Rapor

Raporek Li Ser Pêşveçûnên Ewlekarî Yên Sala 2025 Li Sûrîyayî

Xaka Sûrîyayê yek ji cihên sereke yên şerên cîhanê yê sêyem yên ku li rojhilatê Ewrûpa, nîvê Asyayê û Rojhilata Navîn bû û hê jî ye, êdî ji ber cihê wê yê stratîcî û coramyarî ya li ser asta aborî û leşkerî giring e, bala pilankerên stratîcî kişand, ew jî li navendên rikberî yên navneteweyî, bi taybet di navbera koma Rojhilatî de (Rûsya – Îran – Çîn – Koryaya Bakur) û koma Rojavayî ya bi serkêşîya Emerîka, ji ber vê yekê gelek gelek xebat hatin kirin ku ew were desteserkirin, êdî ev yek jî rûxandin û perçekirina erdnîgarî ya ku xaka Sûryayê rastî wê hatiye şirove dike ku ew bi xwe dewleteke çêker e ku piştî şerê cîhanê yê yekem, dewletên mêtînger ew saz kirine.
Êdî koma Rojavayî di çenga li Sûryayê de bi hilwişîna rêjîma Bas (08.12.2025) bi ser ket, lê ta niha wê şer qezenc nekiriye, ji ber ku îro Sûrîya ber bi rewşên Efxanistana piştî hilweşîna rêjîma alîgirê Sovêtê (1988) û bihêzbûna serweriya rêxistinên islamî wek Talîban û Elqaîde ku ew jî bi bandora îdyolocîyên islama ramyarî, ber bi cîhangerîkirina ramana cîhadî diçin, ew jî ji bo avakirina rêjîmeke stemkar di bi navê ʺ Îmareta Islamîʺ an ʺXîlafeta Islamîʺ û li dij ʺgawir, xaçperest û cihûyanʺ şer bikin, ew jî li beramberî ramana cîhadî ya şîî ku xwe dispêre îdyolocîya Xumeynî ya avakirina fewerîyeke islamî ya cîhanî ya bi serkêşîya Welîyûlfeqîh û libendemasyîna hatina yê bi navê ʺîmamê Mehdîʺ.
Êdî pilana cîhangerîkirina ramana cîhadî, bamdoreke mezin li pevçûna ku li Sûrîyayê dibe kir ku ʺcîhadîya sûrîʺ zelal bû, ew jî li ser destên serkêşên Elqaîdeyê yên wek ʺEbûlmisebê Sûrîʺ û ʺEbûlqaqayê Sûrîʺ ku dê gotin ku ramanên wî bandor li ʺEhmed Elşeriʺ kir û hiştin ku binavê ʺEbûmihemedê Colanîʺ tevlî Elqaîdeyê bibe, ew jî li beramberî xurtbûna ʺcîhadîya şîîʺ li Iraq, Sûrî û Libnanê ku Sûrîya bû meydana şereke sêalî; şerê li ser desthilata di navbera komên cîhadî û rêjîma Bas, şerê tîreyî di navbera komên islama ramyarî yên sinî-sinî û sinî-şîî û şerê îdyolocî di navbera komên islama ramyarî û hêzên demokrat, sehyûnîtîyê û dewletên Rojavayî yên Xirstîyan ên xuya dike ku wan jî şêweyekî cîhadî avêtine ser şerê ku di Rojhilata Navîn de dikin; Rûsya xwe wek dewleteke Ortodoksî diyar kir ku bervanîyê di ber dêra Ortodoksî û bejewendîyên wê de dike ku wê jî şerê Potîn li Ukrayînyayê pîroz kir, Emerîka û Berîtanya jî wek bervanên Ingilîyan, Ferensa wek bervana Katolîk û Elmanya jî wek bervana Pirotistantê; xwe diyar kirin. Jixwe binpêkirin û êrîşên ku ortotoks, şîa û elewî li Sûrîyayê di sala 2025 de rastî wan hatin, nîşana vê rastîyê ye. xuya ye ku rêveberîya Rojava, berê ev nîşaneyên van rastîyan xwendin ku alîyê sêyem wek bijardeyeke stratîcî stand, ew jî ji Rêgeza xweparastinê ya ku Rêberê Gelê Kurd Ebdela Ocelan diyar kiriye, ev jî belgeyeke xurt e ku hizra stratîcî ya kurdî û dahûrandina rexnker bi srekêşîya Rêbertî; pêş ketîye, ew jî li beramberî têkçûnên ku dîroka ramyarî ya kurdî di dema borî de rastî wan hat.
Êdî bi hilweşîna rêjîma Bas, li ser warê ewlekarîyê li Sûrîyayê di sala 2025 de, pir pêşveçûnên diramatîkî yên belawela rû dan ku em dikarin li gor bandora wan ya stratîcî li ser pêşeroja herêmê; yên giring destnîşan bikin, ew jî ev in:
a- Hilweşîna Rêjîma Bas:
Hilweşîna rêjîma Bas, bandoreke mezin li rewşa coramyarîya Sûrîyayê kir, ew jî hilweşîna pergala neteweperst û dewleta sûrî wek alîyeke bibandor ji koma Rojhilatî derket ku di dema niha de ket bi serwerîya Rojavayî, ew jî bi rêya dewleta tirkî û Siûdîyê yên ku nahêlin ku serwerîya Rûsî û Îranî careke din li Sûrîyayê vegere û dewleta sûrî ji nû ve li gor berjewendîyên Ewrûpî û Emerîkî gedî bikin.
