LÊKOLÎN

Ferwerîya Şeri û Kêşeya Rewabûna Desthilatê

 

Wateya û rewabûna desthilatê:

Zanistên mirovî astengîyan ji ber pirsgirêka têgehan dikişînin; ew jî ji ber ku rêbaz gelek in û biwarên bikaranîna wan rêbazan jî cihêreng in, jixwe hin dibînin ku ev kêşe di pêşketina diyalîktîk û pêşketina zanînê de, bûye xwedî rol. Têgeha desthilatê jî ji vê mijarê ne dûr e ku li ba gelên bindest cihê nerehetî û tirsê ye, lê li ba gelên ku demokrasî li nav wan heye cihê rehetî û ewlehîyê ye. Ev jî dihêle em bibêjin ku desthilat xwe dispêre bawerîyekê, ya ku vê yekê zelal dike, mijara têgehên siwarkirî ye; her wek desthilata dewletê, desthilata ferwer, desthilata gel, desthilata zagonê, desthilata olê û hwd. Li vir jî kêşeyeke din derdikeve holê ku ew jî ʺrewabûna desthilatêʺ ye. Jixwe gerek e ew bi rêya levkirina di navbera ferwer û gel de pêk were[1] û xwe bispêre alîyekî siyasî yan jî îdyolocîk yan jî zagona xwezayî; her wek desthilata dê û bav li ser malbatê. Jixwe li gor wateya rewabûn û desthilatê li ba civakan, nêzîkatîya wan ji desthilatê tê guhertin[2]. Dema mirov dîroka siyasî ya hin gelan vegerîne, dê bibîne ku pîvanên bijartina ferweran û mercên berdewamîya desthilata wan -pirê caran- ji rêgezên bijartina serkêşên civakê hatine birin. Bi vî awayî her ferwerek neçar e ku xwe bispêre rêkeftinekê ku rewatîya xwe jê wergire yan jî rêkeftineke nû ya taybet bi xwe bisepîne yan jî hin buhaneyan pêşkêş bike da ku desthilata xwe rewa bike û biryarên xwe bi milet bide pejirandin.

Bi awayekî giştî, sê xal hene ku rewabûna desthilatê li ba mirovan ji serdem efsaneyî ve, xwe dispêre wan, paşê hin dîtane yan jî jêderên ku ferwer rewabûna desthilata xwe ji wan digire, derketin holê; ew jî ev in:

  • Dîtaneya bingeha pîroz a desthilatê (Tyokratîk)[3]: Ew dibîne ku ferwer xwedî xwezayeke xwedawendî ye; her wek somerî û feronan. Yan jî dibîne ku ferwer desthilata xwe yekser ji xweda werdigire; her wek padîşahên Ewrûpayê di serdemên navîn de. Yan jî dibîne ku cihekî taybet ê ferwer li ba Xwedan heye, anku gel ev kes bijartîye çimkî ew ji hêla Xwedan ve tê birêvebirin û nabe ji bilî Xwedan kesek hesab jê bixwaze; her wek gelek xelîfeyên misilmanan. Jixwe sazîya olî bi roleke girîng di dana rewabûnê ji bo berdewamîya desthilatê, dilîze.
  • Dîtaneya jêdera gelerî ya desthilatê: Ew dibîne ku serwerî di destê milet de ye û hilbijartin tên çêkirin da ku ferwer were bijartin, ev dîtane bi xwe jî dibe du dîtane:

Dîtaneya yekem: Dîtaneya serwerîya milet. Di vê dîtaneyê de hilbijartin tenê di çarçoveya payebilindên ku hêza şînberî û razberî di destê wan de ye, sînorkirî ye. Ew xwe dispêre keleporên olî, kilasîkî û êlî; her wek pergalên desthilatê yên padîşahî û derbegî. Carinan mijara ʺguhdana Xwedan û piştgirîya wîʺ wek pergala bijartina xelîfeyê di islamê de dikeve bin sîwana vê dîtaneyê. Ev pergal ji hêla Daişê ve hat meşandin ku piştî desthilata xwe ragihand, şêxên êlan neçar kirin ku Ebû Bekirê Bexdadî peymadarî bikin (mubaye).

Dîtaneya duyem: Dîtaneya serwerîya gelêrî ya ku xwe dispêre beşdarîya hemû kesên temengihiştî ji bo hilbijartina serok. Li vir encumena gel an jî perleman an jî hin sazîyên din ên mîna wan bi roleke sereke di berdewamîya rewabûna wî serokî de dilîzin.

