piştî geşedanên dawî yên li herêmên Bakurê Sûriyê rûdan, û kontrolkirina Tehrîr El-Şam li ser bajarê Helebê û
berfirehbûna wê ya bilez li herêmê; Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk bi Dr.Taha Elî Ehmed re ku pisporê Karûbarên Rojhilata Navîn û Siyaseta Nasnameyê – Misir, hevdîtinek pêk anî.
Li pişt geşedanên dawî yên li Helebê çi heye? Gelo ew bi destpêşxeriya Ereban ve girêdayî ye?
Pêşhatên dawî yên li Helebê ji rêzepêşhatên vê dawiyê yên ku li herêma Rojhilatê Navîn rû dane, nayên cudakirin, ku xaka Sûriyê bi xwe navenda wan e. Îran (ku piştevanê herêmî yê sereke yê rejîma Sûriyê ye) û tewereya ku ew serkêşiya wê dike, vê dawiyê zincîre êrîşên bibandor li ser wan çêbûne, çi ew tiştên ku ji Cotmeha 2023 ve li herêmên Filistînê, yan jî li dijî Hizbullah a Libnanê di mehên dawî de diqewimin, an jî rêze êrîşên ku lsraîlê bi xwe li dijî Iranê û rejîma Sûriyê li ser herêm û dergehên sînorî bi libnanê re li gundewarê rojavayê Himsê, kirin. Ev êrîş tenê di du mehên dawî de zêdetirî 30 êrîşan bûn, ya dawî jî di 27 Mijdara derbasbûyî de bû.
Di vê çarçoveyê de, dibe ku Serokomarê Tirkiyê Erdogan bi rêya grûpên tundrew ên ku piştgiriyê didin wî li hundirê Sûriyê, hewl bide gelek dosyeyan gur bike; ji aliyekî ve bi qeyranan pêşwaziya Serokê hilbijartî yê Emerîkayê Donald Trump bike, ku xwe wekî xwediyê kilîtên çareseriya yek ji pirsgirêkên herî aloz ên herêmî li Sûriyê, nîşan bide, nemaze ku meylên Trump ên ji bo xapandin û fişara tektîkî li ser kartêkerên herêmî di siyaseta wî ya herêmî de hene, jixwe me di dema kirîza keşeyê emerîkî di 2018 de dît ku Trump kaxezên aborî wek xapandin û fişarên tektîkî li hember Erdogan bikar anî.
Ji aliyekî din ve, Serok hewl dide ku fişarê li rejîma Sûriyê li Şamê bike da ku di dosya asayîkirina ligel Enqerê de pêşketinan pêk bîne, yan jî dorpêçeke din li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bike, herwiha fişarê li ser Kurdan jî bike ew jî bi sedema hinek pîvanên neteweyî yên girêdayî krîza giran a dewleta Tirk ku herî dawî bi helwestên Serokê Partiya MHP Dewlet Behçelî (hevalbendê partiya desthilatdar) re diyar bû. Herwiha Erdogan dixwaze destpêşxeriya Tirkiyê ya bi navê “Nimûneya Helebê” tê naskirin, cîbicî bike, nemaze di vê dema dawî de ku Sûriye di rewşeke ewlekarî ya tevlihev û nearam re derbas dibe.
Herwiha ev mijar ji belavbûna ku Rûsiya (piştgira stratîjîk a rêjîma Şamê) êşê jê dikişîne nayê cudakirin; ew jî ji ber şerê berdewam li Ukrayna, herwiha jiber ku Vladîmêr Pûtîn naxwaze ku bi rêveberiya nû ya emerîkî re nakok be, jixwe Mosko jî dixwaze wekî ku di navbera Tirkiyê û Israîlê de rola navbeynkariyê dilîze, di navbera Sûriye û Îsraîlê de jî heman rolê bilîze.
Tiştên li jor hatin gotin, bandorê li hêza desthelata paşveçûyî ya Îranê li ser asta herêmê û li Sûriyê dike, û wisa xuya dike ku rewş bihtir ber bi teqandinê ve diçe, jixwe vê dawiyê jî ev yek diyar bû. Di serî de Tirkiye û Îsraîl (ku di qada Sûriyê de berjewendiyên stratejîk yên hevbeş di navbera wan de hene) sûdê ji wê yekê werdigirin.
Di derbarê destpêşxeriya erebî de, jixwe diyare ku sîstema herêmî ya erebî di mijara Sûriyê de ji destpêka kirîzê sala 2011 û veguhestina wê ji bo Encûmena Ewlekariyê de, ta bi bêencambûna hewlên Komîteya Têkiliyan ya erebî (ku di Gulana 2023 de ji aliyê wezîrên derve yên ereb ve hate avakirin) di derbarê Sûriyê de ti pêşketineke siyasî û ewlekarî encam neda.
Welatên Erebî çawa dikarin bi pêşhatên dawî yên krîza Sûriyê re danûstendinê bikin?
Reftara erebaî li hember kirîza Sûriyê ji destpêka wê ve lawaz û parçebûyî ye; ew jî ji ber ku di vê derbarê de nakokiya armanc û berjewendiyan di navbera endamên Komkara Dewletên Erebî de heye, jixwe ev yek jî di dema têkçûna plana kar ya ku ji aliyê Encûmena Komkarê ve di Cotmeha 2011 de hate pesendkirin, herwiha înîsiyatîfa çareseriyê ku Serokê Sûriyê pabendî wê nekir, jta bi navneteweyîkirina krîzê û şandina dosyaya wê bo Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, diyar bû.