Serkêşên nijadperest ên rêjîma Bes ya hilweşyayî, xwedî hostetîyeke saloxgerî û ewlekarî ne; bi taybet ên sine, jixwe ragihandina ʺPartîya Besʺ ji çalakîyên xwe re, nayê wateye ku serkêşên wê dev ji ramana xwe ya tundraw berdane, êdî li gor ezmûna Bas a Iraqî, dibe ku hevtêkilî bi çi ramaneke olî ku xwedî arazûyeke neteweperestî be; çêbibe, jixwe li gor hin dahûrandinên ewlkarîya iraqî, ramana Daişê ji ber tevlîkirina ramanên basî bi ramana Qaîdeyê re û şerkirina bi dijminên hevbeş re ku di cihekî teng de li zindana Bokayê ya başûrê Besrayê ya di bin serwerîya hêzên Berîtanî û Emerîkî de; dest pê kir, dibe ku ev jî tevlîbûna bi dehan ji serkêşên Bes ên iraqî li rêxistina Daişê û veguherîna hêlîna gelerî ya Bas hêlîneke gelerî ya daişê; şirove bike. Jixwe li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê, gelek nîşaneyên xurt li ser rewşeke wek vê hene, êdî li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, jimareke ji efserên girtî (payeya servan û bêtir) ji zindana Hema veguhestin zindana ʺMiratayêʺ ya gundewarê Efrînê ya ku saloxgerîya tirkî serperşrîya wê dike ku ew di heman odeya endamên rêxistina Daişê bi cih kirin, jixwe gelek caran wêneyên Sedam li Efrînê û Serêkanîyê ji alîyê endamên cîhadî têne hildan û li seranserî Sûrîyayê, ta niha tu kiryarên tolîtî an jî binpêkirin li ser kesan ji ber basîtîya wan, nehatine kirin.
Li gor şopandinê, di warê ramyarî û ewlekarîyê de li Rojava û seranserî Sûeyayê, Basî b itu awayî nayên dîtin, di nerîna me de ev jî nîşane ye ku binekên Partîyê yên ku hê dev ji îdyolocîya wxe bernedane, li gor rewşa ewlekarî ya Sûrîyayê ya nû ketine rewşa xewle û jinûvexwerêxistinkirinê ku wê şaneyên Daişê û komên tirkumanî wek hevalbendan bibîne, ew jî li ser rêgeza dijminê hevbeş, dibe ku serkêşên basî veguherîneke stratîcî di bawerîya xwe ya ewlekarî çêbikin ku hevpeymanîyê bi Ixwan an Qaîdeyê çêbikin; ew jî bi navberkarîya Îranî an şepêlên neteweperest ên tirk (ku pêşxerîya Rêbrtî ya aştîyê erê nakin) an jî ya Rûsî. Bê guman piştî ku basî xwe wek rêxistineke neteweyî an olperst birêxistin bikin, wê dest bi êrîşan li dij Rêveberîya Xweser, rêjîma ʺEhmed Elşeriʺ û berjewendîyên Rojavayî bikin. Êdî pergala xweparastinê ya Rojava dikare li dij van pêşveçûnan raweste ku van metirsîyan lêkolîn bike, wek metirsîyên birasî bigire dest û pilanên pêşberandî ji bo birêvebirina pêvajoyên berevanîyê li dij wê li ser astên leşkerî, ramyarî, ewlekarî, civakî û aborî; amade bike.

b- Desteserkirina Cîhadîyên Sine Li Ser Desthilata Şamê:
Ji despêka desteserkirina HTŞ li ser desthilata Şamê ku bi piştgiriyeke Berîtanî-Emerîkî bû, kar dike ku li gor şêweya ʺÎmareya Islamîʺ lê bi teşeyeke nûjen xwe ji nû ve bi rêxistin bike û sazîyên stratîcî wek bervanî, hundir, aborî û perwerdeyê desteser bike. Êdî ji despêka sala 2025 de, gelak guhertin di dirûv, axaftina xwe ya ramîarî û nasnameya xwe ya dîtinî çêkiriye ku dîroka xwe ya rêxistinî ya cîhadî û pirojeya xwe ya îdîolocî ya vejînkirina ʺdewleta Emewîʺ (wek ew bi nav dike) ku ji bo birêveberina dewletê, wê wek lêvegereke dîrokî û îdîolocî bigire dest; veşêre, jixwe tevî ku di sala 2025 de li ser vê pirojeyê hatiye axaftin jî, lê ew bi xwe di dema şerê HTŞ û rêxistina ʺArtêşa Islamêʺ bi serkêşiya ʺZehran Elûşʺ û şerê wan li li dij rêjîmê li Xûta û gundewarê Şamê; li dar bû, êdî li gor hin dahûrandinên ewlekarîyê, ev piroje sedem bû ku Colanî dev ji ʺEbûbekir Bexdadîʺ bû.
HTŞ bandoreke nerênî li ser zemîna ewlekarîyê ya nû li Sûrîyayê kir, kar kir ku vîna civakên elewî, şîî, dirzî û Ortodoksî bişkîne û bi rijd kar dike ku vîna kurdên Rojava bişkîne ku rojek derbas nabe ne ku binpêkirinek li ser van pêkhateyan pêk tê. Êdî dema ku navgînên peywendîya civakî tên şopandin, tê dîtin ku piranîya wan bi axaftina kîndar li dij pêkhateyên sûrî tijî ne, jixwe rêjîma Elşeri li ser tevlihevîya ewlekarî û belavbûna çekên kesetî di nav warên islamî yên sinî ge; çavên xwe diniqîne, ev jî bi awayekî eşkere nîşan dide ku Elşeri hewil dide ku gurkirina tîreyî wek rêbazekî çespandina desthilata xwe ya ku aştî û aramîya hundir jê re metirsî ye; berdewam bike, êdî ew ji alîkî ve bi van gefan li ser pêkhateyên sûrî, şepêlên demokratî û komên dijî desthilata wî dixwe, lê di heman demê de jî; nameyekê ji civaka navnetweyî dişîne ku ew bixwe dikare van rêxistinan gedî bike, ev jî heman pilana ku rêjîma Bas pêk tanî, ew jî dema ku ʺEbûmihemed Elcolanîʺ û ʺEbûmiseb Elsûrîʺ serbest berdan. Êdî ev pilana ku Elşeri pêk tîne, bi awayekî tê naskirin ku ew bi mijara şervanên biyanî dilîze, em dikarin vê pilanê wek ʺbiragmatîya bikaranîna metirsîya sawkarîʺ bi nav bikin, her wiha xwe wek peyrewekî sozdar ji rêjîma navneteweyî ya serdest; pêşkêş dike.