  • Dîtaneya ʺserkêşîya karêzmîʺ: Li vir ferwer xwe wek jêdera şerîet û zagonê dibîne û îdyolocîya ku ew pê bawer e, dibe peyman û jêdera rewabûnê; ew jî yan bi razîbûna piranîya civakê (ev yek li ba rêveberên şoreşan derdikeve pêş, her wiha li ba pêxember û rêveberên ramanger ên ku karîna bandorbûn û handana kesên din li ba wan heye), yan jî bi rêya tirsandin û xweşkirinê piranîya endamên civakê dixe bin serwerîya xwe (ev yek li ba serokên rêjîmên zordar û dewletên faşîzm derdikeve holê). Jixwe tê zanîn ku piranîya jêder û dîtaneyên ku ferwer rewatîya desthilata xwe ji wan digire, ji hêla serwerîya karêzmî ve di demên borî de piştî ketina pergala neteweyî hatîne danîn; her wek kahin, fîlozof, pêxember û fermandarên leşkerî. Ji ber ku angaş tê kirin ku ev dîtane û rêgez di dema xwe de bûn jêdera dadmendî û rizgarîya gelan ji stemkarîû zordarîyê, ew bûn pêmayeke çandî.

Ji bo rewabûna dewletê, benda (1) a rêkeftina ʺMontofîdyo[4]ʺ ya maf û erkên dewletan, hin bingehên danpêdana bi dewletan, ew jî şêweyê wan ê desthilatê bi çi awayî be jî, diyar kirine, paşê ev bingeh bûn beşeke sereke ya zagona navneteweyî. Ev bendwisa dibêje: ʺGerek dewlet wek kesayetek di zagona navneteweyî de, xwedî van taybetîyan be: a) Niştecihên mayînde, b) Herêmeke diyar, c) Ferwerî, ç) karibe têkilîyan bi welatên din re çêke.ʺEv jî dide diyarkirin ku dewlet xwedî sê bingeh e: Herêm (erd), gel û desthilat. Her yek ji van bingehan bê yên din çênabe. Rêkeftina NY, zagona navnetewyî ya mirovî, ragihandina cîhanî ya mafê mirovan, rêkeftinên Dadgeha Sûcan a Navneteweyî û Dadgeha Dadmendîya navneteweyî, asta rewabûna siyasetên dewletan û kiryarên wan diyar kirine, lê helwesteke wan a zelal li ser diyardeya parçebûna dewletan an jî çêbûna dewletine nû de (her wek Yekîrîya Sofyetê, Yekîtîya Yogislafî û Sodanê) tune ye.

Bi giştî, li gor dîroka siyasî, dewlet desthilatê bi wateya wê ya zordarî dinimîne, çimkî jêderên hêzê yên ku dikarin dijberên xwe biçewisînin, li bal hene. Piranîya şoreşên ku ji bo pêkanîna dadmendîyê çêbûn, berê xwe dan desteserkirina desthilata dewletê. Vê jî hişt ku raperîn û şoreşine din çêbin. Dibe ku ev yek sedema derketina perleman û encumenên gelan be da ku bibin nûnerên gel.

  • Desthilata Şamê ya nû û astengîyên bidestxistina rewatîyê:

Ji bo dewleta sûrî ya niha, ew dewleteke heya astekê nû ye û li ser bingeha belavkirina desteserîyê di navbera Fransa û Brîtanyayê de hat damezirandin. Pergala desthilatê ya pêşîn li Şamê li ser destê mîrza Fêsel bû. Wî angaşt kir ku ew ji qureyşîyan e û bi tuxmê xwe digihêje malbata Pêxember Mihemed (silav Xwedê lê) da ku li gor dîtaneya ʺBingeha pîrozʺ (erikdarkirina ji hêla Xwedan ve) desthilata xwe rewa bike. Ev yek -piştî dagirkirina Sûrîyê-  bi destê siltanên osmanî û fransîyan neket, ji ber wê jî wan hewil da desthilateke rewa damezirînin, di heman demê de alîgira wan be û berjewendîyên wan pêk bîne. Ji ber wê jî wan berê xwe da dîtaneya ʺSerwerîya Miletʺ; ew jî bi rêya bijartina serkêşên civakî û derebegan, ji bo birêvebirina desthilatê, lê xuya ye ev hewildana wan bi ser neket. Di encamê de gelek raperîn di çarçoveya rikberîya di navbera derbegan de çêbûn; çimkî piranîya raperînan bi serkêşîya derbegan bûn, her wek Ibrahîm Henano, Sultan Paşa Eletreş, Haco Axa û hwd. Piştî ragihandina serxwebûna Sûrîyê, pergaleke nêzî demokrasîyê di birêvebirina dewletê de hat meşandin, lê ji ber rêzelêdanên leşkerî û gihaştina neteweperestên tundrew li ser desthilatê, gelekî dom nekir[5]. Di encamê de Sûrî bû dewleteke faşîst ku wisa ma heya rûxandina rêjîma Basê di dawîya sala 2024 de.

