Dîdara Qirkirina Nijadî û Guhertina Demografîk Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Semînera Duyemîn a Maseya Sêyemîn Hat Pêşkêşkirin

 

Di nava semînerên bernameya maseya sêyemîn de, Hevserokê Herêma Feratê Enwer Muslim di sermînera xwe de, bal kişand ser girîngiya girêdana bi xakê re û bandora binpêkirin, koçberkirin û penaberiyê şîrove kir. Her wiha girîngiya yekrêziya kurdan ji aliyekî ve û yekîtiya gelê kurd bi pêkhateyên din ên herêmê re ji aliyê din ve, diyar kir. Birêz Muslim di semînerê de, da zanîn ku divê koçber û penaber vegerin herêmên xwe û teqez kir ku Rêveberiya Xweser Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nûnera rewa ya niştecihên herêmê ye û diyar kir ku projeya wê ya siyasî çareseriya hemû pirsgirêkên herêmê ye.

زر الذهاب إلى الأعلى