Rêjîma Elşeri pilaneke ewlkarî ya pirmetirsîdar pêk tîne, ew jî ji bo ku desthilatê di destên xwe de tenê bihêle û bi piştgirîya hin berpirsên saloxgerîya Berîtanî û Emerîkî ji bo ku berjewendîyên her du dewlean werin misogerkirin, ew jî li gor rêzika Ingilîzî ʺkî serwerîyê li ser şêx bike dê serwerîyê li ser peyrewan bikeʺ. Êdî ji despêka sala 2025 ve, herêmên desthilatê rêzepêngavên leşkerî yên xwîrij ên bi axftina kînê yên ku Elewî, Dirzî û Kurd armanc girtin; rû dan, her wiha dêrên Ortodoksî li Şam, Siwêda û Himsê rastî teqandin an jî êrîşan hatin, vê yekê jî metirsî li ser girêdanên civakan kir, ew jî bi leşkerkirina milîsên êlî ji bo êrîşan pêk bînin ku armanca rêjîma Elşeri jî ew bû ku xwe ji wan bêrî bike, ji wan jî yên beşdarî komkujîyên li ser elewîyan di meha 3 de, komkujîyên li ser dirzîyan di meha 7 de û êrîşên li ser elewîyan li Himsê di meha 11 de bûn û hewildana gurkirina êlan li dij HSD ji herêmên dagirkirî û bajarê Dêrazorê ve, her wiha rêjîma Elşeri ji hin milîsên êlî yên ku bi rêjîma bas er bûn serastkirinên ewlekatî kir, wek komên Raxib Elbeşîr, Brahîm Elhifil û hin kesayetên elî yên ku serkêşîya milîsên berevanîya niştimanî dikirin. Ev pilana wêranker hişt ku sînorên xwînê di navbera pêkhateyên sûrî de werin çespandin, ev sînorên ku bi rêya pêngavên koçberkirin, dorpêçkirin, kuştin û gefxwarinê ku pêkhate neçar man ku xwe di herêmên xwe de biparêzin, hatin nîgarkirin, ew jî perçekirina ku di xaka dewleta sûrî çêbûye diyar dike ku ew bi xwe bi çar herêmên nêzserbixwe hatiye perçekirin, ew jî ev in: Parêzgeha Siwêdayê, herêmên Rêveberîya Xweser, herêmên di bin dagirkerîya Tirkyayê de û herêmên serwerîya rêjîma Elşeri, her wiha elewîyên beravê û rêjîma Elşeri dûrî hev in, êdî dema derfet peyda bibin, dibe ku herêmeke elewî were sazkirin.
Êdî şaş e ku were bawerkirin ku Elşeri ji bo yekkirin û pêkanîna aramîyê li Sûrîyayê têk çû, ji ber ku wî ji bingeh ve ev rê negirtiye, jixwe derbasbûna alozîya sûrî qonaxekî aloztir, encama pilanên ku ji bo serwerîyê li ser dewleta sûrî û civakên ku tê de dijîn pêk anîn.
Desteserkirina HTŞ li ser desthilatê li Şamê ku li ser şêweyê xwe yê dûrxistinê bi rij de, bi erêkirineke dewletên Rojavayî ji bo 5 salan li ser desthilatê bimîne; wê hêdî hêdî li ser rewşa sûrî encamine metirsîdar çêbibin, êdî li gor agahîyên meydanî, xwesteke xurt heye ku ji nû ve rewşa ramyarî, aborî û leşkerî ya dewleta sûrî ku li gor hişmendîya HTŞ a ku îmareta Idlibê berî hilweşîna rêjîma bas bi rêve dibir, were birêxistinkirin. Jixwe nîşaneyên meydanî diyar dikin ku başûrê Sûrîyayê ji xêza Şam-Tedmur ta Colan û sînorên Urdinê, wê bê çek û di bin serwerîya Israîlî de bin ku serwerîyeke dewleta sûrî ya tekûz li ser wan tune be, her wiha li gor agahîyên meydanî û raporên nûçeyî yên ku ji Dera tên, hin rê li ber çalakirina Daişê vedikin ku bi dehan ji wan ji herêmên dagirkerî yên bakur û ji Badîyeyê vegerîyan, ew jî bi rêya hawara êlî ya ku desthilata Şamê di meha 7 de li dij dirzîyan piştgirîya wê kir, ew jî di heman dema berdewamîya şerê reşkuştinê li parêzgehê ya ku gelek hêzê ji komên basî ku peyrewên Îranê ne, şaneyên saloxgerîya Israîlî, komên Elqaîde, Daiş, HTŞ û Tirkîyayê; beşdar bûn, her wiha komikên xwecehî ji welatîyên herêmê û bazirganên hişbiran. Ji ber vê yekê rewşa ewlekarî li parêzgeha Derayê têk diçe ku ji pêşveçûnên ewlekarî yên jinişkêve, vekirî ye ku ji ber pêşveçûna şer wek reşkuştinê û şerên ji bo desteserkirina li ser bajarok û gundn; dibe ku bifilite ku pêwîstî bi destwerdaneke leşkerî ya Israîlî hebe yan jî destwerdaneke Hevpeymanîya Navneteweyî ku hin yekîneyên HSD an jî hêzên Urdinê li gor rewşên ewlekarî û ramyarî; başdar bibin, êdî wî serwerîya dirzîyan berdewam be ku pêşeroja wan bi dirzîyên Libnanê re girêdayî be, ew jî bi piştgirîya dirzîyên Israîlê girêdayî ye.