Beşar Esed (serikê rêjîma Basê) di dîroka 7. 12. 2024 revîya, ew jî piştî ku komên Rikberîyê li başûrê Sûrîyê (Dera, Siwêda û Tenefê) bi piştgirîya hêzên navneteweyî (Brîtanya û hevlbendên wê), derbasî Şamê bûn. Ev yek pêk hat piştî ku HSD, Daiş li çolistana Sûrîyê mijûl kir. Hêzên HSD derbasî rojavayê Feratê bûn û hêzên rêjîma Basê û komên girêdayî wan ji wir qewitandin. Di heman demê de HTŞ şerên dijwar li Hums û gundewarên wê dikirin. Paşê daxuyanîya hejmar ʺ1ʺ ji hêla komekê ve derket ku navê ʺOdeya Pêngava vekirina Şamêʺ li xwe kiribû derket û ragihand ku rêjîm ket û nûnetîyên biyanî û piranîya sazîyên fermî yên li paytextê, parast. Piştî rojekê serkêşên ʺHeyettehrîrûşamʺ derbasî şamê bûn û dest bi pêngavên pêşandeya desthilatê û sepandina wê hate kirin, ji pêngavên vê pêşandanê, civîna bi navê ʺGotara Serkeftinêʺ bû. Ev civîn di 29. 1. 2025 de hat lidarxistin û tê de serkêşên gelek koman ragihand ku ew peymandarîya Şeri wek serok ji bo xwe dikin. Dotira rojê Şeri gotarek pêşkêş kir û xwe tê de wek ferwerê Sûrîyê yê nû da xuyakirin. Gelek şopîneran da diyarkirin ku ji bo Şeri desthilata xwe rewa bike, ket şaşîtîya ʺxwespartina li desthilatêʺ[6].

Tevî ku Sûrîyê rewatîya xwe wek dewletekê di zagona navneteweyî de wergirtîye, lê piranîya rêjîmên desthilata wê nikarîbûn rewatîyeke domdar ji bo xwe dabîn bikin. Niha jî HTŞ xwe li ser kavilê van rêjîmên ketî, wek desthilateke nû bi cih kirîye. Di encamê de wê ferwerîeke mîna ʺferwerîya rizgarîyêʺ ya li Idlibê ava kir (ev ferwerî, Idlib û gundewarên wê bi rê ve dibirin û ji hêla Tirkîyê ve dihat piştgirtin). Jixwe xuya ye ku HTŞ girêdayî Tirkîyê bû. Ya ku vê tekez dike, serdanên lipeyhev ên berpirsên tirk li Şam, Heleb û hin herêmên din û daxuyanîyên HTŞ yên baş û nerim li ser tirkan (mîna ku hê tirk berpirsên HTŞ bin). Tevî ku serkêşê HTŞ Ehmed Elşeri (Ebûmihemed Elcolanî) zêdeyî carekê da xuyakirin ku di avakirina dewleta nû de ew ne li gor hişmendîya şoreşê dimeşin, lê binpêkirinên ku li ser elewî, xiristîyanî, murşidî û alîgirên rêjîmê pêk tên û hewildanên kişandina çekan ji destê dirzîyan û daxuyanîyên ku di nava xwe de û ji ber fişarên tirkan; dijminatîya li hember kurd û HSD dihewînin, berovajî vê helwesta ku ew nîşan didin. Ev kiryar didin diyarkirin ku hişmendîya koman a ku bi hişmendîya ʺşoreşêʺ tê binavkirin, bi xurtî di nêzîkatîya desthilata Şamê ya nû li hember dozên welêt û alozîyên wî de, heye; nexasim ku destûreke niştimanî tune ye.

Ji alîyekî din ve hê welat alozîyên xwe dijî û gelek herêm bêewle û aramîyê ne û hêzên biyanî hene ku serwerîya Sûrîyê bin pê dikin û ziyanê digihînin welatîyan. Wek mînak, hêzên tirkî û komên girêdayî wan di êrîşên xwe yên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de hê berdewam in û komkujî û binpêkirinan pêk tînin. Wek nerîn li ser vê yekê, rêxistina ʺHyomin Raytis Wotç[7]ʺ tekez kir ku ʺtomarke zagonî ya kirêt a hêzên çekdar ên Tirkîyê û Artêşa Niştimanî ya Sûrî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê yên di bin dagirkerîya Tirkîyê de heye…ʺ Ev rêxistin dibîne ku gelek ji wan binpêkirinan digihêjin asta ʺsûcên şerʺ. Ji ber valahîya ewlehî ya piştî ketina rêjîmê, Daiş çalakîyên xwe zêde kirin û gelek embarên çekan desteser kirin. Ji alîyekî din ve alozîya aborî û darayî li Sûrîyê dijwar e. Li gor rapoereke Komîteya NY ya Aborî û Civakî li rojavayê Asyayê (Iskwa)[8], ʺNêzî 16.7 melyon kes (nêzî du sêyekên niştecihên Sûrîyê) hewcedarî şêweyekî ji şêweyên alîkarîya mirovî ne. Nêzî 7 melyon penaberên hundirîn hene. Jixwe rêjeyên kêmxwarinê her ku diçe zêde dibin.ʺ Raporê da diyarkirin ku hilberîna xwecihî ya tevahî welêt ji destpêka alozîyê ve (2011) heya %64 daketîye. Ji alîyekî din ve lîreya sûrî di sala 2023 tenê de, zêdeyî du sêyekên nirxê xwe ji dest da. Vê jî hişt buhabûn di sala 2024 de bi qasî %40 zêde bibe. Di vê rewşa alozîyan de ku welat wê jiyan dike, serwerên HTŞ xwe wek pêmagirê rewa yên Sûrîyê sepandin û serdanên şandeyên erebî û biyanî li Şamê, wek danpêdanê bi deshilata xwe dîtin, ji ber wê jî dest bi derxistina biryaran li ser karên karîgêrîyê kirin û bi dehan karmend ji piranîya sazîyan rawestandin û ragihandina alîgir, ferwerîya nû bi awayekî dan pêşandan ku ew ferwerîya rewşa neçarî ye.

