Çalakî

Rûniştineke Gotûbêjî li Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) – (Zûm)

Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS), bi rêya bernameya peywendîya dîtaneyî (Zûm) bi qasî 2 seetan bi zimanê Ingilîzê, roja sêşemê êvarî, Rûniştineke Gotûbêjî bi navê:

 ʺPêşeroja Pirsgirêka Kurdî li Rojhilata Navîn: Alozî û Giringtirîn Astengî û Çareserîʺ, amade kir.

Mêvandarên rûniştinê ev bûn: Ji Emerîka rêzdar Dêvid Filips (David Phillips), rêveberê bernameya Avakirina Aştî û Mafan, li amojgeha Lêkolînên Mafên Mirovan (ISHR)- Ji Hewlêrê rêzdar Hêwa Osman ʺ nivêskar û dahûrvanê (analîzvan) siyasîʺ – Ji Qahîreyê rêzdar Elî Taha ʺlêkokîner li ser karûbarên Rojhilata Navîn û siysetên nasnameyêʺ.

Rûniştin baldar bû li ser sê mijaran:

  • Helwesta Emerîkî û Rojavayî beramberî pirsgirêka Kurdî; bi awayeke giştî û êrîşên Tirkîyê yên li ser Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi taybet.
  • Dûritîya Erdogan li ser hevsozîya wî bi Hemasê û binpêkirinên ku li ser sivîlan li Xezayê tên kirin û êrîşên wî yên dijwar li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyê.
  • Pêşveçûnên siyasî û ewlehî yên ku dibe li Rojhilata Navîn pêk werin, ew jî bi gurkirina tûndîtîyê li herêmê ku dibe şerekî herêmî pêkeve.

Jixwe birêz Dêvid Filips mijara domdarîya êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê ku çi encam û armancên tirkîya dagiker ji van êrîşan ne û rola wê di gurkirina tundrewtîyê û rola kurdan li beramberî hişmendîya tundraw, anî ziman.

Ji hêla xwe ve rêzdar Elî Taha helwesta erebî ji pirsgirêka kurdî, çawanîya çareserkirina wê û dewletên erebî çi ji pirsgirêka kurdî re pêşkêş kirine diyar kir, her wiha tekez kir ku pêwîste Tekoşer Ebdela Ocelan ji zindana wê ya li Îmralîyê serbest were berdan ku bêyî çareserkirina pirsgirêka kurdî, aramî li Rojhilata Navîn peyda nabe.

Jixwe rêzdart Hêwa Osman helwesta erebî, Rojavayî û Emerîkî li beramber pirsgirêka kurdî rexne kir û tekez kir ku berjewendîya kurdî pêst dike ku helwseteke hevpar di nava xwe de çêkin ji bo çareserkirina doza wan, her wiha tekezî li ser serbestgberdana Tekoşer Ebdila Ocelan ji zindana Îmralîyê kir ku ew çareya aşîtîyê ye.

Jixwe di demên bê de, dê naveroka vê rûniştina gotûbêjî bi zimanê erebî û kurdî were weşandin.

 

زر الذهاب إلى الأعلى