Dîdara Qirkirina Nijadî û Guhertina Demografîk Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Kurtahiya Xebatên Der Barê Qirkirina Nijadî û Guhertina Demografîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê “Ajende, Bandorî û Stratejiyên Rûbirûbûnê”

 

Kurtahiya Xebatên Der Barê Qirkirina Nijadî û Guhertina Demografîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê “Ajende, Bandorî û Stratejiyên Rûbirûbûnê”

Ya Ku di 18.12.2019an de, li Rimêlanê Hat Lidarxistin

Diyar e ku hemû ajendeyên hegomoniyê di qeyrana Sûriyê de, cihê xwe digirin. Lê taybeymendiya van ajendeyan ew e ku hêzine nû derbasî nava koma dewletên Emperyalîzmê bûne, ew jî piştî ku desthilatdariya xwe xurt kir û biryara serwer a dewletên xwe di destê xwe tenê de hişt. Ev dewlet hêza xwe ji bîrdoziyên paşverû werdigirin û di nava hin toreyên xwe de bêriya rojên siltan, şanhinşah û qeyseran venaşêrin. Wer xuya ye ku ji bo amadekirina zemîna pêwîst û bidestxistina berhemên van ajendeyan, rêxistinên terorist ên weke DAIŞ, Cebhetunusra û Ixwan El-Muslimîn, alavine goncan in. Bi vê yekê lehiya kuştin û dijminahiya der heqê pêkhateyên herêmê yên resen berdewam dike. Jixwe ev pêkhateyên resen di dîrokê de, li ser destê xwediyên van ajendeyan û peyrewên wan, gelek êş û azar û bîranînên reş dîtine.

Piştî ku dezgehên ragihandinê pêş ketin û bûyerên biêş û belgekirî ragihandin bijardeyên rewşenbîrî, civakî û mafnasiyê, piştgirî û alîkariya civakên curbecur li ser asta navneteweyî zêde bû. Ji ber vê yekê hêzên hegomonîk bi zanebûn û bi hemû awayan sûcên xwe vedişêrin û ji bo vê yekê pêk bînin, şerê taybet dixin xizmeta xwe. Di encamê de, di navbera aştîxwaz û demokratîxwazan ji hêlekê û pergalên zordestiyê ji hêleke din ve, pêşbazî derdikeve holê, da ku bigihêjin rastiyê û li gorî rêgezên xwe wê ragihînin raya giştî.

Di vê der barê de, bi êrîşa dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkeriya beşine wê re, bi sedan binpêkirinên der heqê pêkhateyên herêmê de hatin belgekirin. Li gorî peyman û rêkeftinên navneteweyî yên têkildar ev binpêkirin digihêjin asta Sûcên Dijmirovahiê, Sûcên Şer û Qirkirinê. Ji ber wê jî Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk NRLS, li gorî rêgezên xwe yên ku girîngiyê didin aştî, demokrasî, dadmendî û nasnameya niştimanî, dîdarek li ser asta hundirîn der barê ” Qirkirina Nijadî û Guhertina Demografîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê” de li dar xist. Jixwe beriya niha navendê du komcivînên navneteweyî yên der barê sûc û binpêkirinên li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji hêla dewleta tirk û çeteyên wê yên tundrew weke DAIŞê ve, li dar xistin.

Mijarên vê dîdarê der barê ajendeyên dewleta tirk û projeyên wê yên zordest ên ji sedên salan heya roja me ya îro de bûn. Tê de behsa bandoriyên van ajendeyan li ser pêkhateyên herêmê hat kirin. Her wiha rola wan di zêdekirina çanda kîndariyê ya ku rê li ber pêşketin û demokrasiyê girt, hat şîrovekirin. Ev hemû ji bo peydakirina stratejiyên guncav li dij ajendeyên mafnasî û siyasî  û çareseriya bandoriyên wê, hatin kirin. Ji ber wê jî hejmareke babet û mijarên têkildar, bijardeyên lêkolîner, kesayetên mafnas û siyasetmedarên li ser asta hundirîn ên ku derfeta hatina wan hebû, hatine bijartin.