Piranîya lêkolînên siyasî û zagonî tekez dikin ku rewabûna her desthilatekê xwe dispêre sê bingehan: gel, xak û serwerîyê. Lê ev her sê li ba ferwerîya nû ya Şamê tune ne; çimkî sêyekeke gel koçber bûye û yên mayî jî li ser alîyên siyasî belavbûyî ne û her beşek rewabûnê dide alîyê ku wî dinimîne. Jixwe piranîya sûrîyan misilman in, lê piranîya wan (li gel cûdahîya tîreyên wan), ne li ser tîre û îdyolocîya HTŞ ne. Ji alîyekî din ve pêrewên ola êzdî û bi dehan tîreyên xiristîyanî jî hene. Ya duyem gerek e gel di bin sîwana destûreke niştimanî de be ku ew destûr li gor ʺrêkeftineke civakîʺ hatibe amadekirin, lê ew jî tune ye û gel li ser desthilata nû ya Şamê bi rêya hilbijartinan yan jî bi rêya payebilindên siyasî û civakî erê nekirîye. Ji bo xak û herêmê jî, hin herêmên Sûrîyê ji hêla Tirkî û Israîlê ve dagirkirî ne. Ev yek jî binpêkirineke zelal a li hember benda /11/ a rêkeftina ʺMontîfîdyo ya Maf û Erkên Dewletanʺ e[9]. Ji alîyekî din ve desthilata nû li Şamê nikare desthilata xwe li ser du behrên Sûrîyê bisepîne (bakur û başûrî Sûrîyê, çolistan û Bakur û Rojhilatê Sûrîyê). Ji bo serwerîyê jî, ew xwe dispêre her du bingehên borî: Gel û xakê û bi rêya destûr an jî peymaneke civakî tê birêxistinkirin. Hopz ew wisa pênase kirîye: ʺDesthilata wî kesî yan wê desteyê ye ku desthilata vînê di destê wî yan wê de ye ku ji hêla piranîya gel ve hatîye pêşkêşkirin da ku jiyaneke biewle û aram bijîn.ʺ Piranîya olan li hev dikin ku dabînkirina dadmendî, parastin, jiyaneke birûmet û guhdana li tevahî welatîyan, mercên sereke yên rewabûna serwerîyê ne û sedemên sereke yên razîbûna Xwedan li ser ferwer in. Ji bo nimûne, şerîeta Islamê ʺhejmareke bingeh danîne ku bi rêya Quran û sinetê hatine diyarkirin û di heman demê de vîna giştî ya gel di hilbijartina ferweran û rakirina wan de di ber çavan re girtine. Ev yek pîvana hebûna serwerîya yan tunebûna wê ye…[10]ʺ Tevî ku zêdeyî du mehan di ser desthilata serwerên HTŞ re li Şamê derbas bûne, lê hê jî ew nikarin serwerîya niştimanî pêk bînin an jî bibin bersivên erkên serwerîyê di vê rewşa tevlîhevîya ewlehîyê ya li herêmên di bin serwerîya wan de. Ne tenê wisa lê belê wê heya niha nikarîbû pilansazîyeke zelal ji bo pêkanîna serwerîyê li Sûrîyê yan jî girtina rê li ber destwerdanên navneteweyî û herêmî di karûbarên wê yên hundirîn û derveyîn de pêşkêş bikin û tu pilansazî ji bo vê yekê li ba wan tune ye. Tevî ku ramana lidarxistina kongireke niştimanî ya sûrî ku hemû sûrîyan bihewîne û pilansazîyek tê de ji bo çareserkirina alozîyên Sûrîyê were danîn, hat pêşkêşkirin, lê li şûna wê HTŞ kongireke bilez bi navê ʺGotara Serkeftinêʺ[11] li dar xist ku di şeva çarşema 29 meha 1 a 2025 hat lidarxistin û tê de fermandarên HTŞ pûçkirina hemû sazîyên zagonsaz, siyasî, ewlehî û leşkerî yên girêdayî rêjîma Basê ragihandin û Ehmed Şeri wek serokê qonaxa veguhestinê li Sûrîyê erikdar kirin bêyî ku dema vê qonaxê û nîşaneyên wê werin diyarkirin. Her wiha Şeri hat erikdarkirin ku dezgehên ewlekarîyê, artêş û encumena gel saz bike. Ev tev bêyî ku piranîya hêzên siyasî yên sûrî amade bin.

