Çalakî

Hevdîtinek li gel Şêx Murşid Meşûqê Xiznewî

Em dizanin ku şoreşa çandinîyê û belavbûna zimanan li rojhilat li Mezopotamîya yê dest pê kiriye. Di gelek serdeman de rojhilat navenda şaristanî, zanist û zanînê bû û mirovan ji hewîrdorên cîhanê ji bo zanîn û zanistê xwe lê digirtin; anku rola serkêşî û birêveberîyê di destê rojhilatê cîhanê de bû.

Pirsa me jî li vir: Gelo çi bi serê Rojhilata Navîn û rohiolayê bi giştî de hat heya ku ket vê rewşa razan, sarbûn û nepêşketinê û çima rojavayê cîhanê bû serkêş û birêveber û çi têkilîya olê bi vê yekê heye?

Gelo şêweyê islama ku tê xwestin da ku rojhilat rola xwe vegerîne, çawa ye?

Ez spasîya we dikim û kêfxweş im ji bo vê dîyalogê û ji Yezdan dixwazim hûm her bextewar û serkeftî bin.

Dema em dibêjin ʺrojhilatʺ em dizanin ku ew di serdema ferwerîya misilmanan de şoreşek jîyan dikir û kesên li Rsojava berê xwe didanê, da ku ji kanîya  zanîna wê vexwin. Rojava di kêşeya olî de wê demê li pêş bû û dêr xwedî roleke neyînî bû li ser civakên Rojavayî. Di serdema ferwerîya dêrê de, gelek binpêkirin li dijî mirovahîyê pêk hatin û gelek zehmetîyên mezin di jîyana civaka rojavayî de hebûn.

Dibe ku ji ber civaka misilman di ezmûna olî de nû bû, wisa ferwerîya misilmanan kir. Jixwe ez li vir nabêjim ʺislamî yan jî tîreyî yê nûbûyîʺ, çimkî di dîrokê de tîreyekî bi tena xwe her tim ferwerî nekiriye. Dema welatên Rojavayî bîyar dan ku olê ji dewletê qut bikin, gihaştin rewşa ku niha jîyan dikin. Hûn ji vê yekê re dibêjin ʺcîhangêrîʺ. Navê ku hûn dixwazin lê bikin, çimkî navlêkirin û têgeh ne gelekî girîng e, lê belê ya girîng qalib an jî kakila ku di vê qalibê de heye. Welatên rojavayî heya ol ji dewletê cûda nekirin, bi pêş neketin. Her wiha wan dêr ji jîyana mirovan cihê kirin. Wê demê milet karîbû bêna xwe berdin û ji nû ve dest bi avakirinê bikin. Tişta ku niha Ewrûpa dijî, bi saya cihêkirina olê ji dewletê bû. Vê yekê ew gihandin asteke bilind a dadmendîyê û jixwe dadmendî ji bo avakirina welatan û domandina jîyanê girîng e. Ibinûxeldûn dibêje: ʺDadmendî bingeha serwerîyê yeʺ. Her wiha Ibinûlqeyim û berî wî Ibinûteymîye û berî wan jî gelek zana gotineke wan a navdar heye, dibêje: ʺYezdan, dewleta gawir bi ser dixe dema dadmend be û ya misilman bi ser naxe dema stemkar be.ʺ

Em li rojhilatê ketine stemkarîyeke mezin û kûr. Mixabin ev stemkarî bi navê ol û islamê ye. Ev stemkarî heya roja îro hê berdewam e. ji ber vê yekê jî hê civakên rojhilatî nezanî û paşvemayînê dijîn. Îro li Ewrûpayê dadmendî heye û gelek ji me (misilman) direvin welatên rojavayî ji bo dadmendîyê . Jixwe ev dadmendî xwestekeke olî ye.

Dewletên herêmî her tim olê ji bo berjewendîyên xwe yên sîyasî bi kar tînin. Ev yek ji serdema osmanîyan de pêk hatiye ku bi rêya olê û bi navê wê herêm ferwerî kirin (tevî ku tu têkilîya wan bi olê re tune ye). Îro jî Tirkiye û Îran olê û kurdan jî bi navê olê ji bo berjewendîyên xwe yên sîyasî bi kar tînin. Îcar mirov çawa dikare gazî skurdên ku bi navê olê tên bikaranîn bike û peyama te ji bo wan çi ye?

