Çalakî

Rûniştineke Gotûbêjî li Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk bi rêya bernameya (Zûm)

Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk, rûnmiştineke gotûbêjî bi rêya bernameya (Zûm), bi navê:
ʺÊrîşên dewleta Tirk a Dagirker: Sedem, helwest û encamʺ, bi zimanê Erebî, li dar xist.
Jixwe mêvanên rûniştinê ev bûn: D. Muxtar Xebaşî, diktora di zagonên sûckarî û ramyarnasîyê, rêzdar D. Rêzgar Qasim, serokê Tevgera Nûjenkirinê ya Kurdistanî û nûnerê MSD li Elmanyayê û rêzdar Senherîb Bersûm hevserokê Partîya Yekîtîya Suryanî.
Rûniştin tekezî li ser sê xalên sereke kir:
– Dewleta Tirk a dagirker bi berdewamî binesazî û sazîyên sivîlî li herêmêm Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, armanc digire.
– Bêdengîya civaka navneteweyî ʺHevpeyman, Rûs û dewletên Erebîʺ.
– Tişta pêwîst li ser asta xwecehî, herêmî û navneteweyî.
Jixwe D. Rizgar di vê rûniştinê de li ser sedemên yekser û neyekser ên êrîşên dewleta Tirk a dagirker axivî û tekez kir ku Erdogan tevlihevîya ku li herêmê rû da bi sedema şerê li xezayê, bi kar tîne, êdî rola ku ji hêla Rojavayî jê re harîya diyarkirin ji bo pêkanîna pirojeyên wan, pêk tîne.
Her wiha D. Muxtar Xebaşî helwesta erebî anî ziman û amaje kir ku helwesta erebî helwesteke lawaz e û tenê di asta daxuyanîyî û şermezarkirinên qels de bûn, jixwe ev jî sedema nakokîyan di navbera wan û Misrê de ye.
Jixwe rêzdar Senherîb tekez kiri ku Tirkî roleke asteng ya çareya siyasî li Sûrîyê dilîze, ew jî bi rêya kiryarên leşkerî û nakokî û fesadîyên tîreyî û neteweyî çêdike û piştgitîya rêxistinên sawkar dike, ji ber ku ne bi tevlihevîyê be, berjewendîyên wê pîk nayên ku çareya siyasî ne ji berjewendîyê wê ye.

زر الذهاب إلى الأعلى