Sûrî û çûnûhatina di navbera dewleta welatîbûnê û ya tîreyî:

Rêjîma dewleta neteweyî li Sûrîyê di 70 salên borî de, nikarîbû dewleteke hedar û pêşketî ava bike. Desthilatên ku serwerîya wê kirin, nikarîbûn wê ji dewleteke çêkirî, bixin welateke ji bo hemû pêkhateyên nijadî û îdyolocî yên ku tê de dijîn. Heya niha jî pêkhateyan nikarîbû bendên tirs û nerehetîyê di navbera xwe de bişikînin. Ew bend ji hêla xwedîyên îdyolocîyên tundrew ve di çarçoveya nakokîya li ser desthilat û gencîneyan ji sedên salan ve hatine danîn. Ya ku vê rastîyê dinimîne jî, êrîşên çeteyên Tirkîyê bi ser Kobanê, Bendava Rojava, Minbic û Efrînê û nakokîyên li ser desthilatê di navbera rêxistina Daiş, Qaide, HTŞ, Ixwan û Hizbulahê  û gotara kînê ya li hember kurd, êzdî, xitistîyanî, elewî, şîa û dirzîyan. Piranîya daneyên siyasî, ewlehî, civakî û dîrokî amaje dikin ku dewleta welatîbûnê çareserîya herî baş ji bo aramîya Sûrîyê û veguhestina wê ber bi dewleteke geş ve ye. Lê bûyerên li ser erdê tekez dikin ku ew dê ber bi guhertineke tîreyî ve here, nexasim piştî ku desthilateke nû li Şamê hat bicihkirin bêyî ku xwe bispêre destûreke niştimanî yan jî hilbijartinan an jî  erêkirina payebilindên siyasî, civakî û giyanî yên pêkhateyên sûrî. Nîşaneyên herî berbiçav ên ku didin diyarkirin ku Sûrî ber bi dewleteke tîreyî ve diçe, ev in:

  1. HTŞ îdyolocîya xwe di bawerîya ewlehî ya artêşê û di perwerdekirina hêzên ewlekarîyê yên nû de disepîne. Ev jî dide diyarkirin ku şerîeta islamî li gor nerîna HTŞ li ser tevahî Sûrîyê were bicihkirin (Sazîya Parastina Demokrasîyan, vê yekê dibêje)[12]. Vê sazîyê di analîzeke xwe de da diyarkirin ku desthilata nû li Şamê sazîyên ewlehî û leşkerî ji bo xwe (tîreya sinî) hiştîye. Ev yek di demekê de pêk hat ku rêxistina ʺParasvanên Olêʺ ên girêdayî Qaideyê di 28. 1. 2025 de bidawîbûna xwe ragihand[13]. Di daxuyanîyekê li ser malpera xwe wisa got: ʺZaroyên rêxistina Qaîdeya cîhadî pişta xelkên Şamê girtin da ku zorîyê li ser wan rakin û li hember zordarekî herî dijwar di serdema nûjen de bi ser bikevin. Ev jî dide diyarkirin ku qonaxeke nû ya nakokîya di navbera qencî û neqencîyê de bi dawî bûyeʺ, ew jî bêyî ku çarenûsa endamên xwe diyar bire. Ev yek di demekê de pêk hat ku Desteya Berevanîyê ya ku HTŞ ava kirîye, ber bi avakirina artêşeke nû ve ji komên girêdayî xwe diçe. Ev jî dide diyarkirin ku rêxistina Qaide dê tev li vê artêşa sûrî ya nû bibe. Her wiha komên girêdayî Tirkîyê jî dê tev lê bibin û Daişa ku dizane xwe di nav komên din de bihelîne, dê tev lê bibe; nexasim piştî ku Daişê helwesta xwe ya li hember ferwerîya nû da. Wê di daxuyanîyekê li ser malpera ʺBetarʺ a girêdayî xwe de got ku Colanî ʺXayînʺ e û got ku eger ew demokrasîyê li Sûrîyê pêk bîne, ew ê şer li Sûrîyê ragihînin.
  2. Ferwerîya nû angaşt dike ku ji ber fişarên tirkî ew nikare nexşerêyekê ji bo beşdarkirina Rêveberîya Xweser û HSD di sazîyên ferwerîyê de deyne. Di heman demê de ew bi wê yekê dihizire ku ji bo avakirina artêşa xwe, xwe bispêre Tirkîyê. Piştî rojekê ji gihaştina Şeri li ser serokatîyê, Desteya Berevanîyê ya tirkî ragihand ku wê şandeyeke leşkerî ji bo serdana Sûrîyê şandîye da ku mijarên ewlehî, berevanî û şerê li dij sawkarîyê gotûbêj bikin[14].
  3. Desthilata nû tu helwestek li hember êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de neda û tu destwerdan ji bo rawestandina binpêkirinên wê li hember kurdan li herêmên dagirkirî li bakurê Sûrîyê, nekir.
  4. Tu helwesteke siyasî ya jidil derneketîye ku dilê pêkhateyên sûrî yên ji bilî erebên sune rehet bike. Di heman demê de desthilata wê ji hêla van pêkhateyan ve hê nehatîye pejirandin. Ev pêkhate dibe ku her kêlî rastî êrîş û binpêkirinan werin. Jixwe ew bi rastî jî rastî van binpêkirinan li herêmên gundewarên Şam, Hema, Humis, Berav û Helebê tên. Heya niha hê bi dehan navgînên ragihandinê û navgînên pêwendîya civakî yên girêdayî HTŞ gotara kînê li hermber pêkhateyên din diweşînin.
  5. Hewildanên desthilata nû ya li Şamê da ku desthilata wê bidome; ew jî bi rêya pêkanîna biragmatîyê di siyaseta hevsengîyê di navbera Tirkî, dewletên ereban, dewletên Rojavayî, tevgerên siyasî û tevahî hêzên leşkerî li Sûrîyê de ku wê siyasetê wek fişareke siyasî ji bo her nehevsengîyê bi alî xwe de bîne, bi kar tîne.

