Dîdara Qirkirina Nijadî û Guhertina Demografîk Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Encamnameya Dîdara “Qirkirina Nijadî û Guhertina Demografîk: Ajende, Bandorî û Stratejiyên Rûbirûbûnê”

 

li ser vexwendina Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk NRLS û di bin Navê Dîdara Qirkirina Nijadî û Guhertina Demografîk: Ajende, Bandorî û Stratejiyên Rûbirûbûnê de, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Herêma Cizîrê li Bajarê Rimêlanê Civîneke berfireh hate lidarxistin. Tê de bêhtirî sed kesayetî weke siyasetmedar, lêkolîner, mafnas û nûnerên saziyên mafnasî, civaka sivîl û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cihê xwe girt.

Bi rêya rapor, lêkolîn û nêrînan, beşdaran pêvajoyên qirkirina nijadî û guhertina demografîk (di milê dîrokî, siyasî û mafnasî de) ên li ser destê artêşa tirk û çeteyên wê, li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gotûbêj kirin. Her wiha rê û rêbazên ku rê li ber van kiryaran bigirin û li gorî zagon û peymanên navneteweyî werin cezakirin û çawaniya çareserkirina bandoriyên ku ji ber van kiriyaran derketine, hatin gotûbêjkirin.

Ji ber ku YPG, YPJ û QSD û piştgiriya hevpeymana navneteweyî, li hemberî terorê şer kirine û civaka navneteweyî parastine, beşdaran girîngî da rola wan ku ev berxwedanî bandoreke erênî li ewlehî û aştiya civaka navneteweyî kiriye û ji bo ku gel dûrî bobelata şer bixin û wî ji qirkirina nijadî û guhertina demgorafîk biparêzin, hin lihevkirin û rêkeftin bi gelek aliyên hundirîn û navneteweyî re girê dane. Her wiha beşdaran girîngî da rewşa aram a li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê jiyankirin û di heman demê de, tevlihevî û nearamiya li herêmên din ên Sûriyê û bi taybet herêmên dagirkeriya Tirkiyê tên jiyankirin.

Em weke Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk spasiya hemû beşdarî, nêrîn û pirsên hêja yên beşdaran dikin, em ê kurtahiya ramanên bijardeyine ramanger, rewşenbîr, akademîsyen, mafnas û siyasetmedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji 2011an ve rolekê ji bo rûniştandina aştî û aramiya niştecihên herêmê dilîzin, ragihînin raya giştî ya cîhanî. Em ê wan bi rengê pêşniyar û şîretên ku weke xalên hevbeş ên beşdaran bînin ziman. Ew jî bi armanca rawestandina qirkirina nijadî û guhertina demografîk, rizgarkirina herêmên dagirkirî, vegera koçberên ku bi zorê ji mal û samanên derketine, cezakirina sûcdaran û dadgehkirina wan, qerebûkirina qurbaniyên van kiriyaran û ev hemû bi rêya zagona mirovî ya navneteweyî û peymanên NY yên girêdayî wê ne.

Şîret û pêşniyar:

  1. Raporên belgekirî, hejmara qurbaniyên sivîl, rewşên zehmet ên niştecihên ku bi zorê ji herêmên xwe, hatine koçberkirin, mal û samanên wan hatine desteserkirin, her wiha beşeke xaka dewleteke cîran hatiye dagirkirin, diyar dikin ku dewleta Tirk û çeteyên wê mafên mirovan û zagonên navneteweyî, bi awayekî metirsîdar binpê dikin. Ev yek dihêle ku ji desteyên dozgeriya navneteweyî û rêxistinên parastina mafên mirovan were xwestin ku bi berpirsyariya xwe rabin, da ku mafê qurbaniyan bigihêje wan û sûcdar werin cezakirin.
  2. Teqezkirina civaka navneteweyî li ser rêkeftin û peymanên navneteweyî û pêkanîna wan, dihêle ku fişareke bibandor li ser dewleta Tirk çêbibe, da ku qirkirina nijadî û guhertina demografîk ên ku li dij pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestin û sînorek ji destwerdanên wê yên neyînî yên di karûbarên herêmê de were danîn. Ji bo ku ev yek pêk were ji saziyên civaka navneteweyî û NY`yê tê xwestin ku stratejî û çalakiyên siyasî û mafnasî yên hevbeş deynin. Her wiha ji dewletên ku misogeriya rêkeftinên agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirine (Emerîka û Rûsiya) tê xwestin ku bihêlin dewleta Tirk êrîşa li ser herêmê rawestîne, dagirkeriyê bi dawî bike û di rewşine aram de, niştecih vegerin herêm û samanên xwe.
  3. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nahêle ku statuyên terorist li herêmê werin avakirin û metirsiyê li ser aştî û ewlehiya navneteweyî çêbikin. Di têkbirina rêxistina DAIŞê ya terorist û şopandina şaneyên wê yên veşartî de, ev rêveberî xwedî roleke bibandor bû û bi saya vê rêveberiyê herêma ku ji hêle wê ve tê birêvebirin aramî û aştiyê jiyan dike. Ji ber wê jî çi êrîş li ser vê rêbeberiyê pêk were, dê dikeve xizmeta terorê û bobelateke mirovî bi xwe re bîne, jixwe di êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser herêmê de ev yek derket holê. Ji ber vê yekê ji civaka navneteweyî tê xwestina ku di hemû qadan de, siyasî, leşkerî û aborî alîkarî û piştgiriya vê rêveberiyê bike û ji ber ku çeteyên bi navê “Artêşa Niştimanî” yên ku binpêkirinan der heqê gelê herêmê de dikin û ev yek dibe çavkaniya piştgiriya heyberî, rewanî û leşkerî ji bo rêxistinên terorist taybetî rêxistina Cebhatul Nusra û DAIŞ ên rerorist ên ku bi şervan, agahî û bi rêya şaneyên razayî û teqînan piştgiriya wê dikin, ev kom derbasî lîsteya terorê bibe.
  4. Rêveberiya Xweser nûnera rewa ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Jixwe Hêzên Sûriya Demokratîk (Hêzên rewa yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê) ji bo piştgiriya aramî û ewlehiya navneteweyî gelek qurbanî dane. Dema ku nûnerên pêkhateyên herêmê beşdarî komîteya destûrî ya ku ji hêla civaka navneteweyî ve hat pêşkêşkirin da ku qeyrana Sûriyê were çareserkirin, nebin, neheqiyeke mezin li van pêkhateyan tê kirin û eger ew beşdar nebin, ew pabendiyê bi ti zagonên jêderketî nakin. Ji saziyên NY­`yê yên têkildar tê xwestin ku bi erka xwe rabin û vîna siyasî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî hemû xebat û kongreyên girêdayî qeyrana Sûriyê bikin.
  5. Ji bo ku aştî û dadmendî pêk werin, tundrewtiya ku cewherê çanda kîndariyê dinimîne têk here, divê dadgeheke sûckariyên navneteweyî ya taybet bi binpêkirin û sûcên ku li giştî Sûriyê û taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine, were avakirin. Da ku dewleta Tirk û çeteyên wê yên tundrew û paşverû yên weke DAIŞ û Cebhetilnusra yên niha di bin sîwan Artêşa Niştimanî de ne, werin dadgehkirin, ev çete sûcên dijî mirovahiyê kirine û taybetî pêvajoya qurkirina nijadî û guhertina demografîk a der heqê şêniyên herêmê de, derketina bobelateke mirovî, mezinbûna terorê û zêdebûna çanda kînê, li ser destê wan hatine kirin. Jixwe Dadgeha Dada Navdewletî an jî desteyên dozgeriya navneteweyî yên din dikarin vê erkê hilgirin ser milê xwe.
  6. Rengê ajendeyên heyî, mezinahiya komploya ku li dijî pêkhateyên Bakur û Rohilatê Sûriyê tê gerandin û tiştên ku bav û kalên wan li ser destê dewleta Tirk dîtibûn, ji pêkhateyên herêmê dixwazin ku yekrêziya xwe li dar bixin, bi xaka xwe ve girdayî bin, asta piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên QSD zêde bikin û berxwedana di asta çandî, aborî, siyasî û leşkerî de bilind bikin, da ku li hemberî projeyên hegomonîk û dagirkeriyê rawestin û aştî û nasnameya niştimanî biparêzin.

Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk NRLS

18.12.2019

زر الذهاب إلى الأعلى