Dîdara Qirkirina Nijadî û Guhertina Demografîk Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Partiya Sûriya Pêşerojê Rapora xwe pêşkêş kir

Di  semînera dawî de, hevserokê partiya Sûriya Pêşerojê birêz Ibrahîm Qeftan gotinek pêşkêş kir. Tê de Şehîd Hevrîn û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û nerîna Partiya Sûriya Pêşerojê der barê pêkanîna çareseriyeke setratejîk ji bo kirîza Sûriyê, da diyarkirin. Her wiha li ser pêwîstiya rola partiyên siyasî yên demokratîk û saziyên civaka Sûrî ji bo peydakirina van çareseriyan tekez kir; bi taybet piştî ku aliyên rikber -çi rêjîm çi jî opozisyon be- nikarîbû kirîza Sûriyê bi dawî bikin.  Birêz Qeftan destnîşan kir ku komîteya nivîsandina destûra Sûriyê ji bo pêşeroja Sûriyê, ne xwedî nerîneke durist e û got ku eger ev destûr bê beşdarbûna tevahî pêkhateyên Sûriyê be, ew ê ne rewa be û ev jevketina civakî ya ku aliyên rikber pêk aniye, dê bi dawî nebe.  Mamoste Qeftan di Dawî de bal kişand ser bikêrnehatina çareseriya leşkerî û diyar kir ku aliyên rikber naxwazin aliyek li hemberî aliyekî din bi ser bikeve û da zanîn ku tenê çareserî di milê siyasî û beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûriyê de pêkan e.

زر الذهاب إلى الأعلى