Tevî vegerandina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Komkara Dewletên Ereb de ji civîna bilind a Komkarê di Gulana 2023 de, lê li ser asta mercên ku welatên Erebî wekî rêyekê ji bo vegerandina peywendiyan bi rêya komîteya Têkilî û Peywendiyan ( ku ji bo vê jî Komîte hat avakirin) ti pêşketineke rasteqîn çênebû.
Tevî jinûvegurbûna kirîza Sûriyê di van rojên dawî de, û tevî berdewamiya nakokiyê di helwestên erebî di derbarê danûstandina bi rêjîma Şamê re, lê tişta ku di dawiyê de diyar dibe ew e ku ji hin welatên erebî yên ku ji berfirehbûna hêza Tirkiyê li Sûriyê metirsîdar in, rêjîm dikare hin piştgiriya -nerasterast – werbigire. ji bilî wê yekê ku vegerandina Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) rê li pêş hin rêxistinên tundrew careke din vedike ku vegerin ser qadê, jixwe hin nîşaneyên vê yekê jî di danûstendinên Beşar El-Esed li gel her du serokên Îmaratî û Îraqî di dema destpêkirina bûyerên Helebê de, ji aliyê din ve di danûstandinên ku Îran pêşengiya wan dike de, diyar bûn.
Ev yek tê wê wateya ku parçebûn (wekî her car) dê bimîne yek ji taybetmendîyên xebata erebî ya hevbeş di derbarê pirsa Sûrî de, tenê dê hin biryarên li ser kaxezê, wekî şermezarkirin û sizayên bêkêr, hebin.
Gelo tişta li Helebê diqewime ne beşek ji projeya tirkî ye? Gelo ew yek gefê li ewlehiya erebî ya neteweyî nake? Gelo welatên ereb dê vê projeyê bipejirînin?
Derbarê vê pirsê piralî de, mirov dikare bêje ku rola Tirkiyê di bûyerên Helebê de nayê veşartin, tevî ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan diyar dike ku destêwerdana welatê wî di wê yekê de tune ye, lê operasyonên leşkerî yên ku Tirkiyê vê dawiyê li dar xistiye û li dijî Pêkhateyên Kurd, herwiha piştevaniya piştrastkirî ya Enqerê ji (HTŞ) re, beşdarbûna Tirkiyê di aloziya vê dawiyê de piştrast dike, jixwe ev yek ji daxwaza Tirkiyê ya berfirehkirina di nav axa Sûriyê de, çi bi rêya pêşniyara “herêma ewle” be, yan jî bi rêya “Nimûneya Helebê” ku wekî dergehekî aborî ye û dikare bi riya veberhênanên Qeterê pêk were, ew jî bi armanca bicîkirina hejmareke herî zêde ji penaberên alîgirê Tirkiyê li Helebê; bi hêviya afirandina planek demografîk ku bi rojeva tirkkirina axa Sûriyê ji aliyê siyasî, îdarî û çandî ve girêdayî ye, jixwe ev yek jî li ser zemînê di salên dawî de diyar bû. Ji ber vê yekê; di serî de Tirkiye ji tiştên ku vê dawiyê li ser xaka Sûriyê diqewimin sûd werdigire.
Derbarê gefên li ser ewlehiya neteweyî ya Erebî de, ew ji sala 2011 ve hene, dema ku kartêkerên di pirsa Sûriyê de tenê aliyên biyanî bûn, çi di pêvajoya Astana de (Garantor Tirkiye, Îran, Rûsya ne), çi jî di riya Neteweyên Yekbûyî de be, ku bi pêvajoya Cinêvê tê naskirin, ew jî di dema bêbandorbûna Komkara Erebî de ku ew bêbandorbûn jî encama nebûna pirojeyek erebî ya lihevkirî di derbarê ewlehiya neteweyî ya erebî de. Berfirehbûna hêza Tirkiyê li ser xaka Sûriyê û Iraqê, herwiha berfirehbûna hêza Îranê li gelek paytextên ereban, ji bilî binpêkirinên Îsraîlê li Felistîn, Sûriyê û Lubnanê, ku ev hemû binpêkirina ewlehiya neteweyî ya erebî bê çavdêr û rêgir, tekez dikin.
Derbarê bersivdana sîstema herêmî ya erebî de, mirov dikare bibêje ku mafê welatên erebî tine ye ku li hember van gef û binpêkirinan nerazî bin, jixwe geşedanên pirsa Sûriyê û yên din ev yek jî di van salên dawî de eşkere kir. Ji ber vê yekê jî, nayê çaverêkirin ku bersivek lihevkirî hebe, tenê hin biryarên bêbandor hene, an jî destwerdanên bi armanca piştgirîkirina aliyên herêmî, wekî ku di salên pêşîn ên krîzê de hebûn.
Gelo dewletên ereb – nemaze piştî bûyerên li Helebê qewimîn – dê piştevaniya Herêmên Bakur û Rojhelatê Sûriyê bikin? Gelo dê ew piştevanî bi çi awayî be?
Li gorî nirxandina min; piştgiriya Erebî ji Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê re, yan jî ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk, dê bi awayekî nerasterast be; ew jî ji bo ku ji rûbirûbûna rasterast bi kartêkerên mayî yên li ser qada Sûrî re xwe biparêzin, wekî rêjîma Şamê û heta Tirkiya ku di mijara daxwaz û hewla vegerandina peywendiyan bi hin welatên sereke yên herêmê re hevpar in. Ji ber vê yekê jî, her piştgiriyek Ereban ji bo Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tê çaverêkirin ku berteka Tirkiyê û Îranê zêde bike, ku ev yek rê li ber destwerdanên zêdetir ên Enqere û Tehranê vedike. lewra; her destwerdanek Erebî were kirin pêwîste hevseng be (her çendî ji derve de be jî), daku welatên erebî di nav qeyranê de wek alî newin xuyakirin.