Ez ne bi vê gotina ʺ osmanîyan ol bi kar anîne û bi rêya olê û bi navê wê herêm ferwerî kirin (tevî ku tu têkilîya  wan bi olê re tune ye)ʺ re me, çimkî ez nizanim çi di dilê xelkê de heye. Islamê em fêrî rêgeza dadmendîyê kirine. Dema Sehabîkî kesek kuşt û wî kesî berî mirinê şehadeta xwe bi yekîtîya Xwedan û pêxemberîya Muhemed anî, Pêxember (silav û nimêjên Xwedê lê) gazin jê kirin û ev kuştin mandele kir, yê sehabî gotÊ ʺEy Pêxemberê Xweda! Wî ji tirsa şûr wisa got. Pêxember lêvegerand û got: ʺ Ma te dilê wî qelaşt û dît çi tê de ye?!ʺ Ji ber wê ez jî nizanim çi di dilê xelkê de ye û min dilê wan venekiriye û nizanim çi ayîndarî di dilê wan de heye. Lê ez bi te re tekez dikim ku ol hatiye bikaranîn. Ev babet ne girêdayî osmanîyan tenê ye, çimkî fars, osmanî, ereban û her kesî ol ji bo berjewendîyên xwe û civak û neteweyên xwe bi kar anîye. Gotineke Markis heye ku tê de dibêje: ʺOl efyona gelan eʺ. Em jî weke misilmanan vê peyvê anku vî mercî lê zêde dikin û dibêjin: ʺOl efyona gelan e eger were bikaranîn.ʺ Rastî jî dema ol ji hêla komeke nijadî yan komeke desthilatdar yan jî ji hêla çi komê ve were bikaranîn, wê hingê dê bibe efyona gelan û dê bibe tovekî nebaş û bikêrî civakan nayê û dê her tim hewil bide kîn, çavnebarî û nakokîyan di nav civakan de biçîne. Mixabin, ev yek îro li Îran û Tirkîyê pêk tê û li Sûrîyê di van 14 salan de pêk hat. Her wiha ev yek li zêdeyî dewleteke ku angaşt dike ku ew misilman e, pêk tê. Mixabin ev bikaranîn heye û xwezî ol ji van kiryaran bihata cihêkirin. Her wiha ev bikaranîn di dîrokê de jî hebû û gelek caran zana û îmanên qedirbilind di bin navê olê de hatine kuştin û gelek caran afrînerên misilmanan di bin sîwana olê de hatine kuştin.

  • Her tim ol ji bo berjewendîyên desthilatê û berjewendîyên kesên din hatiye bikaranîn. Di rastîyê de ev kêşe di fiqha islamî de heye. Fiqha islamî gelekî dewlemend e û kelepora islamî ya fiqhî gencîneyeke têr û tije ye û ew kaniyek e ku tu caran namiçiqe (çi di fiqha danûstandinan de be her wekî şûkirin (zewac), berdan, kirîn û firotin û hwd û çi jî di fiqha perestinê de be, her wekî paqijî, nimêj, hec, zekat û hwd). Lê fiqha me ya sîyasî û civakî xizan e. Ew li gor fiqha girêdayî paqijî, nimêj, hec û zekatê ne dewlemend e. Fiqha me ya sîyasî her tim mehne ji bo rewşeke sîyasî ya heyî didîtin û her tim mehne ji bo biryar û armancên desthilata sîyasî didîtin. Ev kêşe li ba me heye; desthilata sîyasî jî ev yek bi kar dianî û tîne (çi li Tirkîyê yan Îran an Sûrîyê yan jî li cihine din be). Tişta ku tê xwestin – jixwe em li ser rijd in- ew e ku ol ji dewletê were cihêkirin, da ku ol pîroz bimîne û cihê rêzdarîyê di dilê me de be û da ku ol nebe weke alavekê di destê van sitemkaran de ku bi rêya wê xwînê dirijînin û rêzdarîyê nadin ne misilman ne jî kesên nemisilman û bi navê islamê her tiştî ji xwe re helal dikin û xwîna xelkê arzan dibînin.
  • Heya niha mijara cihêkirina olê ji dewletê di nav civakên me yên misilman de, weke kêşeyekê ye. Tevî ku hemû bobelatên ku bi serê civaka misilman de hatin, di bin navê olê de bûn, lê ol ji wan bêrî ye. Lewma eger em bixwazin olê biparêzin, gerek e em cilika olê ji bin pêyên van kesan (sitemkar, zordar û serwer) bikişînin, tu dixwazî çi navî li wan bike, nav negiring in, desthilatdar bi çek û agir li dij gel bi kar tîne û islamê bi Kr tîne.
  • Yek ji bobelatên ku banora xwe li ser me hişt, ew bû ku dema Efrîn hat dagirkirin, sûreta ʺFethêʺ li mizgeftan hat xwendin, da ku kesên nezan bixin wê bawerîyê ku ev şer di navbera misilman û gawiran de ye. Vê yekê bandoreke mezin li me kir; çimkî Efrîm misilman û kurdî ye û ji sedê salan ve misilman e. Tevî ku li Efrînê pirrengiyeke olî heye (her wekî êzdî û ji bilî wan), lê wan xwest olê bi kar bînin û kesên nezan bidin bawerkirin ku şerê wan şerekî olî û pîroz e. Mixabin gelekan ev yek bawer kir. Ji ber wê jî gelekî girîng e ku em cilika olê ji bin van kesên stemkar û zordar bikişînin.