Dîdar li ser sê maseyan hat birêxistinkirin, maseyek taybet ji bo kiriyarên qirkirina nijadî û guhertina demografîk ên li dijî şêniyên herêmê û di dirêjahiya dîrokê de, êş û azar jê kişandine bû. Maseyek taybet bi pênasekirin û nirxandina binpêkirinên di pêvajoya qirkirina nijadî û guhertina demografîk de, çêbûne de û ew jî di milê zagonî û mafnasî de bû û maseyek ji bo pêşkêşkirina çareserî û pêşniyarên ji bo çareseriya goncan a rûbirûbûnê bû.

Ji ber vê yekê di roja Çarşema 18.12.2019an de, saet 09:00ê beyanî, dîdarê li Rimêlanê li Navenda Aram Dîgran a Çand û Hunerê, xebatên xwe dan destpêkirin. Bêhtirî 100 kesayetên mafnasî, çandî, siyasî, berpirsên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi dehan dezgehên ragihandinê beşdarî wê bûn.

Bi gotina vekirinê Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk bixêrhatina mêvanan kir. Gotina vekirinê ji hêla Mamoste Nezîr ve hat xwendin, tê de bal kişand ser girîngiya lidarxistina dîdarê di rewşên hestiyar ên ku bi ser herêmê de hatine.

Piştre Endama Desteya  Rêvebera a TEV-DEMê Foza Yûsiv axivî. Birêz Foza di axaftina xwe de bal kişand ser du xalên girîng, yek ji wan ew e ku tevî hemû qurbaniyên gelê vê herêmê û ji bo parastina ewlehî û aştiya navneteweyî rolek lîst û dilîze,  Emerîka û Rûsya çavên xwe li ber êrîşa dewleta tirk a li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkeriya beşine xaka wê digirin. Lê birêz Foza di xala duyemîn de amaje bi cewherê ajendeyên Tirkiyê yên li herêmê kir. Ew bi rêya têkbirina yekîtiya pêkhateyên herêmê û paradîgmaya jiyana hevbeş a ku ev neh sal in li herêmê rûniştiye. Di enamê de çanda kîndariyê derdikeve pêş û tevlihevî û şer berdewam dikin, ji bo ku bibe sedema pêkanîna van ajendeyan.

Ev ajende jî girêdayî hegomonî, dagirkerî û desteseriya ser dewlemendiyên herêmê ne, her wiha hewl didin ku temenê rêxistinên radîkal ên metirsîdar dirêj bikin. Piştre derî ji lidarxistina maseyên dadarê re vebû. Mase jî bi vî rengî bûn:

  • Maseya Yekemîn:

Bi rêveberiya mafnas û nivîskarê siyasî yê serbiswe Nayif Çibîro hat lidarxistin. Mijara maseyê derbarê pêvajoya qirkirina nijadî û guhertina demografîk ên di dirêjahiya dîrokê de, li dijî gelê herêmê pêk hatin û êş û azarên ku ji ber wê kişandibûn, de hat pêşkêşkirin. Mase bi beşdariya sê semînervanan hat lidarxistin, ew jî ev in:

  • Hevserokê Partiya Yekîtiya Siryanî Senharîb Bersûm di semînera xwe de, sûcên Siltannişîna Osmanî û neviya wê Komara Tirkiyê ya faşist ên der heqê şêniyên herêmê weke suryan, asûr, kildan,ermen, romî û yûnanan de anî ziman û diyar kir ku ev gel rastî pêngavên komkujî û guhertina demografîk hatin û kesên mayî jî rastî siyaseteke tirkkirin û misilmankirineke bi zanebûn hatin. Birêz Senharîb da zanîn ku dewleta tirk bi serokatiya Erdoganî li ser heman rêbazî berdewam e.
  • Lêkolînera Navenda Feratê ya Lêkolînan Çinar Salih sermînera xwe ya li ser koçberkirina bizorê weke alaveke sereke ya qirkirina nijadî li giştî Sûriyê û bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêşkêş kir. Tê de amaje bi koçberkirina bizorê kir ku ev koçberkirin ji bo ajendeyên dewlet û hêzên zordest, bi armanca qirkirina gelekî, bijarteya destpêkê ye. Piştre der barê siyaseta stemkarî, komkujî û koçberkirina bizorê ya ku osmanî, baasî û şofînistên Sûrî û Iraqê li dijî gelê kurd pêk anî de, hin agahî dan û di çarçoveya Zagona Navneteweyî Ya Mirovî de, ew nirxandin. Her wiha da zanîn ku ev siyaset hê jî berdewam in û bi rengekî zelal li Herêma Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî yên li ser destê dewleta tirk û çeteyên wê ve dagirkirî ne, hat xuyakirin. Birêz Çinar li kêleka van agahiyan hinek amarên metirsîdar ên der barê qasiya van binpêkirinan de pêşkêş kirin.
  • Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hisên Ezam di semînera xwe de, Siyaseta bedkariyê û komkujiyên der heqê pêkhateya ereb de, derxist holê û bi taybetî pêngavên guhartina demografîk ên ku gelê ereb li ser destê dewleta tirk an jî bi handan wê ew jiyan kirine, şîrove kirin.