Li berava Sûrîyayê û gundewarên Himis û Hemeyê, xebat heye ku ji nû ve ji alîyê ramyarî û leşkerî ve civaka Elewî li pey serkêşîya xwe ya olî ya bi navê ʺ Encumena Elewî ya Bilind li Sûrîyayê û koçbergehêʺ wek ezmûna Dirzîyê; were birêxistinkirin, êdî girvên ku Encumenê ji welatîyên tîreyê amade kirin li dij êrîşên ku rast wan tên, nîşan dide ku hewildan hene ku ʺhizra komîʺ ya elewîtî ji bo li beramberî pêvajoyên komkujîyê yên ku rastî wan tên, were birêxistinkirin, ew jî li gor rawêjên ewlekarîyê ber bi rêxistinkiorina ramyarî û paşê jî ya leşker diçe, armanc jê jî ew e ku herêmeke Elewî li rojavayê Sûrîyayê were avakirin, jixwe mayîna Encumenê li Ewrûpayê û nekarîna desthilata Şamê ku çalakîyên wê sînordar bike, nîşan dide ku hin alîyên navneteweyî piştgirîya vî alî dikin ku Ferensa ya herî li ber çav e. Di heman demê de komên cîhadî yên sinî, pêvajoyên leşkerkirin, peydakirina jêderên peredanê yên xwecehî û belavkirina ramanên xwe yên îdîyolocî bersewam dike, jixwe tê dîtin ku kombûna çekdarên biyanî li parêzgehên Tertûs û Himsê bi taybet li herêmn sûrî yên nêzî Libnanê pir dibe ku her yek ji wan dixwaze hêlîna xwe ya gelerî fireh bike, êdî dijminatîya şîê caferî, elewî û murşidî, ji bo dijminatîyê di navbera xwe de vemrînin; bi kar tînin. Jixwe berdewamîya bihêzbûna van koman, herêmê dixe bin vêketina şerên metirsîdar, êdî dibe ku tîreya Ismayîlî armanc bigirin, ew jî tevî ku ew hewil dide bi komên xwedî helewsteke nebaş li ser Ismayîlîyê re, nekeve şer.
Li gor rawêja me, jinêvebirxistinkirina zemîna ewlekarîyê li rojava û başûrê Sûrîyayê, dibe ku bi guherînên mezin ên dibetî di rewşa ewlekarîya Libnanî ya sala bê an jî sala piştî wê; girêdayî be, jixwe kîna tîreyî û olî ya di navbera xirstyan û misilmanan de û di navbera şîa, sine, elewî û dirzyan de, hê di axaftina ramyarî ya Libnanî de peyda ye, ew jî di heman dema agahîyên ku dibêjin ku Tirkyayê hewl dide ku derbasî Terabilis û Beyrûtê bibe, cereke din koma selefî ya bi serkêşîya ʺEhmed Elesmerʺ tê ziman, pirbûna axaftina tîreyî ya sinî ya ku piştgirîya Elşeri dike û hewildanên Hizbûlahê ku ji ber fişarên Israîlî yên berdewam; ji nû ve hêzên xwe bi rêxistin bike, ew jî tevî ku elewî û dirzîyên Libnanê bi êrîşên ku birayên wan li Sûrîyayê rastî hatin; bandor bûn, ew jî diyar dike ku dibe rewş li Libnanê biteqe û herêmên sûrî yên nêzî Libnanê ji alîyên şerxwzan (herger vêkeve) bibin wareke stratîcî, ew jî nîşan bi wê yekê dike ku dibe perçebûn di hundrê dewleta Libnanî de li gor nexşeya xwînê kûrtir bibe û warên Dirzî, elewî û Sinî yên sûrî û libnanî bighêjin hev. Bê guman ev perçekirina xakê ya ku ji alîyê îdîolocî ve bi nakok e; ji alîyê ewlekarîyê qezenceke stratîcî ya ewlkarîya neteweyî ya israîlî ye û desteserkirina çi hêzeke navneteweyî li ser herêmê hêsan dike.
c- Pirbûna Fişarên Ewlkarî Li Herêmên Ji Rojava/ Bakurê Sûrîyuayê Dagirkirî.
Li bakurê Sûrîyayê, Tirkîya bi pêvajoyên xwe yên guhertina dîmografî yên ku bi taybet kurdan armanc digire; berdewam e ku hewil dide ku rewşeke ramyarî, civakî û ewlekarî ya nû li ser herêmê bisepîne ku dikaribe herêmên dagirkirî ji xaka dewleta sûrî veqetîne; wek Iskenderon û tevlîkirina bakurê Qubrisê; ew jî li gor pilana vejînkirina ʺmîsaqa milîʺ ya ku dewleta Tirtîyayê ji sala 2000 û destpêka sala 2025 ve, li dij Rojava û Başûrê Kurdistanê; ew kiriye beşeke ji bawerîya wê ya ewlekarî û ramyarîyê û pêleke din a koçberkirinê ya bi hezarên malbatên kurd û alîgirên Neteweya Demaokratî yên ereb li kantona ʺEfrîn û Şehbayêʺ û kantona Minbicê; pêk anî.
