Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk hevdîtineke taybet bi Hevseroka ofîsa Têkiliyên Derve Birêz Ilham Ehmed re, pêk anî.
Di hevddîtinê de, Birêz Ilham Ehmed behsa nêzîkbûna hikûmeta Şamê û dagirkeriya Tirkiyê, derfeta lihevkirina di navbera wan de, dibetîya ku Tirkiyê dev ji qaşo (opozisyonê) û navçeyên ku li Sûriyê dagîr kiriye berde, û behsa çarenûsa bakurê Sûriyê jî, kir.
Her wiha Ehmed behsa guherînên pêkan di hilbijartinên 2024 ên Amerîkayê de, bandorên pêkan ên wan guherînan li ser asta navneteweyî û herêmî, û bandora wan li ser siyaseta derve ya Amerîkayê, û li ser siyaseta cîhanî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, kir.
Li aliyê din, behsa diyaloga Sûrî-Sûrî û gavên ku di vê mijarê de hatine avêtin de, asta amadebûna gelê Sûriyê ji vê diyalogê re, zehmetiyên ku li pêşiya wê, kir. Her wiha Ehmed behasa aliyên pêwendîdar bi vê diyalogê re, û çawaniya çareserkirina kirîza sûrî bi rêya diyalokeke niştimanî ya giştî jî hat kirin.
Hevdîtinên bi rejîma Sûriyê re, xalên nakok ên van hevdîtinan û asta amadebûna hikûmeta Şamê ji bo diyalogê jî, di hevdîtinê de hatin behskirin.
Ji bo temaşekirina hevpeyvîna giştî, ji kerema xwe re lînka jêrîn vekin: