de peyda kirin. Her yek ji van dewletan xwedî pirojeyeke mêtingerî li herêmê ye (pirojeya kevana şîî û kevana osmanî ango rêkeftina Milî). Her du jî hewil didin ku bibn dewletên herî bihêz û bandor li herêmê û Rojhilata Navîn. Ji ber wê jî her yek ji wan hewil dide hêzdariya xwe li ser deverên ne di bin kontrola xwe de bisepînin da ku pirojeya xwe ya mêtingeriyê tekûz bikin. Îran dizane ku behaneyên Tirkî ku ew parastina sînorê xwe yê başûr dike û li gor angaşt dike ji ber wê ew şerê herêmên Rêveberiya Xweser û berevaniya rewa dike, tenê ji bo xizmeta osmanî ye û tu xizmetê nagihîne dewletên herêmî; berovajî wê, serdestiya Tirkî ya leşkerî li gel a aborî li ser Başûrê Kurdistanê, dê bandoreke mezin li pirojeya îranî û hêzdariya wê ya li Iraqê û hevpeymanên wê bike. Nexasin ku çavê Tirkiye li Heleb, Mûsil û Kerkûkê ye. Ji aliyekî din ve Tirkiye bi rêya belavkirina sîstema S400 li ser sînorê iraqî-îranî li kêleka Israîlê disekine û rê li ber rokêtên îranî yên ber bi Israîl ve diçin, digire. Ji ber wê jî Îran dê şewqa kesk nede Tirkiye da ku vê êrîşê bike û dibe ku weke bertek li hember helwesta Tirkî, Îran hewil bide vê pirojeya Tirkî vala derxîne; jixwe ev yek li ser herêmên Rêveberiya Xweser jî derbasdar e.
- Iraq:
Ji ber ku hikûmeta Iraqê di bin kontrola îranî û Emerîkî de ye, ew ne xwedî tu biryar e; ji ber wê jî eger hikûmeta iraqî bixwaze biryarekê bide, gerek e destpêkê erêkirina Îranê bistîne. Ji aliyekî din ve têkiliyên hikûmeta Iraqê bi hikûmeta Başûr re di rageşiyan de ye. Hikûmeta Iraqê dixwaze kaniyên betrolê û dergehên sînorî desteser bike û hêza hikûmeta Başûr kêm bike û ya hikûmeta navendî xurt bike; bi taybet ku Iraq di nav aloziyên aborî de binav bûye (her wekî qeyrana avê ya ku ji ber qutkirina dewleta Tirk ji avê re encam daye). Heke hikûmeta Iraqê destê xwe bixe destê dewleta Tirkiyê, dibe ku xizmeta wê di van dosyeyan de were kirin. Lê hêzdariya îranî y li Iraqê û redkirina şîî ya iraqî ji hebûna Tirkî re li Başûrê Kurdistanê, dibe ku bibe kelem li hember Sodanî û nehêla ku ew karibe pişta êrîşa Tirkî bi ser herêmên berevaniya rewa de bigire.
Ji bo hikûmeta Başûr, ew di navbera alîgir û nealîgiran de hatiye parvekirn; PDKê û ji ber têkiliyên wê yên byolojîk bi dewleta dagirkeriya Tirkî re, dibe ku rê bide artêşa Tirkî û çeteyên wê li herêmên xwe bêyî ku bi awayekî yekser beşdarî vê êrîşê bibe da ku rê li ber şerê birakujiyê bigire û nerazîbûna gelêrî ya li hember siyasetê xwe zêdetir neke; çimkî ev yek dê bandorê li hezkirina gerêlî ya ji bo wê li herêmê kêm bike. Lê YNKê tu têkiliyên wê bi Tirkiyê re tune ne; ji ber wê jî ew li dij hebûna leşkerî ya Tirkî li Başûr e û ew alîgiriya êrîşa Tirkî bi ser herêmên berevaniya rewa de nake. Ji ber wê jî dagirkeriya Tirk hewil dide PDKê bi ser xwe de bikişîne çimkî ew hêmaneke sereke ya serkeftina vê êrîşa wê û kêmkirina binkeftiyên wê ye.
Di vê çarçoveyê de, xuya ye ku rewş ne guncav e ku dagirkeriya Tirk şewqa kes ji Emerîkayê li Sûriyê û erêkirina dewletên herêmî der barê êrîşa Tirkî bi ser herêmên berevaniya rewa de, bi dest bixe. Lê tevî wê jî hemû pêşbînî gengaz in ku Erdogan êrîşî herêmê bike; mijar tev girêdayî taqî û hevkêşanên herêmî û navneteweyî ye û qasiya sûda ku dê ev dewlet ji vê êrîşê li herêmê wergirin. Ji aliyekî din ve, tê zanîn ku her herêmeke xwedî taybetmendiyeke cuda ye; nexasim li herêmên Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê ku xwedî girîngiyeke mezin e di siyaseta Emerîkî ya li herêmê de. Emerîka dê rê nede Tirkiyê ku pirojeya wê ya li Sûriyê têk bibe, ji ber wê jî di vê rewşa ku du dewletên mezin (Emerîka û Rûsiya) li herêmê hene, zehmet e ku Tirkiye bi pêngaveke bejahî li herêmên Rêveberiya Xweser rabe. Emerîka dixwaze hebûna xwe li Sûriyê biçesipîne (bi taybet piştî daxwaza Iraqê ku Emerîka hêzên xwe ji Iraqê vekişîne) û Rûsiya jî dixwaze herêmê desteser bike û desteseriya rêjîmê li herêmê vegerîne. Ji ber wê jî bijarteya tekane ya li pêşberî Tirkiye da ku Rêveberiya Xweser lawaz bike û fitneyeke hundirîn biafirîne, êrîşa asîmanî ya bi ser avahî û jêrzemîna herêmê de ye. Her wiha nêzîkbûna dena çinîna ceh û genim li gel êrîşa Tirkî ya çaverê, dibe ku vê havînê bike havîneke gerim; ew jî bi rêya şewitandina dexlûdanên herêmê. ji ber wê jî dibe ku herêm rasî şewatên mezin were ku ew ê ji hêla şaneyên veşartî yên Daişê yên girêdayî Tirkiyê ve pêk werin. Ev yek jî dê HSD û Rêveberiya Xweser bixe ezmûneke zehmet (hem parastina dexlûdanên milet bikin hem jî berevaniyê li hember êrîşa Tirkî bikin). ji bo herêmên berevaniya rewa, ew cuda ne û dibe ku zemîn hema hema hazir be da ku Tirkiye dest bi êrîşa xwe ya li wir bike. Ew jî ji ber piştgiriya hin dewletên Rojavayî ji êrîşên leşkerî yên Tirkî bi ser wê herêmê de. Di encamê de serkeftin an jî binkeftina van pêngavên Tirkî, girêdayî helwestên dewletên herêmî û hêzên kurdî yên têkildar e. Dawî jî hêza Erdogan çiqasî mezin ve û çiqas dewlet li pişta wî bin jî, ew ê nikaribe Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk bibe; çimkî Tirkiye li ser asta 40 salî nikarîbû wê têk bibe (ne di hundirê Tirkiyê ne jî ji derveyî wê).