Ji bo pêkanîna vê pilanê li gor ku tê xwestin, artêşa Tirkî ya dagirker rastî gelek astengîyan hat, HSD di şerên berevanîya bendava Rojava di mehên destpêkê yên sala 2025 de ku bi derbaskirina balafirên bêmirov wek çekeke tektîkî di pêvajoyên bejî de; rêgezên şer guhertin, ew jî di heman dema ku ji hêla HPG ve li çiyayên Kurdistanê bi awayekî bibandor hatin bikaranîn, têkçûna gurkirina raya giştî ya xwecehî û êlên erebî li dij Rêveberîya Xweser, hevsojîya gelerî bi berxwedana bendava Rojava bi taybet ji alîyê kurdan li Kurdistan û cîhanê û metirsyên hevalbendên Tirkîyayê ku Daiş mijûlbûna HSD li enîyên din bi kar bîne, xuya kirin ku sênorên pilana Tirkêyayê hene ku ji bo derbaskirina wan pêwistî bi lêçûnên giranbuha heye ku dibe aborîya tirkî ya aloz nikaribe rahijê. Êdî rewş li enîyên Rojava ji ber rastbînîyê bû rewşa agirbestê ku bi piştxerîya rêbertî ya aştîyê ku HPG di her sê mehên dawî de artêşa tirk bi pêkanîna amojgarîyên Rêbertî, xist bin rastbînîyê; rewş aramtir bû.

Ji alîyekî din ve jî, nîşaneyên xurt hene ku rêjîma Elşeri bi piştgirîya dewletên Kendavê û Emerîka ta Israyî û Rûsya jî, hewil dide ku ji bi sereweîya tîrkî derkeve, jixwe ta niha Erdogan li gor sozên wî, neçûye camîya Emewî li Şamê ji bo ku piştî ketina rêjîma Bas lê li mêj bike, ew jî di heman dema ku nîşeneyên ewlkarîyê hene ku serkêşên olî yên HTŞ vê serdanê napejirînin ku sedemên ewlekarî yên cûda ji bo vê serdanê dereng bixin dikin bihane, bi taybet ku nakokîyeke îdîyolocî ya kûr di navbera selefîya wehabî û osmanîyê de ji dema sedsala hîjdan ve heye, her wiha avakirina dewleta Emewî, Tirkîyayê ji desthilata wê ya rewanî bê par dihlêle, ji ber ku osmanî xilafeta islamî ya dawî ye ku divê were vejînkirin, ji ber vê yekê aştîya bi kurdên Rojava re, ji bo ku Tîrkîya berjewendîyên xwe li Sûrîyayê biparêze bijardeyeke stratîcî e, ji alîyekî din ve jî rawêjên ewlekarî nîşan dikin ku dema Tirîya bi berdewamî hêza komên cîhadî yên erebî li herêmên kurdî; xurt dike, dibe ku bi nerênî lê vegere, ew jî heger ku pergala cîhangirî li Tirkîyayê vegere, an jî rewşa rêxistinî ya cîhadîya sinî ya erebî li herêmên serwerîya Tirkîyayê were guhertin ku bixwazin îmareteke erebî ya sinî li Helebê ava bikin, bi taybet ku rewşa ewlekarî ya niha ya ku Tirkîya bi rêve dibe, derftê dide ku di demên dûr de ev guhertin pêk were. Bê guman hin kesên stratîcî yên tirk vê mijarê nas dikin, ew jî di helwestên ji hundirê CHP ku pilana Erdogan li dij rêjîma Bas berî ku hilweşe nedipejirînin de; xuya bû, her wiha di heman demê de hin serkêşên tirk ji pêşxerîya aştîyê ya Rêbertî vekirî bûn.
Bi giştî, du pêşveçûn dibe ku bakurê Sûrîyayê tê re derbas bibe; ya yekê Rêbertî serkêûîya wê dike ku aştîya demokratî di navbera dewleta tirk û kurdan de pêk were, ya din jî alîyên tundraw an jî rêxistin û hêzên herêmî serkêşîya wê dikin ku berjewedîyên wan bi pêvajoya aştîyê têk diçin û sûdeke stratîcî heye ku tevlihevîyeke ewlekarî ya aloz rû bide ku dibe derbasî hundirê Tirkîyayê bibe ku ew bixwe alozîyeke aborî ya ku ta piştî hilbijartinên serokatîya were derg bibin; jiyan dike, ew jî di heman dema bilindbûna rêjeya têkçûna aborîyê, êdî ya ku vê bijardeyê xurtir dike ew e ku ji berjewendîyên Israîl, Îran, Rûsya, Yûnanîstan, Siûdîyê, Mesir û Ermenistanê ku şer li Tirkîyayê berdewam be, ew jî ji bo qelskirina serwerîya wê ya herêmî ku bi piroje û hevpeymanên ku gefê li ewlekarîya van dewletan dike; xurt kir, bê guman wê bandora vê tevlihevîyê li ser ewlekarîya gelê Kurd û avakirina civaka demokratî hebe.
d- Xweragirîya Berxwedana Rojava
Li Rojava pergala civakî, ramyarî, ewlekarî û aborîyê dikarîbû xwe li ber pêlên şerê taybet û pêvajoyên bombebarankirin û dorpêçkirina aborî û ramyarî ya ku Tirkîyayê bi piştgirîyeke veşartî ya Îran, Rûsya û rêjîma Bas sepandin; bigire. Li seranserî sala 2025, rêjîma tirk hewil da ku bi rêya rêjîma Elşeri êrîşî Rojava bike, ew jî bikaranîna serwerîya hişmendîya komikî ya li cem komên cîhadî yên sûrî, jixwe desthilatê bi a wê kir ku axaftina kînê li herêmê xurtir kir, hestên nijadperstîyê gur kir û pêngavên gefxwarin û êrîşên sînordar li ser xalên HSD li Dûrhafir, bendava Rojava û gundewarên Reqa û Dêrazorê kirin, lê ta niha tu qezenceke tektîkî an jî stratîcî ji van êrîşan pêk neanîye.