Piştî ku semîner hatin pêşkêşkirin, rêvebirê maseyê derfet da mêvanên dîdarê da ku nêrînên xwe bînin ziman û pirsên xwe bikin. Birêz Malvan komkujiyên ku di dirêjahiya dîrokê de li hemberî kurdan hatine kirin rêz kirin. Malvan da diyarkirin ku ev pêvajo ji beriya serdema osmanî dihatin kirin.

Her wiha birêz Muna Yûsif (koçbera Serê Kaniyê) amaje bi metirsiya pêvajoyên guhertina demorafîk a pilankirî kir û da diyarkirin ku armanc ji wan kiryaran pêkanîna ajendeyên dewletên  dagirker e û diyar kir ku ne tenê Tirkiye sûcdar e, lê belê sûcê giştî civaka navneteweyî di vê yekê de heye. Birêz Muna der barê xwe de got ku ew du caran hatiye koçberkirin; carekê ji Felestînê û cara din jî ji Serê Kaniyê.

Di nava gotûbêjan de, Mamoste Mihemed Elî jî da xuyakirin ku semînervanan behsa sedemên van qirkirinan nekiriye. Di nerîna wî de sedema van qirkirinan sîstemên zordest e ku dixwazin ajendeyên xwe bi rêya van qirkirinan pêk bînin.

  1. Biradost Mîtanî jî da zanîn ku nijadperestî di Sûriya kevin de nebû, lê ev nijadperestî di serdema exmîniyan de dest pê kir.

  • Maseya duyemîn:

Di çarçoveya bernameya xebatên dîdarê de, maseya duyemîn bi rêveberiya hevseroka berê ya Desteya Karûbarên Civakî ya Kantona Cizîrê û doktora Zagona Sivîl Zozan Ibrahîm hat lidarxistin. Mase der barê binpêkirinên ku di çarçoveya pêvajoyên qirkirina nijadî û guhartina demografîk de pêk tên de bû. Ew jî di milê yasayî û huqûqî de, hatin pênasekirin û nirxandin.  Her wiha  made û bendên ku di hevpeymana navdewletî, yasayên mirovî yên navdewletî û hevpeymanên têkildarî wê ku ew kiryar wan binpê dikin, diyar kirin. Di encamê de peydakirina mekanîzmayeke yasayî da ku kesên destê wan di van sûc û binpêkirinan de heye werin darizandin. Çar semînervan beşdarî vê maseyê bûn. Ew jî ev in:

Rêvebira Cîbicîker a Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê û çalakvana mafnasiyê Evîn Zikrela Cuma raporeke bilgekirî der barê binpêkirinên dewleta tirk û komên çekdar ên girêdayî wê yên li ser xaka Sûriyê, ji 20.01.2019 heya 10.12.2019an pêşkêş kir.

Raporê di nava xwe de amarên belgekirî hewandin, ev amar bi vî rengî bûn: Hejmara qurbaniyên sivîl yên ku bi çekên curbebur û di nav de çekên dijwar, hatin armancgirtin, binesazî û perestgehên rûxandî, samanên talankirî, hejmara ekîpên bijîşkî, rojnameger, nûçegihan û karmendên alîkariya mirovî yên ku bi zanebûn haitne armancgirtin, amareke destpêkî li ser hejmara koçberên ku bi zorê ji herêmên xwe derketine û agahiyên binpêkirinên der heqê sivîlên ku di destê dewleta tirk û çeteyên wê de mane.

