ANKÊT

Planên Ardogan li Bakurê Sûriyeyê li Helwestên Hevbendên wî Dilikumin

Planên Ardogan li Bakurê Sûriyeyê li Helwestên Hevbendên wî Dilikumin

Der barê gefa êrîşa leşkerî bi ser bakurê Sûriyeyê ve bi bihnaneya avakirina “devera biewle”, vê dawîyê dengê Ardogan nizim dibe. Armanca Tirkiyeyê ji devera biewle ew e ku deverên sînorî dagir bike û mêtingehan ji bo koçberên hundirê Sûriyeyê ava bike da ku guherîna demografîk li deverê pêk bîne. Dixuye ku ev bi şûn de veger girêdayî helwestên dewletên hevbend yên Tirkiyeyê ye; çimkî gelek dewletan ev êrîş red kir.

Tevî şerê Ukraynayê û bandorên wî yên cîhanî û sizayên rojavayê li ser Rûsyayê û berdewamîya biçekkirina hêzên Ukraynayê, heta niha jî helwesta Amerîka û Rûsyayê li hember êrîşa Tirkiyeyê bi ser bakurê Sûriyeyê ve ji helwesta Ewropayî ne cuda ye; çimkî hemû vê êrîşê û ji ber bandorên wê yên kambax û neyînî, red dikin.

Helwesta Amerîkayê bi zelalî ji hêla Wezîrê Derve yê Amerîkayê ve, Antony Blinken, hat vegotin: “Tirsa me ji wê yekê ku ev êrîş aramîya herêmî têk bibe û derfetê ji alîyên xirab re veke ku sûdê ji vê bêaramiyê bibînin.” Amerîka dizane ku planên Rêjîma Tirkiyeyê ne girêdayî vegera bi dilê xwe ya koçberên Sûriyeyê li welat in, lê dixwaze deverê dagir bike û erdnîgarîya wê biguhêre û aştîya di navbera pêkhatîyan de têk bibe. Ew jî bi rêya armancgirtina QSDê ku Amerîka û hevbednên Enqereyê yên ji dewletên rojavayî, QSDê wekî hevbendekî xurt û pêbawer di şerê li dij Daişa terorîst de dibînin. Lewre her êrîşeke nû ji hêla Tirkiyeyê ve bi ser deverê ve dê gefê li aramîya herêmî û pêngava leşkerî li dij Daişê bixwe.

Her wiha zivirîna hêzên Amerîkayê li bingeha “Xirab Işik” li bakurê Kobanê, piştî ku berê jê derketibûn, nameyeke zelal e ji Rêjîma Tirkiyeyê re ku ew êrîşa leşkerî bi ser tevahiya Rojhilatê Feratê ve red dikin.

Çimkî bi rêya êrîşên berê, Tirkiye û komikên terorîst yên bi ser wê ve û bi hemahengîya li gel Rûsyayê, karîbû bi sedê kîlomertan ji axa bakurê Sûriyeyê dagir bike. Hevbendên Tirkiyeyê di Natoyê de, bi taybet Amerîkayê, ew êrîş rexne kirin. Her wiha hin dewletan di nav de Swêd û Fînlenda, yên ku aniha dixwazin tev li Natoyê bibin, hinardekirina çekan ji bo Tirkiyeyê rawestand, loma niha Enqere tevlêbûna wan li Natoyê erê nake.

Dixuye ku vê carê helwesta Rûsyayê ji helwesta wê ya berê cuda ye. Çimkî şandîyê rûsî li Sûrîyeyê, Elîksender Laverntîv, ragihand: “Rûsya êrîşa Tirkîyeyê li Sûrîyeyê ʻkarekî nedirustʼ dibîne, çimkî dibe ku ev operasyon agir gur bike û aramiyê têk bibe”. Lê hevdemî daxuyaniyên Rûsyayê, her du alî li ser hin xalan danûstandinê dikin, her wekî ji nû ve vekirina ezmanê Tirkiyeyê li pêş firkokeyên Rûsyayê û helwesta Tirkiyeyê li hember tevlêbûna Fînlenda û Swêdê li Natoyê, her wiha derbasbûna keştiyên şer di tengavên Bosfor û Derdenîlê re.