Veguhestina Sûrîyê ber bi dewleteke tîreyî ve, dê şerekî ji hêla enîyên derveyîn û hundirîn ên cûrbicûr ve li ser rêveberîya nû ya li Şamê bisepîne. Lê di dema niha de xuya ye ev rêveberî nikare şerekî wisa bike û ew baş rewşa nakokîya navneteweyî dizane û ew baş ezmûna Daiş dizane ku berê HTŞ jî beşek jê bû berî ku jê cûda bibe. Ji ber wê jî dibe ku rêveberîya nû ya li Şamê rêbaza agirbestê bi hemû alîyan re bimeşîne, çimkî xwespartina li alîyekî li ser hesabê alîyekî din, dê kêşeyan jê re bîne. Ev yek di bêdengîya wê li hember êrîşên çeteyên Artêşa Niştimanî li dij HSD û binpêkirinên wê li hember kurdan de, diyar dibe. Her wiha di bêdengîya wê li hember binpêkirinên ku komên tundrew li dij elewî û xiristîyanîyan pêk tînin, diyar dibe. Ew xwe wek alîyekî neberpirsa van binpêkirinan dide xuyakirin û di heman demê de xwe wek misogera dabînkirina ewlehîyê dide pêş. Di heman demê de nebawerî di daxuyanîyên rayedarên wê li ser dosyeya Daiş û helwesta wan li hember ewlekarîya neteweya erebî, Tirkî, Rûsîya, Îran, dewletên Rojavayî û mijara pêkanîna demokrasîyê li gor biryara Encumena Ewlekarîyê ya hejmara /2254/ de heye. Ew helwest û daxuyanî tenê di sînorên zimanxweşî û sozên ku zehmet e werin pêkkanîn de mane. Di encamê de tu sedemeke zagonî tune ye ku rêveberîya nû bibe xwedî desthilateke rewa li Sûrîyê ku êdî bi navê dewleta Sûrîyê zagonan derxe û rêkeftinan mor bike. Ya ku vê tekez dike, binkeftina Tirkîyê ku sînorê deryayî bi Sûrîyê re xêz bike û wê nikarîbû Encumena Ewlekarîyê têxe bawerîyê ku ew dikare bibe desthilateke ku karibe rêkeftina agirbestê bi Israîlê re misoger bike û Siûdîyê jî brotokola pêşwazîkirina serokan pêk neanî dema pêşwazîya Şeri li Riyadê kir. Her wiha encamên serdana Şeybanî (şalyarê derve) tenê şandina çend balafirên ku pêdivîyên alîkarîyê di wan de hebû (jixwe kes nizane ev pêdivî çawa hatin belavkirin). Şeybanî nikarîbû tu alîkarîyên darayî yan rakirina sizayan an jî çareserkirina alozîya aborî, bi dest bixe. Ji alîyekî din ve heya niha tu hêzeke sereke li qada sûrî neketine bin sîwana vê desthilata nû (her wek Rêveberîya Xweser, rêveberên civakên li Siwêda, Dera û Beravê û beşeke mezin a rikberên zanistperest ên sûrî). Di encamê de welatîyên sûrî xwe li ber çerxerêyekê dibînin; yan heman rêbazê dewleta giştgir û zordar lê bi kirasekî tîreyî, yan  avakirina dewleteke welatîbûnê û yan jî berdewamîya alozîyê bi vê rewşa xwe ya niha heya demeke nediyar. Sala 2025 dê alîyê nû yên ku dewleta Sûrîyê dê li ser bimeşe, diyar bike. Bê guman guhertinên siyasî, aborî, ewlehî, herêmî û navneteweyî û asta rêxistinkirina hêzên demokratî, dê xwedî bandorekê li ser diyarkirina rêya vî alîyî bin.

