Dîdara Qirkirina Nijadî û Guhertina Demografîk Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Gotina Vekirina Dîdarê

 

Dîdarê bi kêliyeke rêzgirtinê li ser giyanê pakrewanên azadiyê dest pê kir û piştre gotina vekirinê hat xwendin. Gotin ji hêla lêkolîner û endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk “M.Nezîr Salih” ve hat xwendin. Tê de bixêrhatina mêhvanên rêzdar kir, her wiha  amaje bi têkiliyên di navbera Tirkiyê û rêxisyina DAIŞê ya terorîst de kir. Da diyarkirin ku çawa Tirkiyê di her qonaxên dîrokê de qirkirin der heqê gelênherêmê de pêk anîn, neha jî armanca wê ji vê têkiliyê qirkirina pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê ye û da zanîn ku Tirkiye û çeteyên xwe qirkirineke nijadî û guhertineke demografîk li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî pêk tînin. Mamoste Nezîr gotina xwe bi bîranîna Şehîd Hevrîn û tevahî şehîdên Sûriyê yên giranbuha bi dawî kir.

زر الذهاب إلى الأعلى