ALOZÎYA NÎJERÊ PEVÇÛNEKE NAVDEWLETÎ YA BI WEKALET E

Komara Nîjerê yek ji dewletên afrîkî ye, ku tê de pergala makezagonî û serokê wê “Mihemed Bazom” bi rêya darbeyeke leşkerî û bi destê dewletên xwedî pergalên darbeyî, mîna Malî û Borkîna Faso û ji bilî wan, hat guhertin. Her wiha dibe ku destê Rûsya û Çînê jî tê de hebe; çi ku girîngîya Nîjerê ji her duyan re jî heye. Bi tevî samanên wê yên mezin û kêmpeyda jî, lê belê Nîjer yek ji hejartirîn dewletên cîhanê ye. Nemaze ji alîyê uranyumê ve gelekî dewlemend e û li ser asta cîhanê di pileya pêncem de ye. Êdî vê yekê hişt ku Fransa çavê xwe berdê; lewre jî wê ev yek ji bo xurtkirina enerjîya elektrîkî û ya atomî, bi rêya kompanîyên xwe bi kar aniye. Li gor wê û bi rêya vê yekê, tevaya kolanên Parîsê bi ronî kiriye, lê belê di heman demê de Nîjer û tevaya herêm û navçeyên derdora wê di nava tarîtîyê de ne.
Li kêleka uranyumê, berztirîn samanên Nîjerê ku di navbera alîyên şerker de dibin sedema pevçûneke navdewletî ya eşkere, ev jî hene; zêr, petrol, sifir û xwê. Girîngtirîn dewletên ku li ser samanên Nîjerê pev diçin, Fransa ye ku ji berîya dehsalan ve hîna kompanîyên wê di kanên uranyumê de dixebitin. Li kêleka Fransayê jî Amerîka ji bo ku li beramber desthilatên Çîn û Rûsyayê derkeve, desthilatên xwe berdanê. Her wiha dewletên herêmî jî hene, mîna Cezayir û Koma Îkwasê (ECOWAS) ya ekonomî ku di nava xwe de 15 dewletên afrîkî mîna Nîjerya, Gînya, Benîn û ji bilî wan dihewîne. Ji bilî hewldanên destwerdanê ji alîyê Tirkî û Îranê de; çi ku Nîjer dewleteke islamî ye û her du jî dixwazin xwe berdinê. Em destwerdana Erebistana Siûdî û dewletên Kendavê nemaze Îmaratê jî dûr naxin. Lê belê Rûsya hewl dide ku bi rêya saloxgêrên xwe û hêzên xwe yên Fagnerê desthilatên xwe tê de bi cih bike û bi awayekî bilez zêr ji Nîjerê bi dest bixe; da ku xwe ji alozîya Ukraynayê derxîne. Lê belê piştî kuştina serokê Fagnerê li ser destê saloxgêrên rûsî (li gor belgeyên nepenî) ku destek dida darbekerên leşkerî û hukmê makezagonî û serokê hilbijartî Bazom ku aniha di zindanê de ye, dibe ku ev desthilatên Rûsyayê bi paş ve çûne an jî terpilîne.
Dewletên koma ekonomî ya afrîkî û bi destekdayîna fransî û amerîkî, biryara destwerdana leşkerî, têkbirina darbekeran û vegerandina serokê hilbijartî û hukmê makezagonî stand. Li gorî wê jî, demeke kêmî hefteyekê danî li pêşîya darbekerên leşkerî ku her tiştî û rewşê li Nîjerê vegerînin weke berê. Li beramberî vê jî desthilatên rûsî û dibe ku pê re yên çînî jî, bi wan re jî Borkîna Faso û Malî jî hene ku destwerdana leşkerî ya ji alîyê Nîjerya û koma Îkwasê ve red dikin. Desthilatên Çînê yên di Nîjerê de ku bi rengekî bêdeng û hêdî hêdî ye, ne tenê li Nîjerê, lê belê li tevaya parzemîna Afrîkayê hene; ew jî da ku petrol û samanên afrîkî bi dest xwe bixe.