Li Sûriyeyê, piştî gefên wî yên dawîn, Mosko hewl dide planên Ardogan biguhêre anku dixwaze Rêjîma Tirkiyeyê qani bike ku têgiha “devere biewle” bi têgiha “zinara biewle” biguhêre. Wate, ji dêl êrîşa leşkerî, proseseke sîyasî pêk were bi rêya wê hêzên Rêjîma Sûriyeyê li ser sînor, bi serperiştiya Rûsyayê, belav bibin; li hember wê gavê ku Enqere peymanên xwe yên girêdayî dosyeya Idlibê bi cih bîne.

Rûsya hewl dide hejmara leşkerên xwe li bingeha Ênîsa li Reqayê û li balafirgeha Qamişloyê zêde bike. Bi rêya vê gavê Rûsya dixwaze nameyeke veşartî ji Enqereyê bişîne ku tevî hevtêgihiştinên di navbera her du alîyan de li ser şerê Ukraynayê û hemahengîya girêdayî şopa Astanayê li Sûriyeyê, Mosko her êrîşa leşkerî ya Tirkiyeyê bi ser bakurê Sûriyeyê de red dike.

Helwesta Ewropayê ji êrîşê ew e ku ji Tirkiyeyê dixwaze ku ji dêl şer û êrîşan ve, berê xwe bide alavên diblumasî. Serê pêşîn tirsa Ewropayê ji wê yekê ye ku rêxistinên terorîst ji nû ve li bakurê Sûriyeyê werin vejandin, her wiha heta niha jî şert û mercên vegera ewledar ya koçberên sûrî pêk nehatine. Hê jî Yekîtiya Ewropayê pabendî sîyaseta xwe ye ya piştgirîya koçberan li dewletên ku mêvandarîya wan dikin

Redkirina navdewletî ji êrîşa leşkerî ya Tirkiyeyê re bi ser bakurê Sûriyeyê ve kir ku Rêjîma Tirkiyeyê li xwe hay were ku plana wê ji bo avakirina “devera biewle” li bakurê Sûriyeyê dê wê bike rûbirûbûneke yekser bi Amerîka û Rûsyayê re. Dixuye ku Serokê Rêjîma Titkiyeyê niha vêca bîr dibe ku fişara li Yekîtîya Ewropayê di pirsa koçberan de û redkirina berfirehbûna “Nato”yê ber bi bakur ve, helwesta Yekîtîya Ewropayê der barê rênedana tevlêbûna Tirkiyeyê li Yekîtiyê naguhêre.

Li gor xalên navborî, sîyaseta derveyî ya Tirkiyeyê weke vedana sîyaseta wê ya hundirîn tê dîtin. Çimkî li gor rapirsînan, alîgirîya Serokê Rêjîma Tirkiyayê Ardogan û partîya wê di hilbijartinên bê de di nav gel de li kêmê çûye. Herwiha heta niha serokê Rêjîma Tirkiyeyê nekariye çareyan ji bo kirîza aborî li welat bibîne.

Ardoganê ku li derve û hundir tengav bûye, hewl dide bi rêya şerê li dij şervanên PKKê û gefa êrîşa leşkerî bi ser bakurê Sûriyeyê de, armancên sîyasî û neteweyî pêk bîne da ku li hundirê Tirkiyeyê berî hilbijartinên bê, bi kêrî werin.

Gelek kelem û astengî li pêş êrîşa leşkerî ya Tirkiyeyê bi ser deverê ve ya ku avakirina mêtingehan armanc digire hene; her wekî: Ne bi mehan lê bi salan dem ji vê planê re divê heta ku pêk were, herwiha dewletan li ser erê nekiriye û Rêveberîya Xweser heye û vê planê red dike.

Li kêleka vê yekê jî, hin koçber bi xwe jî naxwazin vegerin deverên bêewle. Herwiha niştecihên resen yên wan deveran bicihkirina kesên biyanî li xaka xwe red dikin. Heke plan pêk hat, gelo dê çawa dahatên aborî li deverê werin birêvebirin ku jixwe berê kirîzên aloz lê hene?

زر الذهاب إلى الأعلى