Ji alîyê xwe ve şaneyên Daişê hewil dan ku rewşa nebawerîyê ya li Sûrîyayê, valahîya ewlekarîyê ya ku ketina rêjîma Bas û vekişîna Îran û Rûsyayê peyda kir, bilindbûna rêjeya xizanîyê, lawazîya serwerîya ewlekarîyê ya rêjîma Elşeri û bilindbûna jijadperestîya tîreyî ya sinî; bi kar bîne. Êdî li gor ku hatiye şopandin, Rêxistinê bawerîyeke leşkerî ya nû li herêmên Rêveberîya Xweser û rêjîma Elşeri bi kar anî, ew jî xwe dispêre tektîka wek bawerîya leşkerî ya Israîlî ʺcenga di navbera şeran deʺ ku bi van xalan tê nimandin: Tevlîbûna endamên wê di nav hêzên şalyarîyên bervanî, hundir û saloxgerîyê yên rêjîma Elşeri, pirkirina pêvajoyên leşkerkirinê; ew jî bi rêya bangeşeya olî ya rexnedar ku HTŞ ji taybetîyên xwe yên îdîyolocî berdaye, xwepêşkêşkirina li ba islamîyan wek alîyê xwedî bawerî ku dikare dewleta xîlafeta islamî ava bike û serkêşîya ramana cîhadî li dij dîmokratîxwez, xirstyan, cihû û şîîyan bike, misogerîya berdewamîya êrîşkirina li ser herêmên Rêveberîya Xweser li gundewarên Dêrazor, Reqa û Hesekê ku ji pêvajoyên xapînok yên ku rêjîma Elşeri û Tirkîya li ser herêmê dikin; sûdê bigire, ew jî ji bo ku veguhertina demokratî li cem civakên gundî yên li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê yên ku gefan li hebûna îdîyolocî ya Rêxistinê dixwe; asteng bike, ew jî ji bo pêkanîna stratîcîya ku Rêxistin navê ʺcîhada tûrekirinêʺ lê dike, anku westandina hêzên ewlekarî û leşkerî, ew jî ku zîyanan bigihîne wan û wan mijûl bike; lê bêyî ku tu erdê bi dest nexe.
Jixwe ji bo şkandina van êrîşan, sûd vedigere berxwedana bêhempa ya hêzên leşkerî û civakî di şerên bendava Rojava de, xweragirîya diblomasîya civakî ya Rêveberîya Xweser û bawerkirina bi dîblomasîya leşkerî ya HSD, her wiha hêza kûrahîya stratîcî ya ku HPG li çiyayên Kurdistanê pêda kir, wê jî hişt ku pêşxerîya Rêbertî ya aştîyê; bi giştî hemû enîyan rawestîne.
Ji alîyê rewşa hundir ve, gendelî bi hemû awayên xwe heye, sedema wê jî ew e ku hê hişmendîya ku gendelî li seranserî temenê rêjîma Bas girtibû; derbas nekiriye û lawazîya tevlîbûn û neberpirsyarîya li ser reftarên xwe li beramberî nirxê welatparêzî û rijdbûna li ser avakirina desthilatekê bi rêya sazkirina tiştên nêzî rêxistinên malbatî û êlî, pirkirina şêweyên xweşî û hêzbûnê, bazirganîya hişbir û qedexeyan, tundîya li ser jinê û bikaranîna wê û neteweperestî û olperestî, her wiha bandorên cîhangerî ya li ser civakê ku bi van xalan tê xuya kirin: Pirbûna çanda xerçkirinê, kêmbûna pergala sincî ya civakî wek lêborîn, merdbûn, piştgirîya civakî û karê hevbeşî, pirbûna hişmendîya bajartîyê li ser hesabê hişmendîya civaka gundîtîyê û bandorên qirêjîya jîngehî û zuhabûnê li ser aborîya xwecehî.
Li gor rawêjên me, heger ku Rêveberîya Xweser bawerîya xwe ya ewlekarîyê ya niha li ser asta hundir û derve li gor pêşveçûnên rewşa ewlekarî ya Sûrîya û Rojhilata Navîn; neguhere, wê rûbirûbûyî alozîyên nû bibe ku divê xwe nespêre ʺherêma vehesînêʺ ya ku pêşxerîya Rêbertî ya aştîyê peyda kiriniye, lê divê ezmûn xwe di rewşa aştîya rêjeyî pêş bixe, wek a ku Rêbertî di navbera salên 2011 – 2013 de peyda kiribû ku di encamê de sazîyên leşkerî, sivîlî û Rêveberîya Xweser saz bûn. Di bawerîya me de gava pêşî ya biserketina kar jinûvesazkirin, nûkirin û çalakirina komînê ye, ew jî li gor rewşên ramyarî, aborî, ewlekarî û civakî yên ku piştî ketina rêjîma Bas çêbûn û xebata hevbeşî di ser xebata partîtî were girtin, ew jî ji bo avakirina civaka demokratî li gor nerîna Rêbertî.