 

 

Jêder û çavkanî:

 

  1. أ.م.د. رعد عبد الجليل؛ مفهوم السلطة السياسية: مساهمة في دراسة النظرية السياسة؛ الناشر: مركز الدراسات الاستراتيجية والدولية/مجلة دراسات دولية- العدد 37- بلا تاريخ نشر؛ ص127؛ الرابط:

https://political-encyclopedia.org/index.php/library/6856/download

  1. م.د. كوران عزيز محمد كاكني، مفهوم سيادة الدولة في ظل متغيرات النظام الدولي: رؤية تحليلية مستقبلية؛ الناشر: مجلة جامعة الانبار للعلوم القانونية والسياسية- العدد 2/ المجلد 14/ أيلول 2024.
  2. الموسوعة السياسية (الإلكترونية)؛ مفهوم الشرعية – The Concept of Legitimacy؛ تاريخ النشر: 04.26؛ الرابط:

 https://political-encyclopedia.org/dictionary/مفهوم%20الشرعية

University of Oslo/ The Faculty of Law; Montevideo Convention on the Rights and Duties of States; Link:

 https://www.jus.uio.no/english/services/library/treaties/01/1-02/rights-duties-states.html

  1. Li destûra Sûrîyê ya ku di sala 1950î de hatîye danîn, binihêre
  2. Mirov dikeve vê kêşeyê de (Ad verecundiam) dema birasî jî bawerîyê bi dozekê yan ramanekê bîne ku tu esas jê re tune ye. Dibe ku ev raman durist be jî lê şaştî di wê yekê de ye dema ew dibîne ku desthilat şûna palpiştê digire yan jî xwe bispêre palpiştekê bêyî ku palpişta wê hebe. Ji bo agahîyên zêdetir:

عادل مصطفى؛ المغالطات المنطقية: فصول في المنطق غير الصوري؛ الناشر: مؤسسة هنداوي/ يورك هاوس- المملكة المتحدة 2019؛ بلا رقم طبعة.

  1. هيومن رايتس ووتش؛ شمال شرق سوريا: جرائم حرب مفترضة على يد قوات تدعمها تركيا؛ تاريخ النشر: 01.30؛ الرابط:

https://www.hrw.org/ar/news/2025/01/30/northeast-syria-apparent-war-crime-turkiye-backed-forces

  1. موقع أخبار الأمم المتحدة؛ لحظة مفصلية في تاريخ سوريا: إعادة الإعمار والمصالحة، أو الفوضى؛ تاريخ النشر: 01.25؛ الرابط:

 https://news.un.org/ar/story/2025/01/1138521

8-Madeya 11 dibêje: Dewletên hevpeyman tekez dikin ku ew danpêdanê bi herêm û taybetmendîyên ku bi zorê hatine bidestxistin (çi bi rêya çekan be yan jî gefên diplomatîk be û yan jî rêkareke din a bi zorê be) nakin. Xaka dewleta parastî ye û nabe bibe mijara dagikerîya leşkerî yan jî rastî bergirîyên hêzê yên din were ku dewletek li ser dewleteke din bi awayekî yekser an jî ji ber çi sedemê be disepîne.

  1. حنان عماد زهران؛ تشريح مفهوم السيادة؛ الناشر: المركز الديمقراطي العربي للدراسات الاستراتيجية الاقتصادية والسياسية؛ تاريخ النشر: 03.27؛ الرابط: https://democraticac.de/?p=59802
  2. بي بي سي عربي؛ السلطات السورية تعلن حل الجيش وتعليق العمل بالدستور وتعيين الشرع رئيساً للبلاد؛ تاريخ النشر: 01.29؛ الرابط:

 https://www.bbc.com/arabic/articles/cwyp1knn3wno

Ahmad Sharawi; Syrian Government Uses Islamic Teaching to Recruit, Train New Security Forces; Foundation for Defense of Democracies (FDD); 28.01.2025; Link:

https://www.fdd.org/analysis/2025/01/28/syrian-government-uses-islamic-teaching-to-recruit-train-new-security-forces/

  1. الحرة؛ إعلان نهاية فرع القاعدة في سوريا.. من هم “حراس الدين”؟؛ تاريخ النشر: 01.29؛ الرابط:

https://www.alhurra.com/syria/2025/01/29/إعلان-نهاية-فرع-القاعدة-في-سوريا-هم-حراس-الدين؟

  1. وكالة الأناضول؛ وفد عسكري تركي يبحث بسوريا الأمن والدفاع ومكافحة الإرهاب؛ تاريخ النشر: 01.30؛ الرابط:

https://www.aa.com.tr/ar/الدول-العربية/وفد-عسكري-تركي-يبحث-بسوريا-الأمن-والدفاع-ومكافحة-الإرهاب-/3466695

