Piştî xwendina rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, Cîgirê Serokatiya Meclisa Cîbicîker a Herêma Efrînê Mamoste Israfîl Mistefa semînera xwe pêşkêş kir, tê de siyaset û binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê pêk tîne û bi taybet bûyerên qirkirin û guhartina demografîk, şîrove kirin. Her wiha rewşa wê berî û piştî dagirkeriyê nirxand.