e- Alîyê Aborî Yê Şer
Li ser alîyê aborî ji şerê navneteweyî û herêmî li Sûrîyayê, sê alîyên sereke derdikevin pêş, ew jî alîyê Rojavayî, alîyê Rojhilatî û alîyê Tirkî-Qeterî-Pakistanî ne. jixwe pirojeya rêya hindî-erebî-ewrûpî ji alîyê Rojavayî re pirojeyeke stratîcî ye ku bi îdîolocîyeke nû ya bi navê ʺAştîya Brahîmîʺ hatiye destnîşankirin ku dewletên jê sûd digirin di bin tewreyekê de kar dikin, ev tişt jî ji beşdarbûna pêşgirtina êrîşa rokêtî yê Îranî yê berfireh a di 2025 de li ser Israîlê û şikandina serwerîya alîyên Rojhilatî (Rûsya-Îran-Çîn) û Tirkîyayê di pişt şerê Xeza û alozîya Sûeîyayê; diyae bû, her wiha pirojeyên rêyên bazirganîyê yên taybet ku van dewletan ew bi ewlekarîya xwe ya neteweyî girêda bû; têk birin, ew jî wek rêya Tehran-Bexdad-Beyrûtê û rêya Entab-Heleb-Şam-Umanê ku berê bi navê rêya Hîcazê dihat binavkirin, her wiha rêya hevirmêşê ya çînî. Tevî wê jî rêya geşepêdanê (Besra-Tirkîya-Ewrûpa) rastî gefên ewlekarî yên metrsîdar û astengîyên locistîkî tê, tê dîtin ku hewildan tên kirin ku van rêyan bi rêya Hindî-ewrûpî bi rêya ya bi navê rêgeha Dawid (rêya çolistanî Dêrazor-Tedmur-Şam) werin girêdan, êdî hewikdan hene ku (rêya Hindî-ewrûpî) serwerîyê li ser hemû tevgera veguhestina bazirganîyê ya di navbera rojhilat û rojava de bike û rêyê din pêve werin girêdan. Êdî pirbûna giringîya rêyên bazirganîyê û guherîna avhewayê di dema me ya niha de, dihêlin em bawer bikin ku şaristanîya heyberî ya li gor têgeha nûjen, nema li ber qiraxa cemên mezin, lê li ser girêka çûnûhatina rêyên bazirganî yên stratîcîk tê avakirin.

o Encam û Pêşniyar
Gelek pêşveçûnên ewlekarî yên ku li ser meydana sûrî di seranserî sala 2025 de li ser asta civakî, aborî, ramyarî, jîngehî û çandî rû dan ku piranîya wan hatin gotin. Bi giştî em dikarin xuyangên sereke yên xwedî erwşa ewlekarîyê li Sûrîyayê ne, encam bigirin, ew jî ev in:
1. Di vê salê de ev hemû berdewam in: Rola tirkî û komên cîhadî yên wêranker li ser ewlekarîya Sûrîyayê, êdî ji bo berdewamîya rêjîma wî, rêjîma Elşeri naxwaze ku aştî û aramî pêk were, piragmatîya ku dewletên Rojavayî ji bo alozîya sûrî dikin û hewildanên rûsî û îranî ji bo serwerîya xwe li sûrî vegerînin an jî pêvajoyên tolî pêk bînin. Ev hemû hiştin ku pêşveçûneke metirsîdar li ser alozîya sûrî çêbibe û herêmên serwerîya rêjîma Elşeri bûne bineka rêxistinên metirsîdar li ser ewlekarî û aştîya xwecehî, herêmî û navneteweyî. Ev hemû pêşveçûn metirsîyê li ser jevketina girêdanên rewanî yên di navbera civak û çandan de çêdikin û gefan li aramî û ewlekarîyê li herêmê dixwin.
2. Pêşxerîya Rêbertî ya aştîyê û xweragirîya berxwedana Rojava; hiştin ku herêm dûrî bobelateke din bibe û nehişt ku pevçûv bibe şerekî komkujîyê yê nû li ser kurdan, lê hê metirsî berdewam in.
3. Pirbûna olperstî-tîreperestî li herêmên serwerîya rêjîma Elşeri û Tirkîya dagirker, jixwe sinîperstî û êrîşên li ser pêkhateyên olî, beramberî elewîperest, dirzîperstî tîreperestîya ola Xirstyanî ji hêla beşek berfireh ji elewî, dirzî û tîreyên Xirstîyan hatin, ew jî li gor rêgeza berevanîya bawerîyê li beramberî hewildanên bişaftina bawerîyê; êdî beşek ji wan ji bo berxwedanê bike çek hilgirt, beşekê jî bawerîya xwe veşart, beşek jî koçber bûn û hin jî xwe kirin rajeya rêjîma nû ya sitemkar.
4. Xaka dewleta Sûrîyayê li gor rastbînî; perçekirî ye û tevî daxuyanîyên neteweyî, herêmî û xwecehî yên cûda ji bo parastina yekîtîya Sûrîyayê û pêkanîna aştîyê jî, lê tu gaveke kirdarî bi vî alî de tune ye; lê belê hewildan hene ku perçebûnê kûrtir bikin ku bandora wê li ser Libnan, Tirkîya û Iraqê xuya dikin, êdî dibe ku çareyên berbiçav ên li gor rastbînîyê, ber bi pirojeya konfidralîyên Rojhilata Navîn diçin, ew jî ya ku Rêbertî wek çareya baş a pêkanîna aramî û ewlekarîyê li herêmê; pêşkêş kirinbû.