Li beramberî van hemûyan, Fransa û Amerîka bi bihaneya şerê li dijî terorê û komikên tundrew, parastina pergala hukmê makezagonî û demokrasî, her wiha li dijî gurên tirkî û keftarên îranî ku her yek ji wan bi rêbaza xwe bi kirasê olê xwe vedişêrin û dixwazin parîyekî ji samanên Nîjerê bi dest bixin, bi hêzên xwe yên leşkerî jî li wir hene. Dewletên erebî jî, nemaze Lîbya û Cezayir hene, ku dirêjahîya sînorên Cezayirê bi Nîjerê re digihêje 1000 km. ku ev dirêjahî ne hindik e, nemaze gava mijar bi koçberîya nerewa ya bi rêya xaka Cezayirê ber bi dewletên ewropî ve girêdayî be. Heman tişt bo Lîbyayê jî derbasdar e, ku gelek caran hewl da koçberên afrîkî vegerîne welatên wan, lê belê ji ber ku Lîbya bi pevçûnên xwe yên hundirîn ve daketiye û ta niha nikariye alozîya xwe çareser bike, êdî tu roleke wê ya herêmî tune ye ku di Nîjerê de pê rabe. Lê belê Cezayirê darbeya leşkerî red kir, li kêleka wê destwerdana leşkerî ji her du alîyan ve jî (Koma Îkwasê û Borkîna Faso û Malî) red dike, anku helwesta wê di rewşa Nîjerê de cuda ye. Li gor wê jî daxwaza wê ew e ku bi danûstandin û rêbazên dîplomatîk, ji alîyekî ve di navbera hêzên navdewletî û herêmî de û ji alîyê din ve jî di navbera hêzên hundirîn ên Nîjerê de, rewş were çareserkirin. Di nava destwerdanên herêmî yên dîplomatîk de ku dixwazin Nîjerê ji vê alozîya ku ber bi paşketina çareserîya leşkerî û zehmetîya vegera serokê berê Mihemed Bazom ve diçe, derxin, Cezayir bi rola navbeynkar radibe. Nemaze ku gelek beşên gel li Nîjerê xwe li dora fermandarên darbeyê girtine. Êdî Cezayirê dijayetîya xwe bo çareserîya leşkerî ji hemû alîyan ve ragihand û doza vegera rewabûna makezagonî kir.
Gelek vebijêrekên alîyên şerker hene û ya herî li pêş ew e ku çareserîyeke ku berjewendîyên hemû alîyan di ber çavan re derbas bike, were dîtin. Ev jî di demekê de divê pêk were ku tê de desthilat were veguhastin û hêdî hêdî hukmê makezagonî bi rêya hilbijartinên bi serpereştîya navneteweyî ku tê de sazî û rewşa hundirîn aram bibe û aborîya Nîjerê baş bibe, vegere. Da ku bi koma Îkwasê -ku Nîjer endameke wê ye- û dewletên cîran re jî, mîna Çad, Lîbya, Cezayir û Nîjerya di nava têkilîyan de be.
Pevçûna li Nîjerê heyanî astekê mîna pevçûnenên navdewletî yên li gelek deverên cîhanê ye, mîna Sûrî û Ukrayna ku carinan digihêje asta ku li esmanê wê balafirên Hevpeymanê bi serkêşîya Amerîkayê û yên Rûsyayê, li hev biqelibin. Li kêleka vê jî şerekî tirkî-îranî li rojhilatê Sûrîyê û herêmên Rêveberîya Xweser û herêma Kurdistanê heye; ku her yek ji wan dixwaze ajendeyên xwe lê bisepîne û li pêş çavên Rûsya û Amerîkayê ku tenê pêşdestîyê didin ajendeyên xwe yên li herêmê, erîşî niştecihên herêmê bikin. Li gor vê jî, şer û pevçûnên navdewletî li Nîjerê mîna ku li Ukrayna, Sûrî, Kurdistan û Mezopotamyayê heye, didome.