Dîdara Qirkirina Nijadî û Guhertina Demografîk Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Mêhvanên Dîdarê Nerînîn Xwe Anîn Ziman

Piştî ku deriyê gotûbêjê li pêşiya beşdaran vebû, mêhvanan nerînên xwe der barê qirkirina nijadî û guhertina demografîk ên li bakur û rojhilatê Sûriyê de dan. Her wiha bal kişandin ser aliyên ku beşdarî van kiryaran bûne.

Birêz Malvan komkujiyên ku di dirêjahiya dîrokê de li hemberî kurdan hatine kirin rêz kirin. Malvan da diyarkirin ku ev pêvajo ji beriya serdema osmanî û partiya Basê jî dihatin kirin.

Her wiha birêz Muna Yûsif (koçbera Serê Kaniyê) amaje bi metirsiya pêvajoyên guhertina demorafîk a pilankirî kir û da diyarkirin ku armanc ji wan kiryaran pêkanîna ajendeyên dewletên  dagirker e û diyar kir ku ne tenê Tirkiye sûcdar e, lê belê sûcê giştî civaka navneteweyî di vê yekê de heye. Birêz Muna der barê xwe de got ku ew du caran hatiye koçberkirin; carekê ji Felestînê û cara din jî ji Serê Kaniyê.

Di nava gotûbêjan de, Mamoste Mihemed Elî jî da xuyakirin ku semînervanan behsa sedemên van qirkirinan nekiriye. Di nerîna wî de sedema van qirkirinan sîstemên zordest e ku dixwazin ajendeyên xwe bi rêya van qirkirinan pêk bînin.

  1. Biradost Mîtanî jî da zanîn ku nijadperestî di Sûriya kevin de nebû, lê ev nijadperestî di serdema exmîniyan de dest pê kir.
زر الذهاب إلى الأعلى