Dîdara Qirkirina Nijadî û Guhertina Demografîk Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Maseya Duyemîn a Dîdarê Dest Pê Dike

Dîdar berdewam e û dest bi maseya xwe ya duyem dike. Ev mase binpêkirinên ku di çarçoveya pêvajoyên qirkirina nijadî û guhartina demografîk de pêk tên, di milê yasayî û huqûqî de, Pênase dike û dinirxîne.  Her wiha  made û bendên ku di hevpeymana navdewletî, yasayên mirovî yên navdewletî û hevpeymanên têkildarî wê ku ew kiryar wan binpê dikin, diyar dike; bi taybet piştî ku rewş giran û aloz bû û bobelateke mirovî  derket holê ku rewş berî dagirkirina artêşa tirk û çeteyên wê cuda bû. Di encamê de peydakirina mekanîzmayeke yasayî da ku kesên destê wan di van sûc û binpêkirinan de heye werin darişandin.  Hêja ye were gotin ku dektora Zagona Sivîl û hevseroka Desteya Karûbarên Civakî li herêma Cezîrê, dê rêveberiya vê maseyê bike.

زر الذهاب إلى الأعلى