Her wiha raporê da zanîn ku bi rêya koçberkirina sivîlên resen û avakirina mêtingehên ji bo malbatên milîsên çekdar ên girêdayî dewleta tirk, ew hewl dide ku demografiya herêmên dagirkirî biguherîne.

  • Cîgirê Serokatiya Meclisa Cîbicîker a Herêma Efrînê Mamoste Israfîl Mistefa di semînera xwe de siyaset û binpêkirinên ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê pêk tîne û bi taybet bûyerên qirkirin û guhartina demografîk, şîrove kirin û rewşa wê ya berî û piştî dagirkeriyê nirxand. Her wiha bi rêya gelek belgeyan teqez kir ku hê jî binpêkirinên dewlet tirk li herêmên dagirkirî berdewam in.

  • Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Cîbicîker a Rêveberiya Xweser Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan Hesen El-Ebd di semînera xwe de, behsa rewşa Bajarê Girê Spî ya piştî rizgarikirina ji DAIŞê û rewşa wê ya piştî dagirkeriya li ser destê dewleta tirk û çeteyên wê kir. Her wiha bal kişand ser binpêkirinên ku dagirkerî li Girê Spî û gundewarên wê pêk tîne û têkiliya endamî ya di navbera Pergala Erdogan û Rêxistina DAIŞê de şîrove kir. Birêz Hemdan di semînera xwe de, teqez kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Girê Spî bi rêve dibir, ewlehî û aştî bi xwe re anîn û bi saya wê rewşa çandî, xizmetguzarî û aborî gelekî pêş ketibû.
  • Endamê Meclisa Kantona Hesekê Ebdilrezaq Erebanî di semînera xwe de, ajendeyên dewleta tirk ên li dij pêkhateyên herêmê diyar kir û teqez kir ku dewleta tirk hewl dide ku rewşa jiyana hevbeş û aştiya di navbera gelê Serê Kaniyê û gundewarên wê ji kurd, ereb, suryan, çeçen û ermenan têk bibe. Herwiha amaje bi berxwedanî û qehremaniya gel a li dij rêxtinên kevneperest ên ku ji 2012an ve, êrîşî Serê Kaniyê û gundewarên wê dikin û da zanîn ku hevgirtina gelê herêmê piştgiriya sereke ya Rêveberiya Xweser e û serkeftina saziyên wê mispger dike. Her wiha teqez kir ku li ser destê artêşa tirk û çeteyên wê, şêniyên herêmê rastî binpêkirinên biêş ên haitne, bi zorê ji bajarê xwe derketine û vegera wan qedexe kiriye. Ebdilrezaq bal kişand ser çekên pêşketî ên bi teknîka Israyîlî û Almanî yên ku di êrîşa li ser herêmê de hatin bikaranîn û Fosfora Spî weke mînak li ser van çekan anî ziman.

Piştî ku semîner bi dawî bûn, rêvebira maseyê derî ji mêvanan re vekir, da ku nêrîn û pirsên xwe bînin ziman. Hevseroka MSD Emîna Umer nêrîn da û cudahiya di navbera qirkirna nijadî û komkujiyê de şîrove kir û diyar kir ku armanca Tirkiyê sûcdarî û berfirehbûna Tirkiyê ye û bi vê armancê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Her wiha behsa têkiliya di navbera derbasbûna Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêkeftina Edenayê de kir, tê de diyar kir ku sedema binpêkirinan ew e ku ev rêkeftina ku divê rêjîma Sûriyê xwe jê vekişîne, hê jî berdewam e.

Birêz Mihemed Haco der barê bûyerên Serê Kaniyê yên ku wî ew bi çavên serê xwe dîtine de axivî û da zanîn ku divê mirov navê rast li tiştan bike û Artêşa Niştimanî ne niştimanî ye, lê belê ew DAIŞeke bi navekî din e. Her wiha Ibrahîm Telac diyar kir ku armanca Erdogan ne tenê guhertina demografîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê ew dixwaze li giştî Sûriyê vê yekê bike. Tahir Şema jî bal kişand ser lîstina bi cenazeyan û mijara bikaranîna çekên qedexekirî yên ku dikevin bin navê sûcên şer.