[1] أ.م.د. رعد عبد الجليل؛ مفهوم السلطة السياسية: مساهمة في دراسة النظرية السياسة؛ الناشر: مركز الدراسات الاستراتيجية والدولية/مجلة دراسات دولية- العدد 37- بلا تاريخ نشر؛ ص127؛ الرابط:

https://political-encyclopedia.org/index.php/library/6856/download

[2] انظر: م.د. كوران عزيز محمد كاكني، مفهوم سيادة الدولة في ظل متغيرات النظام الدولي: رؤية تحليلية مستقبلية؛ الناشر: مجلة جامعة الانبار للعلوم القانونية والسياسية- العدد 2/ المجلد 14/ أيلول 2024.

[3] انظر: م.د. كوران عزيز محمد كاكني، مفهوم سيادة الدولة في ظل متغيرات النظام الدولي: رؤية تحليلية مستقبلية؛ الناشر: مجلة جامعة الانبار للعلوم القانونية والسياسية- العدد 2/ المجلد 14/ أيلول 2024.

[4] University of Oslo/ The Faculty of Law; Montevideo Convention on the Rights and Duties of States; Link:

 https://www.jus.uio.no/english/services/library/treaties/01/1-02/rights-duties-states.html

[5] Li destûra Sûrîyê ya ku di sala 1950î de hatîye danîn, binihêre

[6] Mirov dikeve vê kêşeyê de (Ad verecundiam) dema birasî jî bawerîyê bi dozekê yan ramanekê bîne ku tu esas jê re tune ye. Dibe ku ev raman durist be jî lê şaştî di wê yekê de ye dema ew dibîne ku desthilat şûna palpiştê digire yan jî xwe bispêre palpiştekê bêyî ku palpişta wê hebe. Ji bo agahîyên zêdetir:

عادل مصطفى؛ المغالطات المنطقية: فصول في المنطق غير الصوري؛ الناشر: مؤسسة هنداوي/ يورك هاوس- المملكة المتحدة 2019؛ بلا رقم طبعة.

[7] هيومن رايتس ووتش؛ شمال شرق سوريا: جرائم حرب مفترضة على يد قوات تدعمها تركيا؛ تاريخ النشر: 2025.01.30؛ الرابط:

https://www.hrw.org/ar/news/2025/01/30/northeast-syria-apparent-war-crime-turkiye-backed-forces

[8]موقع أخبار الأمم المتحدة؛ لحظة مفصلية في تاريخ سوريا: إعادة الإعمار والمصالحة، أو الفوضى؛ تاريخ النشر: 2025.01.25؛ الرابط:

 https://news.un.org/ar/story/2025/01/1138521

[9] Madeya 11 dibêje: Dewletên hevpeyman tekez dikin ku ew danpêdanê bi herêm û taybetmendîyên ku bi zorê hatine bidestxistin (çi bi rêya çekan be yan jî gefên diplomatîk be û yan jî rêkareke din a bi zorê be) nakin. Xaka dewleta parastî ye û nabe bibe mijara dagikerîya leşkerî yan jî rastî bergirîyên hêzê yên din were ku dewletek li ser dewleteke din bi awayekî yekser an jî ji ber çi sedemê be disepîne.

[10] حنان عماد زهران؛ تشريح مفهوم السيادةٍ؛ الناشر: المركز الديمقراطي العربي للدراسات الاستراتيجية الاقتصادية والسياسية؛ تاريخ النشر: 2019.03.27؛ الرابط: https://democraticac.de/?p=59802

[11] بي بي سي عربي؛ السلطات السورية تعلن حل الجيش وتعليق العمل بالدستور وتعيين الشرع رئيساً للبلاد؛ تاريخ النشر: 2025.01.29؛ الرابط:

 https://www.bbc.com/arabic/articles/cwyp1knn3wno

[12] Ahmad Sharawi; Syrian Government Uses Islamic Teaching to Recruit, Train New Security Forces; Foundation for Defense of Democracies (FDD); 28.01.2025; Link:

https://www.fdd.org/analysis/2025/01/28/syrian-government-uses-islamic-teaching-to-recruit-train-new-security-forces/

[13] الحرة؛ إعلان نهاية فرع القاعدة في سوريا.. من هم “حراس الدين”؟؛ تاريخ النشر: 2025.01.29؛ الرابط:

https://www.alhurra.com/syria/2025/01/29/إعلان-نهاية-فرع-القاعدة-في-سوريا-هم-حراس-الدين؟

[14] وكالة الأناضول؛ وفد عسكري تركي يبحث بسوريا الأمن والدفاع ومكافحة الإرهاب؛ تاريخ النشر: 2025.01.30؛ الرابط:

https://www.aa.com.tr/ar/الدول-العربية/وفد-عسكري-تركي-يبحث-بسوريا-الأمن-والدفاع-ومكافحة-الإرهاب-/3466695

زر الذهاب إلى الأعلى