Maseya yekemîn a dîdarê bi semînera Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Herêma Cizîrê Hisên Ezam hat bidawîkirin, tê de Siyaseta bedkariyê û komkujiyên der heqê pêkhateya ereb de, derxist holê. Her wiha bal kişand ser rewşa welatê ereban a di bin hukmê Dewleta Osmanî de û bûyerên guhartina demografîk ên ku gelê ereb ew li ser destê dewleta tirk jiyan kirine, şîrove kirin. Hêjayî gotinê ye ku niha deriyê gotûbêjê dê ji mêvanan re were vekirin.