5. Em dikarin bazdana rêjîma Elşeri ku têkeve bin serwerîya Emerîka û dewletên Kendavê yên erebî û ji bo lihevgirineke bi Israîlê re vekirî be; wek hewildanên ji bo ji bin serwerîya tirkî derkeve yan jî hevsengkirina serwerîya xwe di hundirê rêjîma li Şamê ku Elşeri dikaribe desthilata xwe biparêze û navdarêya xwe ya taybet ava bike. Êdî dibe ku encamine metirsîdar li ser vê rêyê çêbibin, ew jî pêşveçûna şer di navbera çengê rêjîma Elşeri yê xwe dispîre Tirkîyayê û çengê din ê ku xwe dispîre Siûdîyê rû bide ku ew jî dê bibe yek ji karîgerên ku careke din rêjîm were hilweşandin.
6. Rêjîma Elşeri piranîya sozên xwe ji pêkhateyên sûrî bin pê kir, piştî ku elewîyan çekên xwe radest kirin ew xapandin û dirzî jî xapandin, hewildanên mezin kirin ku lihevkirina 10 adarê bi dawî bike û li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefîyê kurd xapandin ku ji bo wê jî piştgirîyeke mezin ji Tirkîyayê girt. Ev pilan bawerî bi sozên ku rêjîma Elşeri dide; şikand ku çi lihevkirina pê re divê pişta xwe bide hêzê, ji ber ku bi hişmendîya cîhadî ya tundraw nayê bawerkirin, ji ber tundîya wê ya piragmatî (ku ev gotin di cihê xwe debe), êdî ew amade ye ku ji bo pêkanîna armancên xwe yên stratîcî yên avakirina pergala xwe ya stemkarî; dev jî ʺrûmeta sozêʺ berde.
7. Rêveberîya Xweser, HSD û TEV-DEM, li dij hemû êrîş, gefxwarin û astengîyên ku li ser asta hundir û derve rastî wan hatin, li ber xwe dan û gorîyên giranbuha dan, lê wê destkeftîyên xwe li Minbic û Şehbayê ji dest berdan, hêlîna wê ya gelerî jê hat koçberkirin û piştî vekişîna rûsî û îranî û ketina rêjîma Bas û ji bo birêvebirina hevsengîyên di navbera koma Rojhilatî û ya Rojavayî de; astengîyan dikşîne ku neçar e ku hevdîtinên weryayî bi rêjîma Elşeri re bike.

o Pêşnîyarên Sala Were
1. Berdewamîya piştgirîya erdnîgarîya leşkerî ya çêker li Rojava (kozik û çeper) û pêşxistin û peydakirina çekên tektîkî (balafirên bêmirov ên ezmanî û bejî û pergalên şerê iliktronî).
2. Ji her têkilîyên xwedî şêweyên konfedralî bi perçeyên Kurdistanê yên din, Elewî, Dirzî, Xirstîyan û Erebên demokrat re, vekirî be.
3. Pirkirina tevgera çalakîya dîblomasî bi civakên xwecehî yên sûrî re, civakên dewletên herêmî; wek Îran, Iraq, Tirkîya, Libnan, Israîl, Urdin, Misir û dewletên Kendavê yên erbebî û bi civakên dewletên Rojavayî, Efrîkî û Emerîkî re, ew jî bi rêya dîplomasîya zanîngeh, şaredarî, civaka sivîl, navendên lêkolînan, mehrecanên çandî û werzîşî, rêxistinên jîngehhez û hwd.
4. Li bawerîya leşkerî û ewlekarî ji nû ve wer nerîn û pêşxistin ku piştgirîyê li dij gef û astengîyên hundir û derve li ser astên aborî, civakî, ramyarî, çandî û saloxgerîyê; bike û bersivdayîna stratîcî ya li ser her pêşveçûneke di alozîyên Tirkîya, Libnan, Iraq û Sûrîyayê de.
5. Damezrandina sazîyeke taybet a saloxgerîya darayî ku ji beşa sûckarîya biarmanc başqe be ku beşeke ji Hêzên Ewlekarîya Hundr be ʺAsayîşʺ (heger tune be), ew jî ji bo şopandina gera pereyên nerewa û sepandina çavdêrîyê li ser endamên biguman a danûstendina bi komên gendelî û pêvajoyên qezenckirina darayî ya nerewa û pêvajoyên peredana alîyên dervî zagonê û birêxistinkirina danûstandinên darayî.
6. Birêxistinkirina karê sazîtî, ew jî bi rêya ji nû ve li zagona xebatkaran were nerîn û çalakkirin, baldarîya pirtir li pirojeyên baldarîya civaskî û tenduristî wer kirin, pêşxistin û xurtkirina tora veguhestin û çûnhatina hundir û çalakkirina xêzên tirênê û veguhestina ezmanî.
7. Pêşxistina karê komînan, ew jî bi rêya guhrtina avanî û pênaseya erkên wan û karên wê ji karên sazîyên sivîlî, rajeyî û dadwerî werin cûdakirin. Divê erkê sereke yê komînê xwe bispêre çavdêrîya civakî ya li ser wan sazîyan û pêşkêşkirina piştgirîya civakî ji wan re, xurtkiirna piştgirîya civakî, çarekirina pirsgirêkên civakî, beramberîkirina li dij axaftina kînê û pêşxistina têgihiştina ramyarî û ewlekarî li ser gef û astengîyên cûda.
8. Dijberîyeke hundirîn ji hêla neteweperest, oldar, lîbralî û xwedîyên hişmendîya zilêm a stemkar ji hemû pêkhateyan; beramberî Rêveberîya Xweser heye, êdî ji bo bandora wan were sînordarkirin divê bêtir li ser rexne û rexnedayînan vekirî bin û rê li ber dijberîyeke dîmokrat di çarçoveya bervanîya rêgezên rasteronî, dadmendî, aştî û civaka demokratî de; were vekirin.

زر الذهاب إلى الأعلى