Şerê li dijî demokrasîyê ji hêla islamîyan ve, bi taybet komên tundrew ku gihaştin asta gawirkirina demokrasîyê, dihêle em vê pirsê bikin: Gelo ol û demokrasî dijberî hev in û nerîna islamê ji bo demokrasîyê  çi ye?

Ji bîr neke ku demokrasî ne têgeheke islamî ye û misilmanan berî sed salî têgeha demokrasîyê nas nedikir. Anku misilmanan rêgeza an navê demokrasîyê nas nedikirin. Demokrasî li derveyî welatên misilmanan ava bûye. Her tim jî her gotin yan têgeh an rêgez an jî ramaneke nû ya ji derveyî welatên misilmanan, li ba civakên misilman dibe cihê hestîyarîyê û ew her tim li dijî wan têgehan radibin û şerê wan dikin. Mixabin şepêlên islamî yên sîyasî demeke dirêj di mijara demokrasîyê de bihurandin û rewş bi wan re gihaşt wê astê ku berî 30 salî demokrasîyê  weke gawirtîyê  bibînin. Tevî ku vê dawîyê  hin şepêlên islamî babeta demokrasîyê pejirandin jî, lê heya niha jî hê hin ji wan demokrasîyê weke gawirtîyê dibînin. Gelekî girîng e em ji milet re bidin dîyarkirin ku bê ka demokrasî yan jî cîhangêrî çi ne; çimkî her du pey hemwate ne û her du jî ji derveyî sînor hatine. Mirov dijminê tiştên ku wan nas nake. Carinan pêkanîna ramanê li gor dem û cih tê guhertin. Bê guman em ezmûna demokrasîyê ya li welatên ereban napejirînin. Dewletên ereban tev angaşt dikin ku ew demokratîk in lê me ji bilî wêrankirin, rûxandin, birçîbûn û tîbûnê tu tiştên din nedît. Me bobelata ji ber demokrasîya erebî dît. Sûrîyê angaşt dikir ku ew cîhangêrî ye, lê ji bilî bobelatan me tu tişt nedît. Tirkîyê cîhangêrî pêk anî lê cîhangêrîya  wê tenê ew bû ku dewlet li dijî olê rabe, lê li Ingilîzistanê tenê wan ol ji dewletê cihê kir. Gerek e li welatên ereban jî wisa be. Piranîya tevgerên me yên ku demokrasîyê angaşt dikin, tu têkilîya wan bi demokrasîyê tune ye. Lê di demokrasîya ku me li welatên rojavayî dît de, mirovan hemû mafên xwe bi dest xistin, wekhevî di navbera mirovan de belav bû û mafê mirovan û nerînên mirovan hatin rêzgirtin. Jixwe ha ev in xwestekên olî û cewhera islamê, lewma gerek e em wê pêk bînin. Carinan mirov ji ber têgeha asteng dibe. Gelek caran dema me di biwarên sîyasî de kar dikir, dema belgeyek dihat nivîsîn, xwestek hebû ku peyva ʺcîhangêrîyê ʺ neyê bikaranîn. Wan li şûna wê ʺdewleta şaristanîʺ bi kar dianî (dewleta şaristanî heman dewleta cîhangêrî ye), … na ew ne heman in, lê wan hewil didan bi vî awayî têgehê sivik bikin, çimkî mirov vê têgehê napejirînin lê cewhera demokrasî û cîhangêrîyê  ew e ku rêzdarî ji bo her mirovî hebe û gerek e her mirov, netewe, nijad û ol mafên xwe di vê jîyan û dewletê de bi dest bixe û dewlet li gor welatîbûnê were avakirin. Jixwe ev tev babetine olî û islamî ne. Pêxember (s) gelek caran di jîyana xwe de ev demokrasîya  ku niha behsê dikin, pêk anîye. Tu pirsgirêka min bi têgehan re tune ye; navê ku tu dixwazî lê bike…ya girîn li ba min cewher e.

