Dîdara Qirkirina Nijadî û Guhertina Demografîk Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Gotina Mêvana Rûmetê Foza Yûsiv

Piştî gotina vekirinê, bi gotina Endama rûmetê û Endama Desteya Rêveber a TEV-DEMê Foza Yûsiv, dîdara “Qirkirina Nijadî û Guhertina Demografîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Ajende, Bandorî û Stratejiyên Rûbirûbûnê”  dest bi bernameya xebatên xwe dike. Birêz Foza Yûsiv di destpêka axaftina xwe de, spasiya xebatkar û beşdarên dîdarê kir. Paşê da zanîn ku guhertina demografîk a ku rûyê sedsala 21ê guhertiye, vedigere xirabûn û gendeliya saziyên navneteweyî û diyar kir ku dewletên netewperest ên mîna Tirkiyê ji demokrasiyê ditirsin. Lewma jî Tirkye penaberên sûrî yên ku li Tirkiyê  dijîn, kirin çete û ew li dijî sûriyan bi kar anîn. Her wiha amaje bi berxwedana pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê ya li dijî terorê kir. Foza Yûsiv behsa bêdengî û helwesta Emerîka û Rûsiya ya neyînî li hemberî hovîtiyaTirkiyê kir. Her wiha li ser yekîtiya niştumanî ya kurdî û ya tevahî sûriyan tekez kir da ku li hemberî destwerdanaTirkiyê rawestin.

زر الذهاب إلى الأعلى