  • Maseya Sêyemîn û ya dawî di dîdarê de:

Di çarçoveya bernameya xebatên dîdarê de, maseya sêyemîn bi rêveberiya Endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Mamosteyên Dêrikê Semînerên hat lidarxistin. Mijara vê maseyê di çarçoveya “Çareserî û diyarkirina mekanîzma û rêbazên piştgiriya berxwedana li hember qirkirina nijadî û guhartina demografîk û rawestandina wê û piştgiriya girêdana bi xakê re” de bû û sê semînervan beşdar wê bûn, ew jî ev in:

  • Parêzer û Endama Meclisa Dada Civakî ya Herêma Cizîrê Aynûr Zêd Paşa, di sermînera xwe de, giranî da xebata ku pêwîst e di milê mafnasî de were kirin, ew jî dê li ser hîmê zagon û peymanên navneteweyî yên têkildar were pêkanîn. Her wiha teqez kir ku pêngavên guhertina demografîk ên ku dewleta tirk wan li herêmên dagirkirî dide meşandin rêkeftinên navdewletî, Zagona Navdewletî ya Mirovî, zagona navdewletî ya bênivîs û Danezana Cîhanî Ya Mafên Mirovan binpê dikin û di dawiya semînera xwe de hinek pêşniyar ji bo rawestandina binpêkirinên dewleta tirk pêşkêş kirin, tê de pêwîstî da belgekirina hemû binpêkirinan, da ku bibin rapor û dosya û radestî rêxsitinên mirovî, desteyên dozgerî û mafnasî yên navneteweyî û Mecilsa Ewlekariyê werin kirin û di vê der barê de gel li hundir û derve were bîrewerkirin.

  • Hevserokê Herêma Feratê Enwer Muslim di sermînera xwe de, bandora binpêkirin, koçberkirin û penaberiyê şîrove kir. Her wiha girîngiya yekrêziya kurdan ji aliyekî ve û yekîtiya gelê kurd bi pêkhateyên din ên herêmê re ji aliyê din ve, diyar kir. Birêz Muslim di semînerê de, da zanîn ku divê koçber û penaber vegerin herêmên xwe û teqez kir ku Rêveberiya Xweser Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nûnera rewa ya niştecihên herêmê ye û diyar kir ku projeya wê ya siyasî çareseriya hemû pirsgirêkên herêmê ye.

Mislim di semînera xwe de bang li NY, hemû rêxistinên civaka navdewletî û dewletên ku agirbestê bi aliyê tirk re misoger dikin, kir ku daxwazên koçberan pêk bînin  û bihêlin bi ewlehî û di bin serperiştî û çavdêriya NYyê vegerin û di heman demê de, komîteyeke lêpirsînê ji bo herêmên ku dewleta tirk ew dagir kirine, were şandin, da ku binpêkirin, bedkarî, serberjêrkarî, biçûkkirin, koçberkirina bizorê û desteserkirina samanên sivîlan, belge bikin.

  • Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Hisên Mistefa. Mamoste Hesen di semînera xwe de, da zanîn ku guhertina demografîk sûcê dîrokî yê herî giran e. Di vê der barê de Komkujiya Ermenan a Mezin 1915 a ku 1.5 milyon bûn qurbaniyên wê, Komkujiya Tilel a li Helebê, Komkujiya Yûnanan, Komkujiyên Sêfo yên ku bi navê Komkujiyên Asûran an Suryanan jî tên naskirin, anîn ziman û teqez kir ku dewleta tirk hewl dide ku siltannişîna osmaniyan vejîne, Peymana Milî pêk bîne û rêxistineke weke DAIŞ û Nusrayê bi navê “Artêşa Niştimanî” li ber bigire, da ku bi rêya tunekirina nirx û kevneşopiyên herêmê yên dîrokî û valakirina herêmê ji gelê wê yê resen, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe. Her wiha da zanîn ku dewleta tirk dixwaze herêmê bi çanda tirk ve girê bide, ango dixwaze wê bi tirk bike û wê ji dewlemendiyên wê talan bike. Mamoste Hesen di dawiya semînera xwe de ji bo danûstandina bi binpêkirinan re, hin pêşniyar pêşkêş kirin. Tê de diyar kir ku pêwîst e asta berdxwedana gel li hemberî dagirkerî û çeteyên wê zêde bibe, da ku piştgiriya QSD were kirin, navendeke çavdêrî û belgekirina binpêkirin û sûcên ku dagirker wan pêk tîne, were avakirin û têkiliyê bi navendên herêmî û navneteweyî yên pêwendîdar, rêxistinên mafnasî û çalakvanên mafnasî re bike, ji bo binpêkirinên dewleta tirk werin eşkerekirin. Her wiha bal kişand ser girîngiya jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û daxwaz kir ku ji bo nirxê xwîna pakrewanên kurd, ereb û pêkhateyên din, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê nimûneya biratiya gelan bimîne.
  • Di semînera dawî de, hevserokê partiya Sûriya Pêşerojê birêz Ibrahîm Qeftan gotinek pêşkêş kir. Tê de Şehîd Hevrîn û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn û nerîna Partiya Sûriya Pêşerojê der barê pêkanîna çareseriyeke setratejîk ji bo kirîza Sûriyê, da diyarkirin. Her wiha li ser pêwîstiya rola partiyên siyasî yên demokratîk û saziyên civaka Sûrî ji bo peydakirina van çareseriyan tekez kir; bi taybet piştî ku aliyên rikber -çi rêjîm çi jî opozisyon be- nikarîbû kirîza Sûriyê bi dawî bikin.  Birêz Qeftan destnîşan kir ku komîteya nivîsandina destûra Sûriyê ji bo pêşeroja Sûriyê, ne xwedî nerîneke durist e û got ku eger ev destûr bê beşdarbûna tevahî pêkhateyên Sûriyê be, ew ê ne rewa be û ev jevketina civakî ya ku aliyên rikber pêk aniye, dê bi dawî nebe.  Mamoste Qeftan di Dawî de bal kişand ser bikêrnehatina çareseriya leşkerî û diyar kir ku aliyên rikber naxwazin aliyek li hemberî aliyekî din bi ser bikeve û da zanîn ku tenê çareserî di milê siyasî û beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûriyê de pêkan e.

  • Encamname:

Xebatên dîdarê bi xwendina encamnameyê bi dawî bû, tê de raman û nêrînên beşdaran û pêşniyarên wan girîng hatin dîtin. Li gorî nêrînên pêşkêşkirî şeş şîret weke encama xebatên dîdarê hatin pêşkêşkirin û amaje bi girîngiya pabendiya desteyên dozgeriya navdewletî û rêxistinên parastina mafên mirovan bi berpirsyartiyên xwe, hat kirin, da ku mafê quraniyan li wan vegere û sûcdar werin cezakirin. Encamname teqez kir ku divê stratejî werin danîn, çalakiyên siyasî û mafnasî yên hevbeş di navbera saziyên civaka navdewletî û saziyên NYyê de werin pêkanîn, dewletên ku agirbest misoger kiriye weke Emerîka û Rûsyayê bihêlin ku Tirkiye dagirkeriyê rawestîne û gel bi ewlehî veger mal û samanên xwe.

Li kêleka wê diyar kir ku pêwîst e civaka navdewletî di qadên siyasî, leşkerî û aborî de, alîkarî û piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike, her wiha milîsên bi navê Artêşa Niştimanî yên ku binpêkirin der heqê niştecihên herêmê de kirine têkevin Lîsteya Rêxistinên Terorist û Rêveberiya Xweser beşdarî Komîteya Destûrî ya girêdayî pirojeya çareserkirina Sûriyê ya ji hêla civaka navdewletî hatiye pêşkêşkirin, bibe.

Encamname amaje bi pêwîstiya avakirina dadgeheke navdewletî kir, da ku binpêkirin û sûcên li giştî Sûriyê û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine kirin, venêre. Ji bo ku dewleta tirk û çeteyên wê li ser binpêkirin û sûcên ku kirine werin dadgehkirin, her wiha encamnameyê bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku xwe bikin yek, xaka xwe bernedin, asta piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind bikin û berxwedana di qadên çandî, aborî, siyasî û leşkerî de zêde bikin, daku rê li ber projeyên hegomonî û dagirkeriyê bigirin û aştî û nasnameya niştimanî biparêzin.

Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk NRLS

 

زر الذهاب إلى الأعلى