Nerîna olî ji bo doza kurdî çi ye?

Bê guman gelê kurd gelek êş, azar û astengî di bin navê olê de kişandin. Şêxê Şehîd Meşûqê Xiznewî bi vê yekê dizanî ji ber wê jî navê xwe kiribû ʺpisporê mayînên olîʺ. Desthilatên sîyasî yên ku ferwerîya Kurdistanê dikin û yên ku xaka Kurdistanê dagir kirine (çi li Sûrî, Tirî û Îranê bin), ol ji bo şerê li dijî kurdan bi kar anîn û mîna mayînên razberî di nav civakê de çandin û ew danîn pêşîya rêya gelê kurd da ku negihêje maf û azadîya xwe. Ji ber wê jî digot: ʺ Karê min ew e ku ez mayînên ku binavê olê çêbûne û hatine çandin, vekim, lê tu têkilîya olê bi van mijaran re tune ye. Ol li kurd, ereb, tirk, faris û hwd weke hev dibîne ʺmirov mîna diranên şeh weke hev inʺ. Hemû xwedî heman erk û maf in. Islam cûdahîyê naxe di navbera kurd, ereb û farisîyan de. Mirov tev ji alîyê maf û erkan ve weke hev in.ʺ

Hûn rewşa tevgera sîyasî di dema niha de çawa dinirxînin û hûn çawa astengkirina yekrêzîya kurdî dibînin û çi ji tevgerên sîyasî yên kurdî ji bo pêkanîna vê gavê tê xwestin?

Bi rastî, rewş nebaş e. Îro Rêveberîya Xweser li vir xwedî ezmûneke nû ye û ew di vê ezmûnê de di hin alîyan de gelekî bi ser ketiye; her wekî pejirandina kesên din yên ere bû neteweyên din. Rêveberîya Xweser gavine mezin avêtine û ew cihê rêzdarîyê ye. Her wiha di alîyê  olî de jî ew xwedî gavine baş in û em spasîya wê dikin. Hevkarî di navbera misilman, êzdî û xiristîyanîyan de heye. Ev tişt jî gelek xweş e. lê yek ji rexneyên me li ser Rêveberîyê, babeta gotûbêjîya kurdî- kurdî û têkilîyên kurdî- kurdî ne. Têkilîyên kurdî-kurdî ne gelekî baş in û ne di asta ku tê xwestin de ne. Miletê kurd tiştekî din dixwazin û rêzdarîya her tevger û partîyê  digire. Tu kes doza kombûyîneke rêxistinî nake, tu kes doza vê nake. Her wiha tu kes doza helandina tevahî tevgerên sîyasî di yek tevgerê de nake, lê belê her kes doza wê yekê dike ku li ser hin xalên hevbeş û çarenûsî yên girêdayî çarenûsa gelê kurd were lihevkirin.  Gelekî pêwîst e ku levkirinek di navbera tevahî tevgerên kurdî de hebe. Bêyî vê levkirinê dilê me dê her tim bi xwîn be. Jixwe heya niha hê dilê gelê kurd ji ber vê dijberîya di navbera tevgerên sîyasî yên kurdî de bi xwîn e. Bserpirsîyarîya vê yekê dikeve ser milê her alî de. Ez ne partîyên di bin sîwana Rêveberîya Xweser de ne jî yên di bin sîwana ENKS de û ne, jî yên derveyî her du rêxistinan ji vê berpirsîyarîyê  dernaxin. Her kes radihêje vî gunehî û her kes di cihê berpirsîyarîyê de ye ku bigihêjin biryareke giştî ku belavbûna gelê kurd bigihîne hev û kêf û şadî û hêvîyê bixe dilê bi melyonan gelê kurd. Bêyî vê levkirinê dê her tim kêmasîyek hebe û dê dilê me birîndar bimîne. Tevî wê jî em hêvîyê qut nakin û her tim hêvî heye. Me ev yek li her devera ku em çûnê, pêşkêş kiriye (çi li sazîyên Rêveberîya Xweser be yan tevgerên sîyasî be yan jî dema em çûn li ba ENKS, yan jî partîya Pêşverû yan jî komên dîtir ên ku me serdana wan kir). Me ev êş gihand tevan. Em ji Xwedan dixwazin ku rojên bên bi xwe re mizgînîyê ji bo me û gelê me yê kurd bînin.

زر الذهاب إلى الأعلى